132 milyar dolar zerer û têkçûna dan û standinên Îslamabadê
Karwana otomobîlên Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance saet 4:30ê berê sibeha îro bi dema Hewlêrê ber bi binkeya asmanî ya (Nur Khan) ve bi rê ket. Ev dawiyeke sar bû ji bo 21 saetan dan û standinên maratonî ku nekarîn aştiyeke mayînde di navbera Washington û Tehranê de ava bikin. Vance berî ku li balafira (Air Force Two) siwar bibe ragihand, "Me nekarî bigihîjin rewşekê ku Îranî amade bin mercên me qebûl bikin." Alîkarê Serokê Amerîkayê şandeya welatekî bi cih hişt ku nexşeya aboriya wî ji ber çil rojên şerekî giran bi temamî guheriye.
Di demekê de ku kanalên dîplomatîk li Pakistanê sar dibin, qebareya texmînkirî ya zerer û wêrankariyan li navxweya Îranê eşkere dibe. Ew modelên aborî yên ku bi rêya amarên fermî û hejmarên texmînkirî hatine avakirin, eşkere dikin ku 40 rojên şer, nêzîkî 132 milyar dolar zerera aborî li Îranê daye ku ev yek wekhev e bi ji sedî 37ê tevahiya hilberîna navxweyî ya wî welatî.
Ji bo welatekî ku 28ê Sibatê êrişî ser hatibû kirin û berê ji ber enflasyona ji sedî 43yan dinaliya û tevahiya hilberîna navxweyî 356 milyar dolar bû, ev zerera aborî gelekî mezin e. Li gorî amarên şirketên çavdêriya liv û tevgera deryayî yên wekî (Kpler) û (Tanker Trackers), Îranê di 17 rojên ewil ên şer de karîbû nêzîkî 1 milyon bermîl petrol di rojekê de hinarde bike ku ev dike ji sedî 59ê navîniya hinardeya petrola Îranê ya berî şer ku 1,69 milyon bermîl bû.
Ev berxwedan encama stratejiyeke plankirî ye. Berpirsên Îranê pêşbînî kiribûn ku Amerîka û Îsraîl dê êrişî wan bikin, loma di meha sibatê de, berî şer, hinardeya petrolê bo 2,04 milyon bermîl di rojekê de bilind kiribûn ku ev bi rêjeya ji sedî 21ê ji navîniya salane ya hinardekirina petrola Îranê zêdetir e. Şirketa şêwirmendiyê ya (Vortexa) eşkere kiriye ku di meha Kanûna Paşîn de Îranê bîrê 170 milyon bermîl petrola xav di nav deryayê de embarkiribû. Îranê bi rêya kontrolkirina Tengava Hurmizê bi şêwazekî bijarte û vekirina wê ji bo welatên hevalbend û girtina wê ji bo neyarên xwe, karî şadewara sereke ya dahatên xwe biparêze.
Li gel vê yekê jî hinardekirina petrolê, nebû asteng li pêşiya jinavçûna bîrbirê pişta pîşesaziya navxweyî ya Îranê. Di demekê de ku tu ji 55 depoyên petrola xav ên li girava Xarkê heta 14ê meha Adarê zerer nedîtibûn lê binesaziya navçeyên din ên welat bi bîrê 28 heta 45 milyar dolarî rastî zerera fîzîkî ya rasterast hatin. Êriş gelekî hûr bûn; stasyona elektrîkê ya Kerecê û hêlên girîng ên veguhastina elektrîkê hatin rûxandin, ev jî bû sedema pekkewtina bi dehan stasyonên elektrîkê. Li Eselewiyeyê, têkşikandina çar yekeyên çareserkirina gaza (Parsiye Başûr) şadewara enerjiya navxweyî ya welat birî. Berî şer, Parsiye Başûr asta herî bilind a berhemhênanê tomar kiribû ku 730 milyon metre sêca bû di rojekê de; lê niha ew bîr daketiye, ev jî bûye sedema pekkewtina berhemhênana navxweyî ku bi 35 heta 50 milyar dolarî tê texmînkirin.
