Meşa Davûtoglu li Parîsê
Di meşa dirêj û dîrokî ya Parîsê de beşdarbûna Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu ji gellek aliyan ve giring e, di vê keş û hewayê de ku welatê wî bi hevkarî û piştgiriya kes û aliyên îslamî yên tundrew her wiha bi komkujî û qirkirina Ermeniyan (ku îsal derbasî 100emîn sala xwe dibe) tê tohmetbarkirin.
Li Fransayê piştî êrîşa hovane ya li ser kovara Charlie Hebdo û karmendên wê, dinya bû sê parçe, ji aliyê mejî ve;
Li aliyekî ew beşê ku -eşkere bilêv neke jî- pişta terorîstan digire û destxweşiyê li wan dike û dibêje heqê kesî nîne ku zimandirêjiyê li îslam û navê pêxemberê wê bike. Li aliyekî jî -bi navê xwe yê modern- beşê ‘îslamofobîk’ ku şaş û bi tirs û nefret li dînê îslamê û misilmanan dinihêre. Li alîyekî din jî beşê ku van her du aliyan jî nerast û bixeter dibîne û terorîzm û hemû olan ji hev cuda digire û daxwaza aramî û aştîyê dike li cîhanê.
Gellek aliyên cîhanê di vê hevkêşeyê de Tirkiyê dixin nav beşê yekem. Ji ber kirin û polîtîkayên wê yên van çend salên dawîn, Tirkiyê bi piştgiriya cîhadîstên tundrew tohmetbar dikin û dibêjin, ew ji rêya Yekitiya Ewrûpayê derketiye, xewna Osmanîtiyê dibîne û ji ber vê yekê berê xwe daye rojhilatê da ku li erdnîgariya îslamê desthilatiya xwe dayne.
Vê nêrînê nemaze bi derketina DAIŞê re xwe bêhtir da der. Pê re; Pêwendîyên Tirkiyê bi welatên Rojava re gellekî xerab bûn. Amerîkayê êdî hêviya xwe ji Tirkiyê birrî. Di nav cîranên xwe de jî Tirkiye bi tena serê xwe ma.
Tirkiye di siyaseta derve de bi vê xûyangê kete sala 2015an û dikeve hilbijartinên giştî. Recep Tayyîp Erdoganê ku bêhtirî deh salan ev welat birêve bir, di vî halî de ew radestê Ahmet Davûtoglu kir. Lê jixwe mîmarê vî dîwarê jî Wezîrê Derve yê berê û Serokwezîrê niha birêz Davûtoglu bû.
Li ber Davûtoglu niha ezmûneke dijwar heye: An ew ê berê siyaseta derve bizivirîne an jî li siyaseta berê ya tenêtiyê berdewam bike. Lê îsal ‘karesateke’ din jî li benda Davûtoglu ye û xûya ye ku ew xwe li berê kerr bike jî nikare xwe jê xilas bike. Ew jî baca jenosîda Ermeniyan e.
Di salvegera 100emîn ya wê fermanê de xelkê Ermenî û diyaspora wan di nav hewl û xebateke şid de ne. Ew dixwazin 24ê Nîsana pêşiya me hemû cîhanê rakin ser piyan li hemberê Tirkiyê. Lobî û diyasporaya herî bihêz a Ermeniyan jî li Fransayê ye.
Tirkiye tek welat bû ji welatên misilman ku di meş û xwepêşandana Parîsê de beşdar bû, bi nûneratiya Serokwezîr Ahmet Davûtoglu. Yek ji wan faktorên ku Davûtoglu kir milê Netanyahû û gellek serkirdeyên din ên cîhanê û li Parîsê meşand jî dibe ku ew bayê berteka jenosîda Ermeniyan be.
Lê ev sekna rast ji bo kêmkirina bertekan e an îşareta guhertina siyaseta derve ya Tirkiyê ye… Emê di demeke nêzîk de fehm bikin.