Îraq bêyî Tengava Hurmizê dikare rojane çend bermîl petrolê hinarde bike?

Bihayê petrola hinardekirî ya Îraqê di meha Adara 2026an de li gorî mehên berê gelekî kêm bûye, çimkî ji 7ê Adarê ve nekariye petrolê ji Tengava Hurmizê hinardeyî bazarên cîhanê bike. Eger rewşa Tengava Hurmizê bi vî şêweyê niha bidome, wê demê tevahiya hinardekirin û dahata petrola Îraqê roj bi roj kêm dibe, çimkî bihayê petrolê daketiye û mesrefê hinardekirinê zêde bûye û tenê yek li ser heftan dikare bêyî Hurmizeyê were hinardekirin.

Meha borî ji ber bilindbûna bihayê petrolê, Îraqê karî qerebûya kêmiya hinardekirinê bike, çimkî her bermîlek bi ser 100 dolarî re firotiye lê xweyîkirina vê pergalê pişta xwe dispêre dahata petrolê û bi derbaskirina keştiyan a di Tengava Hurmizê re ve girêdayî ye, çimkî ew mîqdar petrola ku Îraq dikare rojane bêyî Tengava Hurmizê hinarde bike, di rewşa herî baş de nagihîje nîv milyon bermîlî.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li ser Îranê ji berê Sibeha 28ê Sibatê heta 8ê Nîsanê ajot û wisa kir ku Tengava Hurmizê di 8ê Adarê de bi awayekî fermî ji aliyê Îranê ve were girtin û metirsiya hedefgirtina keştiyan, bi taybetî jî keştiyên petrolê, derkeve holê.

Piştî agirbesta 8ê Nîsanê ya Amerîka û Îranê û dan û standinên 21 saetan ên Amerîka û Îranê yên li Îslamabadê, hîn ne zelal e ka tengav dê were vekirin yan dê bi vî şêweyê girtî bimîne. Her çend rapor behsa derbaskirina petrola Îraq û Erebistana Siûdiyê ya bi alaya Çînê di dema dan û standinên Pakistanê de dikin.

Mehek berî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li ser Îranê, ango di meha Sibata 2026an de, şirketa firotina petrola Îraqê (SOMO) rojane 3,56 milyon bermîl petrol bi her du rêyên keştî û boriyan hinarde kiriye lê di meha adarê de hinardekirin kêm bûye bo 580 hezar bermîlî di rojekê de. Bi vî şêweyî, tevahiya hinardekirinê di meha Sibatê de 99,87 milyon bermîl û di meha adarê de 18 milyon bermîl bûye.

Hinardeya petrola Îraqê di meha borî de di asta herî kêm a 17 salan de bû

Li gorî daxuyaniya Birêvebirê Giştî yê Şirketa Firotina Petrola Îraqê Nizar Şetrî, "Tevahiya hinardeya petrola Îraqê di meha Adara 2026an de nêzîkî 18 milyon bermîl petrol bûye", ango di wê mehê de bi navînî, Îraqê rojane 580 hezar bermîl hinarde kirine û bihayê her bermîlekê jî bi nêzîkî 105 dolarî firotiye.

Eger metirsiyên Tengava Hurmizê bidomin û Îraq nekare wê petrola ku bi keştiyan vediguhêze bigihîne kiryarên xwe yên li bazarên Asya, Ewropa û Amerîkayê, wê demê mîqdarê hinardekirina petrolê di vê mehê de li gorî meha borî kêmtir dibe, çimkî di dema şer de û bi taybetî ji destpêka şer heta 7ê Adarê, SOMO karî nêzîkî 12 milyon bermîl petrol di keştiyan de bar bike û di Tengava Hurmizê re bigihîne kiryarên xwe.

Ji Kanûna Paşîn a 2011an ve heta Adara 2026an, ev cara yekem e ku mîqdar hinardekirina Îraqê ya bo derve bi vî şêweyî kêm dibe. Heta di wan mehên destpêka belavbûna Koronayê de ku hatûçûn li cîhanê sekinî û pêdivî bi petrolê nebû, hîn jî rojane mîqdarê 2,8 milyon bermîlî hinarde dikir lê di Adara 2026an de daket tenê 580 hezar bermîlî ku nêzîkî yek li ser sêyê vê mîqdarê ji ber boriya Kurdistanê bû.

Çavkanî: Amarên Şirketa firotina petrola Îraqê (SOMO) li ser malpera Wezareta Petrolê ya Îraqê

Şer û dahata mehane ya petrola Îraqê

Her wiha, Nizar Şetrî dibêje dahata meha adarê bi nêzîkî dibe ji sedî 28ê tevahiya dahata meha sibatê, ango dahata petrola bi dest ketiye di meha adarê de nêzîkî 2 milyar yan 1,96 milyar dolar dibe, çimkî tevahiya dahata petrola hinardekirî ya Îraqê di meha sibatê de bi bihayê 6,81 milyar dolarî bûye.

Wekî ku di cedwela dahata mehane ya Îraqê ya ji 2011an heta 2026an de hatiye, dahata petrola hinardekirî ya Îraqê di 2026an de mîna Nîsana 2020an bûye, her çend di adara îsal de mîqdara hinardekirina rojane 580 hezar bûye, di demekê de ku di Nîsana 2020an de 3 milyon û 438 hezar bermîl bûye, çimkî bihayê bermîlek petrolê dahata wê diyar dike heta mîqdarê hinardekirinê.