Ev encam ji bo welatiyên asayî yên Îranê karesatbar in. Berhemhênana kargehan bi rêjeya ji sedî 40 heta ji sedî 60 daketiye, sektora xizmetguzariyê û firotina takekesî di navbera ji sedî 30 heta ji sedî 45an de paşve kişiyaye, ev jî di demekê de ye ku baweriya bikarhêneran herifî ye û enflasyona xwarinê gihîştiye ji sedî 105an. Li Esfehanê, Şirketa Polayê ya Mubarekê ku yek ji pîşesaziyên mezin ên Îranê ye, berhemhênana xwe bi temamî rawestandiye. Heta sektora veguhastin û lojîstîk a welat jî herifî ye û şiyana wê bi rêjeya ji sedî 60 heta ji sedî 80 daketiye, bi taybetî piştî hedefgirtina pira B1 a li Kerecê û binesaziyên din ên veguhastinê.
Zêdebûna xercan û hilweşandina çarçoveya budceya Îranê, tê texmînkirin ku 18 heta 28 milyar dolar zerera din li Îranê dabê. Heta eger hinardekirin di nîvê ewil ê şer de di asta ji sedî 60ê berî şer de mabe jî, hikûmet rûbirûyî kurtehênaneke dahatê dibe ku tije kirina wê ne mimkin e. Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF), amaje bi wê yekê dike ku budceya Îranê pêdivî bi wê heye ku nirxê petrolê bo her bermîlekê 163 dolar be, da ku karibe hevsengiyê biparêze. Ji bo maneya li ser pêyan, Banka Navendî serî li çapkirina diravê rewşa awarte daye û pereyekî nû yê 1 milyon tûmenî xistiye bazarê ku ev mezintirîn bîr e di dîroka wî welatî de. Ew jî wekî hewlekê ji bo qerebukirina kurtehênana salane ku bo 25 heta 40 milyar dolarî zêde bûye.
Her wiha şer bûye sedema derçûna berçav a sermayeyê. Derçûna sermayeyê û herifîna bihayê diravê niştimanî piştî şer, bi 22 heta 28 milyar dolarî tê texmînkirin. Berî şer, çûna derve ya sermayeyê di 9 mehên dawî yên sala 2024an de gihîştibû 14 milyar dolarî, lê şer û nezelaliya siyasî piştî belavbûna nûçeya kuştina Elî Xaminêyî, rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê, ew prose bileztir kiriye. Ji xeynî vê, zererên sermayeya mirovî û mesrefên nerasterast bi 17 heta 22 milyar dolarî tên texmînkirin.
Di demekê de ku JD Vance bi destên vala vedigere Washingtonê, xwiya ye zerera aboriya Îranê dê bibe zerereke demdirêj ku qerebukirina wê dê çendîn salan bikişîne. Tê pêşbînîkirin ku tevahiya hilberîna navxweyî ya Îranê di sala 2026an de bi rêjeya ji sedî 20 heta ji sedî 28 kêm bibe û başbûn û vejîna aboriya Îranê heta sala 2031ê bikişîne. Eger agirbest herifî be û êrişên paşerojê binesaziya petrolê ya Xarkê bikin armanc, tevahiya zererên komkirî tê texmînkirin ku bigihîje 260 milyar dolarî, ev jî wî welatî dixe nav krîzeke mezin a aborî mîna Lîbyaya piştî sala 2011an
Zerera 132 milyar dolarî wekî texmînekî navîn e û wê yekê îsbat dike ku her çend Îranê bo demekê karî dahata petrola xwe biparêze, lê mesrefê şer bi tiştekî tê pîvandin ku gelekî zêdetir e ji tenê bermîlên petrola xav. Ev çîroka binesaziyekê ye ku çendîn salan ji bo avakirinê dixwaze, her wiha çîroka herifîna saziyan û ji dest dana nifşekî sermayeya mirovî ye. Wekî ku Kristalina Georgieva, Birêvebira Giştî ya Fona Diravî ya Navneteweyî di 9ê Nîsanê de hişyarî da: "Heta di rewşa herî baş de jî, tu vegereke bilez û paqij bo rewşa berê nîne." Ji bo Îranê, şerê çil rojan bi dawî hat û agirbesteke demkî hatiye ragihandin ku ji ber têkçûna civînên Îslamabadê tirsonek e, lê xwiya ye şerê aborî yê Îranê ji bo maneya wekî dewletekî çalak, nû ji niha û pê ve dest pê dike.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê