Konferansa Aştî û Demokrasiyê bawerî da Elewiyan


Zekî Ozmen

Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya durojî dawiya heftiya bori li Bruksela paytexta Belçîkayê pêk hat. Bi giştî nûnerên 58 saziyên kurdî û kêmneteweyên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê beşdar bûn. Hejmara beşdaran jî 350 kes bû. Ev konferans berdewamiya wan konferansan bû ku li ser bangewaziya rêberê PKKê Abdullah Ocaln li Enqerê û Amedê hatibûn pêkanîn. Armanc ew e ku hem bi vê yekê piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de destpêkiriye were qewînkirin û hem jî daxwazên hevpar derbarê pêvajoyê de derkevin pêş. Konferansa dawiyê jî wê li Herwlêrê were sazkirin. 

Paralleltiya konferansa Enqerê

Di warê naverokê de ev konferans gellekî ji ya Amedê dûr bû û nêzîkî konferansa li Enqerê bû. Zimanê konferansê jî ji ber vê egerê bi tirkî bû. Ji ber zimanê konferansê bi tirkî bû, mêvanên kurdîaxêv di nava xwe de nerazîbûn dianîn zimên lê bi fermî di vî warî de bang li birêveberên konferansê nehat kirin. Ji bilî meseleya zimên, ji ber naveroka konferansê di çarçoveya vehewandina dîtinên kêmnetewe û olên cûda yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de bû, beşdarên ji fraksiyonên kurd yên dûrî PKKê hem matmayî man û hem jî bû sedem ku bertekan nîşan bidin. Bendewariya beşdarên kurd yên di warê siyasî û rêxistinî de dûrî PKKê ew bû, ku ev konferans jî wekî ya li Amedê malovaniya tifaqa di navbera Kurdan de bike. Di vê bareyê de endamê lijneya amadekar a konferansê û hevserokê YEK-KOMê Yuksel Koç anî zimên ku ji destpêkê ve konsept bi wî şêweyî bû ku civîna Brukselê di paralleltiya ya Enqerê de be. Yuksel Koç herwiha got ku konferansa li Amedê parçeyê Bakurê Kurdistanê di nava xwe de dihewand û ya Hewlêrê jî wê nûnerên hemû parçeyên Kurdistanê di nava xwe de bihewîne. 

Berteka Elewiyan ya li hemberî pêvajoyê bû piştgirî

Ji hêla din ve ev konferans bû zemîna lihevkirina Elewî û Kurdan. Gellek sazî û kesayetên Elewiyan ji peyama rêberê PKKê Abdullah Ocalan a Newrozê bêzar bibûn û helwest nîşan dabûn. Ji ber van bertekan BDPê civînek berfireh ligel nûnerên Elewiyan lidarxistibûn. Di vê konferansê de ev nerazîbûn berovajî bibûn. Jixwe rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di peyama xwe ya ji bo konferansê de cihek girîng ji bo pirsgirêkên Elewiyan veqetandibûn. Peyamên Ocalan yên di vê bareyê de Elewiyên beşdar kêfxweş kir. Ne tenê ev yek, ji bilî çend saziyên din, bi taybetî rola Federasyona Yekîtiya Elewiyan ya Ewropayê (AABF) berbiçav bû. Serokê AABF şaxa Awisturyayê di hevpeyvîneke bi me re destnîşan kir ku di dîroka diyasporaya kesên ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de ev yekem car e ku evqas nûnerên kêmnetew û olên cuda di konferansekê de digihijin hev. Derbarê rola wan wek Elewî di konferansê de jî, wî bi serbilindî diyar kir ku ew ne mêvan in lê ew malovaniyê dikin. Herwiha di heman çarçoveyê de axaftina girtina konferansê jî serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û serokê giştî yê AABFê Turgut Oker kirin. Bêguman destnîşankirina herduyan ji bo vê yekê ne bi tesadufî bû.
Xaleke din ya balkêş ya konferansê xweşbîniya di navbera nûnerên sazî û dezgehên netew, ol û mezhebên cûda de bû. Rexneyên hişk yên nûnerekî Ermeniyan li Kurdan, yên Elewiyan li hemberî Suniyan û yên fraksiyonên kurd li PKKê di çarçoweya atmosfereke xweşbînî û tehemûla rexneyan de hatin guhdarîkirin.

Li Ewropayê Ewropa hat piştgûhkirin

Digel ku bi awayekî rêkûpêk derbarê pirsgirêkên koçberên ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn de û kelemên veger û niştecihbûna wan a li welêt hate gûftûgokirin jî, lê fokûsa konferansê bêtir derbarê siyaseta Tirkiyeyê ya navxweyî de bû. Herwiha xalên derbarê siyaseta welatên ewropî ya beramberî Tirkiyeyê jî di çarçoweya bîrdoziya çepîtî û dijemperyalîzmî de hatin nîqaşkirin.Vê yekê hem xwe di encamnameyê de û hem jî di biryara avakirina komisyonan de nîşan da. Tenê di xala 11mîn ya encamnameyê de bang li hikûmetên ewropî hate kirin ku ev welat di çarçoveya rênîşaneyên Yekîtiya Netewan de tevbigerin. Banga ku welatên ewropî êdî çekan nedin Tirkiyeyê û divê bûyera Parîsê were ronîkirin jî di nava vê xalê de bû. Herwiha ji 6 komisyonên ku werin avakirin tenê yek jê wê karûbarê agahdarkirina raya giştî ya ewropî bigire ser milên xwe. Komisyonên din rasterast elaqeya wan bi xebata ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê were kirin hene. 

Ji ber ku di realîtê de hem beşdar li welatên ewropî dijîn û hem jî xebatên komisyonan wê li Ewropayê werin meşandin, diviyabû hem biryar û hem jî komisyonên bi hêz ji bo xebata li Ewropayê bihatana damezrandin. Nebûna lobî û kelemên li pêşiya xebatên dîplomasiya li welatên ewropî diviyabû bibûya peywira komisyonên profesyonel. Pirraniya komisyonên ku biryara damezrandina wan hat dayîn, jixwe di konferansên Enqere û Amedê de jî biryara damezrandina wan hatibû dayîn.