Dibe ku dahata bi dest ketiye ya Îraqê ji hinardekirina petrolê bo meha Nîsana 2026an li gorî meha adarê zêdetir kêm bibe, çimkî bihayê petrolê daketiye û mîqdarê hinardekirinê jî di rêya Tengava Hurmizê re tevî destûra Îranê heta niha asayî nebûye.

Cedwela dahata mehane ya nefta Îraqê / Milyar dolar

Rêyên hinardekirina petrola Îraqê

Niha rêyên yekem a Îraqê xeyn ji Tengava Hurmizê, boriya petrola Herêma Kurdistanê ya bo bendera Ceyhanê ye. Di van rojan de ser bi 200 hezar bermîlî ye ku 20 heta 30 hezar jê ji parzûngehên Herêma Kurdistanê tê derxistin lê eger Îraq karibe komên çekdar ên alîgirên Îranê kontrol bike, wê demê dikare nêzîkî 250 hezar bermîl petrola wan parzûngehên ku şirketên navneteweyî lê dixebitin bixe ser hinardekirinê û asta hinardekirinê ji vê derçeyê bigihîne 500 hezar bermîlî di rojekê de ku ev petrol jî di rêya Ceyhanê re digihîje bazarên Ewropa û Amerîkayê.

Rêya duyem a Îraqê ya li derveyî Tengava Hurmizeyê, veguhastina petrolê bi tankerî bo Sûriyeyê û ji wir jî bo bendera Banyasê ye ku heta niha rojane 50 hezar bermîl petrola reş bûye û biryar e dest bi hinardekirina mîqdarê 50 hezar bermîl petrola xav a Besrayê jî di wê rêyê re were kirin. Tevahiya wê petrola ku Îraq ji Sûriyeyê bo bazaran veguhêze bigihîje 100 hezar bermîl petrola rojane, ango 450 tanker ku ji Îraqê petrolê bibin Sûriyeyê û bi valahî vegerin Îraqê.

Rêya sêyem a Îraqê jî bo Urdinê ye ku di demên pêşerojê de rojane 9 heta 10 hezar bermîl petrola Kerkûkê tê de hatiye veguhastin bi bihayê 10 heta 15 dolarî kêmtir bo Urdunê lê heta çi qasî dikare mîqdarê hinardekirinê di vê rêyê re were zêdekirin ne diyar e ji ber nebûna boriya veguhastinê.

Her çend Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan di Wezareta Petrolê ya Îraqê Sahîb Bezûn 10ê Nîsana 2026an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wezareta wan daxwaz ji Urdinê kiriye rê bide ku bi tankerî di rêya Urdinê re petrol were hinardekirin.

Li aliyê din, hikûmeta Urdinê li benda encamên lêkolînên teknîkî ye. Roja înê ango 10ê Nîsanê, Berdevka Wezareta Enerjî û Samanên Madenî ya Urdinê Linda Ebadiyê jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Niha ti hinardekirina petrolê ji Îraqê bo Urdinê nîne lê ji aliyê çend aliyan ve pêwendî bi me re hatiye danîn bo gotûbêjkirina egera hinardekirina petrola reş û petrola xav di rêya xaka Urdinê re bo bazarên cîhanê."

Urdin tenê benderek heye ku ew jî bendera Eqebeyê ye ku dikeve ser Deryaya Sor û stasyoneke taybet bo veguhastina petrol û gazê tê de heye.

Ev her sê rêyên Îraqê bo hinardekirina petrola bo derve ji Tengava Hurmizeyê eger bigihin rewşa xwe ya herî baş, tevahiya hinardekirinê nagihîje 600 hezar bermîlî di rojekê de. Serbarî wê, dema dibêjin hinardekirina petrolê bi tankerî, divê em zanibin bo veguhastina 100 hezar bermîl petrolê pêdivî bi zêdetirî 450 tankerî heye.

Her wiha ji wê roja ku petrola Kerkûkê bi boriyê di rêya Herêma Kurdistanê re hinardeyî bendera Ceyhanê tê kirin, mîqdarê 170 hezar bermîl petrol ji başûr bo parzûngeha Bêcî tê veguhastin bo parzûnkirina navxwe û tijekirina wê mîqdarê ku berê ji parzûngehên Kerkûkê bo wê mebestê diçû.

Veguhastina vê hemû petrolê di navxwe de bi tankerî, ango 230 tanker bo her 50 hezar bermîl petrolê, dibe sedema zêdebûna hatûçûnê li ser şeqaman û bandorên xerab li ser rê û banan di paşerojê de. Her wiha, mesrefeke zêdetir dixe ser mesrefê berhemhênan û veguhastina petrola xav bo Îraqê. Wekî mînak li gorî saziya MEESê, mesrefê veguhastina bermîlek petrolê di rêya Sûriyeyê re nêzîkî 17 dolar e.

Îraqê di meha Adara 2026an de bi hinardekirina mîqdarê kêm, dahateke zêdetir ji ya ku dihat çaverêkirin kom kir. Li gorî meha sibatê em dikarin bêjin di meha adarê de bi yek li ser heftê petrola hinardekirî karîbû yek li ser sêyê dahatê kom bike lê destpêkirina şer ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li gel Îranê, tê wateya berdewamiya rawestandina hilberîna petrol û gazê li Îraq û Herêma Kurdistanê û nebûna şiyana hinardekirina petrolê ji Tengava Hurmizê ku ev her du jî tê wateya rojên girantir bo aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Mehmûd Baban li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tora Medyayî ya Rûdawê wekî lêkoler dixebite.