Wî mêrê ku li Behdînanê hevjîna xwe ya pazde salî kuşt, hêncetê ji tawana xwe re tîne û dibêje ji bo parastina şerefa xwe ew kar kiriye. Mele û kesên êlperest jî teşwîq dike ku berevaniya wî bikin û jê fêhm bikin. Ez ne mele û ne jî êlperest im, lê her çiqasî dikim û hewl didim jî, ez ji wî fêhm nakim.
Şeref çi ye? Gelo jin şerefa mêr e? Yan mêr şerefa jinê ye? Eger jin şerefa mêr be, êdî eger mêrek jina wî nebû, bêşeref e? Yan jina bê mêr şerefa wê nîne? Baş e, eger mêrek du jinên wî hebûn, yanî du şerefên wî hene? Lê eger yek ji jinên wî mir, cihê bû yan dev jê berda, yanî şerefeke wî çûye û hêj şerefeke wî maye? Ji vê girîngtir jî ewe, ka gelo mirov dikare pirrşeref be? Herweha eger jin şerefa mêr be, yanî ew mêrê Behdînan ku bi destê xwe şerefa xwe kuştiye, xwe bêşeref kiriye? Ji ber ku bersivên van pirsan ne zelal in, lewra vê yekê wiha kiriye ku ez ji kujerê Dunyayê fêhm nekim.
Wek mînak mêrek heye ku malê giştî didize, dawpîs û derewîn e, lê belê jina wî xayîntî lê nekiriye û kes behs nake, ango ew mêr ne bêşeref e? Baş e, ewa ku kesek xayîntiyê li welatê xwe bike û xwarina xirab û ekspayer bide xelkê xwe û dermanên ekspayer ji derve bîne, bi ser de jî jina wî xayîntiyê lê bike, pirr bêşeref e?
Gava ku ez nû çûbûme Ewropayê û mijûlî fêrbûna ziman bûm, ez pirr mitûmat dibûm ku Ewropî weha bêşeref in! Di gellek ferhengên holendî û îngilîzî de ez li hevwateya wê peyva ku em jê re dibêjin “şeref“ yan “namûs“ geriyam, lê min nedît. Şanazî li ba wan heye, lê namûs na. Lewra jinên wan ne namûsa mêrên xwe ne û mêr jî ne namûsa jinên xwe ne. Li Ewropayê, berevajî Kurdistanê, derewkirin ne normal e û efûkirina wê dijwar e. Dizî ne tiştekî wiha ye ku bi hêsanî di rojnameyan de behsa wê bê kirin û karbidestên welat bêjin “rast e, gendelî heye û dive bê çareserkirin”, jin û mêr jî pirr kêm hevdu dikujin, ji ber ku namûsa wan nîne. Gelo ew rastir dijîn yan em?
Her civakek xwedî şert û mercên xwe yên taybet e û nabe em ji kesekî xelkê gund yan navçeyeke dûr a Kurdistanê çaverê bikin ku wek mirovekî Ewropî be û bi bêşerefî û bi serbilindî bijî. Lê eger biryar be heçî bi baweriya me bênamûs be em rabin wî bikujin, wê welatê me kêm kes lê bimînin.
Bi dîtina min, dizîkirina malê giştî, xayîntîkirina li welêt, derewkirina bi heval û neyaran re jî bênamûsî ye. Lê eger desthilata min hebû û bikarim heçî li gor danasîna min bênamûs e bikujim, êdî ew ewqasî pirr in ku ezê bi tohmeta pêkanîna komkujiyê li Lahay bêm dadgehkirin.
Dibe ku biraderê Behdînanê bi aqil be û ew rastî zanîbû, lewra çavê xwe ji bênamûsiyên mezin nûqandiye û tenê keçeke biçûk a pazde salî bi tohmeta bêşerefiyê di nav xwînê de gevizandiye!


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)