Dinya radestî ganêr bû
Hilbijartina tolazan bi dawî bû. Serketina Trumpê artêşperest û berdevkê serdestiya sipî, dinya di nav tirsê de hişt.
Wê ew bandora xwe li ser Ewropayê nîşan bide. Jixwe ji zû ve li wir bizaveke wisa heye. Dibe vêga ew bi lez bibe talûkeyeke ber derî.
Trump netewên biçûk weke keriyên pez ên hewceyî şivanan dibîne. DYA jî şivanê şivanan e. Ji ber rewşa xwe ya awarte, dibe Rojhilata Navîn bibe ciyê ceribandina guhertinan.
Hûnê bêjin, “Bush jî xwediyê îdîayên hevşib bû. Lê xwe di nav şerên herêmî de dît. Wê ew were serê Trump jî”. Dibe, lê ev heye: Dinya ji zû ve ketiye taya neteweperestî, artêşperestî û bi şer çareserkirina qeyranan.
Qey em dûçarên ganêran in
David Lloyd George, di Şerê 1914-1918ê de serokwezîrê Îngilistanê bû. Di rewşa îro ya Rojhilata Navîn û êşên wê de para wî, heya bêjî mezin e.
Ew jî di bin bandora nêrînên olî weke “Pirtûka Pîroz”, “Erdên Pîroz” de bû. Neokonservatîzma Bush û populîzma nîjadperest a Trump digihişt heya wî.
Ji aliyê din; Lloyd George dilkoçer û doxînsistekî dijwar bû. Yarika xwe kiribû sekretera xwe. Rojên xwe pêre diborand. Navê “nêrî” lê dabûn.
Tu dibêjî qey tolazî nîşana mezintiyê ye. Wê Trump gefên xwe bîne cih an ne? Em bersivê ji pêşerojê re bihêlin. Lê xisleta xwediyê qesrên mezin ew ketîbûn be, ka wê çi were serê me rebenan!
Tirkiyê ji şivantiyê re amade ye
Dewlet bûye dezgeha desthilatê û ew bi fermanên kesayetî tê birêvebirin.
Sektora çekan para zavayê biçûk, pîşesazî û bazirganî ji para zavayê mezin e.
Çapemeniya dijber hima hima nemaye.
Bi girtin, xedexekirin û jikaravêtinan, rê li ber bertekên demokratîk girtîne. Naveroka bertekan guherîye, xulamên desthilatê bûne serdestên kolanan.
Milîsiya desthilatê, bûye pîşeya serdest. Hejmara polîsên taybet û cerdevanan çiqas diçe zêde dibe. Desthilatê dest biçekkirina “sîvîlên xwe” kiriye.
Parlamen asteng bû. Ew jî anîne rê. Ji wêkê êrîşî HDPê dikin.
MHP bûye rêxistineke desthilatê.
Bi îdîaya parastina dewletê, CHP bûye duvikê desthilatê. Ma dewleta CHPê maye? Wiha here, ew jî qurban e.
Parlamen hebe jî, êdî bêwate ye. Desthilata xwedî her tiştî, êdî windakirinê nas nake.
Nanê dezgehê, nîjadperestî ye. Taybetmendiyên dezgehê û yên faşîzmê hev digrin. Rayedarên desthilatê beredayî qala “nifşa nû” nakin. Civaka yekreng, civaka faşîst e û ew dûçarê windakirinê ye.
Boçûn şer e
Ewilî hindirû bifetisîne, dûvre berê xwe bide derve. Kolonyalîstî, nanê nîjadperestiyê ye.
Em navê diyardeyê zanin: “Împaratoriya Osmanîyan nû” an “Mîsakî Mîllîya fireh”.
Erebên sunnî û Kurd, aktorên konseptê ne. Ji ber gellek sedeman Ereb têrê nakin. Dimînin Kurd.
Hinek “dijmin”, hinek jî “dost” in, lê di konseptê de rola wan yek e. Êrîşî Kurdê “dijmin” dike, diçe alîkariya Kurdê “dost”, dawiyê xaka Kurdistanê dagir dike.
Ji gotinên min şika we heye? Ka li nameyê Ocalan ê “Newroza 2013ê” binêrin. Ji serxweşiya “agirbest” û “hêviya çareseriyê”, haya me ji mijara sereke, ji “berfirehkirina Mîsakî Mîllîyê” nebûbû.
Tirkiyê çav berdayê erd û dewlemendiya kurdan. Ew eşkere neyartiya netewa kurd dike.
Da ku derbê li destkeftiyên kurdan bide û da ku rêya xetên petrolê bi dest bixe, kete Rojavayê. Vêga dîsa bi mehneya PKKê, berê xwe daye Başûr. Li ser tixûb komkirina hewqas hêzê, ne nîşana xêrê ye.
Erê di hevkêşeyê de Moskova, Waşîngtin û Tehran jî hene. Tirkiye, ji Rûsya û DYAyê sûd werdigre. Bi Îranê re di nav şerekî sar de ye.
Lê sosretiya bûyerê ev e: Nakokiya Enqere û Tehranê, li ser Kurdistanê ye. Ew li ser navê me diaxifin.
Bêguman divê em li ser navê xwe biaxifin, ne ew. Lê divê helwesta me biguhere.
Weke berê bi rojeva partiyan ve aliqîmayîn, windakirin e. Rojeveke netewî pêwist e û zêdetir jî. Nexwe em nikarin li ber wan erîşan bisekinin.
Wê Îran bi gefên xwe bimîne?
Şêwirmendê leşkerî yê Hameney, Yahya Rahîm Safevî ma çi negot!
- Pêşî “biratiya kurd û îraniyan”...
Çima li himberî Berxwedana Agirîyê we bi Turaniyan re peyman girê da?
Çima we bi Tirk û Ereban re li dijî Kurdan peymanên Sadabad, Bexda û CENTOyê girê dan?
Çima we 1975ê ve 1988ê Kurd firotin Bexdayê?
Çima we li Vîyanayê Qasimlo û li Berlînê Şerefkendî bi bêbetî kuştin?
Çima bi fermana Xumeynî, we bi deh hezaran Kurd kuştin?
Çima hûn li Îraqê milîsên şîî berdinin Kurdan?
Da ku artêşa tirk bikeve Rojavayê, çima hûn bi Tirkiyê re li hev hatin?
Çima li ser navê Xwedê hûn Kurdan dadileqînin?
Biratiya we, ne firotina kurdan e?
- Em werin “têkiliya sîyonîstan”....
Sîyonîst qirêj in an hûn? Îsraîl Kurdan dikuje, an hûnên misilman?
- Û îdîaya “alîkariya Îranê” û gefa “alîkarî-birînê”...
Divê bersiva me ev be: “Alîkariya te, ji bo berjewendiya te ye. Tu ji cîraniya Sunnîyên ereb/DAIŞê dibizdî. Ji ya te li me kirî zêdetir, alîkariya me li te dibe...”
Lê heya li Başûr duserîtî hebe, emê hê gellek gef û heqaretên Tehranê daqurçînin.