Di şerê Îranê de kê winda kir û kê qezenc kir?
Nêzîkî mehek û nîv di ser destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re derbas bû. Bêdengiya Tengava Hurmizê bûye bêdengiya herî biha ya dîroka hevdem.
Beriya şer rojê 14 keştiyên mezin ên petrolê di riha aboriya cîhanê re derbas dibûn û 20 milyon bermîl petrol û ji sedî 20ê pêdiviya cîhanê ya bi gaza şilkirî digihişt destê bikarhêneran.
Tengava Hurmizê bûye qada şer a Îran, Amerîka û Îsraîlê. Heta îro Îranê tengav girtibû û ji îro pê ve Amerîka dê kontrol bike.
Donald Trump biryar daye ku rê li ber wan keştiyan bigire ku ji benderên Îranê tên û yên ku diçin wir.
Supaya Pasdaran vê yekê wekî binpêkirina agirbestê dibîne û gef li keştiyên şer ên Amerîkayê xwar. Ev rûdana nû bûye sedem ku di pratîkê de ti keştiyên petrolê yan bazirganiyê newêre nêzîkî Tengava Hurmizê bibin.
Li gorî rapora dawî ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA), ev rewş êdî ne tenê bilindbûn û daketinên asayî yên bazarê ye, her wiha şoka herî mezin a dabînkirina enejiyê ye di dîrokê de, heta ji krîza sala 1973yan jî dijwartir e ku wê demê rojê 5 milyon bermîl petrol ji bazarê kêm bûbûn.
Petrola brent ku meha sibata îsal bi navînî 74 dolar bû, gihişt 141 dolaran û niha jî bi zêdetirî 110 dolaran tê firotin.
Analîstê Banka Goldman Sachsê dibêje, "Ev yek ji qonaxa bilindbûna nirxan derbas bûye. Dema ku pêncyeka enerjiya cîhanê ji nişka ve di bazarê de namîne, ne tenê nirx diguherin lê qanûnên fîzîkî yên derbarê çawaniya karkirina welatan de ji nû ve tên nivîsandin."
Çîn, ji krîzê heta desthilatê
Ji bo Çîna ku mezintirîn hawirdekara petrola cîhanê ye, ev şer ezmûneke dijwar û rasterast a man û nemana neteweyî ye.
Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Hatûçûna Deryayî ya Kplerê, Çînê destpêka sala 2026an rojê 1,4 milyon bermîl petrol ji Îranê hawirde dikir ku dike ji sedî 13yê tevahiya hawirdeya petrola xav a wî welatî.
Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye, ev dabînkirin di pratîkê de sekiniye. Ji bilî vê, ji sedî 42yê tevahiya hawirdeya petrola xav a Çînê ku dike nêzîkî 4,9 milyon bermîlî di rojekê de û ji Siûdiye, Îraq û Îmaratê tê, niha ji ber rewşa Tengava Hurmizê asê maye.
Tevî vê yekê, berteka Pekînê nimûneyeke bilind a xweparastin û xweragiriya stratejîk e.
Aborînasên Goldman Sachsê hemfikir in ku şoka nirxên enerjiyê, rêjeya enflasyonê li Çînê ji sedî 3,1 bilind kiriye û bi îhtîmaleke mezin ji sedî 1,2 zererê dide geşeya aborî ya sala 2026an a Çînê.
Tişta balkêş ew e ku Pekînê ev krîz ji bo bazdan û bipêşketineke mezin di bazara enerjiya kesk û nûjenbar de bi kar aniye.
Tenê meha borî, hinardeya otomobîlên elektrîkî û hîbrîd ên Çînê ji du qatan zêdetir bûye û gihiştiye asteke rekor a 349 hezar yekeyî. Di demekê de ku nirxê sotemeniyê li cîhanê bilind dibe, Çîn dixwaze para xwe ya ji sedî 60î di hilberîna bataryayan de wekî "petrola nû" bide naskirin.
Li aliyekî din, wî welatî bi rêjeyeke zêde pişta xwe bi wê yedeka stratejîk a 1,4 milyar bermîlî ve girêdaye ku di mezintirîn embara stratejîk a petrola xav de li ser asta cîhanê ye.
Di heman demê de, berpirsên Çînê gotûbêjên derbarê temamkirina boriya gaza (Hêza Sîbîrya-2) de bi Rûsyayê re lezandine da ku bibe cihgirê gaza Qeterê.
Çîn ne tenê di derbaskirina qeyrana niha ya enejiyê de serkeftî bûye, krîz veguhastiye da ku wan motorên navxweyî yên ku bi benzîn û mazotê kar dikin ji kar bixe.
Zerera herêmî
Di demekê de ku çavê cîhanê li guherîna nirxan e li ser ekranên bazara borseya New Yorkê, baca rasteqîn a şer welatên Kendavê didin.
Saziya Oxford Economicsê pêşbîniyên xwe yên ji bo rewşa aborî ya welatên Encumena Hevkariya Kendavê (GCC) bi rêjeyeke berçav kêm kirine û dibêje aboriya wan welatan ne tenê îsal geşe nake, bi rêjeya ji sedî 0,2 bi paş ve diçe.
Ji bo welatên wekî Qeterê ku beriya girtina rafineya Ras Laffanê, ji sedî 28ê gaza Çînê dabîn dikir, bandor bi awayekî mezin e ku pirsa man û nemanê ye.
Li Riyad û Dubayê, nirxê pêdiviyên sereke yên wekî birinc û mirîşkê bi rêjeya ji sedî 120 bilind bûne ji ber ku ji sedî 80yê xwarina wan welatan bi rêya Tengava Hurmizê digihîje wan.
Girtina Tengava Hurmizê ew neçar kirine ku pereyekî zêde ji bo barhilgirên asmanî yên neasayî xerc bikin.
Di navxweyê Îranê de jî, dirûşmên “berxwedan”ê rastiyeke navxweyî ya tehl vedişêrin ku ew jî hilweşîneke karesatbar e.
Li gorî modelên aborî û nexşeyên peykan, tê texmînkirin ku ji sedî 66ê şiyana pîşesaziya Îranê ji ber êrişên hûr ên Amerîka û Îsraîlê ji kar ketibe.
Şîrketa Pola ya Mubarekeya Îsfehanê ku demekê şanaziya pîşesaziya Îranê bû, ji kar ketiye.
Enflasyon di navxweyê wî welatî de ji sedî 100î derbas kiriye û vê yekê serwet û samana çîna navîn a Îranê ji nav biriye.
Dibe ku girtina Tengava Hurmizê dabînkirina cîhanî ya petrolê pûç kiribe lê dilê aboriya Îranê jî ji lêdanê xistiye.
Ewropa
Ewropaya ku hîn jî ji ber bandorên şerê Ukraynayê û destberdarbûna ji gaza Rûsyayê dinalîne, niha xwe di nava kabûsekê de dibîne; ne ew qasî parastî ye ku ewle be û ne jî ew qasî yekgirtî ye ku çalak be.
Nemana gaza Qeterê, nirxê gaza xwezayî li Ewropayê bi rêjeya ji sedî 180î di maweya şeş hefteyan de bilind kir.
Ji bo Almanyaya ku motora pîşesaziya Ewropayê ye, krîza enerjiyê bûye sedem ku şîrketên mezin ên kîmyayî yên wî welatî yên wekî BASFê bifikirin ku hilberîna xwe veguhêzin Amerîkaya Bakur ku lêçûna enerjiyê li wir niha ji sedî 400 erzantir e li gorî navxweyê welatê wan.
Lê şer "qezenceke tehl" gihandiye kerta berevaniyê ya Ewropayê.
Nirxê pişkên şîrketên Rheinmetall û BAE Systemsê piştî şerê Îranê bi rêjeya ji sedî 22 bilind bûne.
Şerê Îranê, Ewropayê neçar dike ku budceya xwe ya parastinê zêde bike. Tê texmînkirin ku zêdekirina budceya parastinê û kêmkirina budceya kertên din, salane ji sedî 0,9 ji geşeya aborî ya herêma Euroyê kêm bike.
Başûrê Asyayê
Başûrê Asyayê, ew herêma ku her çend ti pêwendiyên wê yên rasterast bi şerê Îranê re nîne lê herî zêde zerer dît.
Hindistana ku nêzîkî ji sedî 85ê petrola xwe hawirde dike, ji ber bilindbûna nirxên enerjiyê, kurthênana di bazirganiya wê de gihiştiye asteke metirsîdar.
Banka Navendî ya Hindistanê neçar ma tenê di maweya 40 rojên şer de, 25 milyar dolar ji rezervên diravê biyanî xerc bike da ku rê li ber daketina nirxê diravê xwe yê neteweyî (Rûpî) bigire.
Ji bo welatên wekî Pakistan û Bengladeşê, rewş xerabtir e. Ji ber bêbeşbûna wan ji gaza Qeterê, rojane rûbirûyî 12 demjimêran bêkarebayiyê bûne.
Hilberîna pîşesazî li Karaçî û Dakayê ji sedî 30 daketiye û ev yek bûye sedema derxistina bikom a karkeran.
Li van herêman, şerê Îranê ne tenê pirsa nirxê benzîn û mazotê ye, bûye pirsa aramiya civakî jî.
Rûsya serkeftiya şerê Îranê ye
Serkeftiyê vê trajediya cîhanî ku bi hezaran kîlometreyan dûrî eniyên şer e, li Moskowê rûniştiye.
Di pêngaveke pragmatîk de ji bo rêgirtina ji hilweşîna temamî ya bazara petrolê, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dorpêçên ser petrola Rûsyayê rakirin.
Hevdem bi nemana petrol û gaza Kendavê re, "keştiyên sîber" ên Rûsyayê ku tirsa wan ji wê yekê nîne şîrketên Ewropî wan sîgorte nakin, valahiyê tijî dikin û di her du hefteyan de carekê, 6 milyar Euro dahata zêdetir ji bo Rûsyayê peyda dikin.
Rewşa Amerîkayê
Her çend Amerîkî ji ber bilindbûna navîniya nirxê benzînê wekî 5,50 dolaran ji bo her galonekê (ku ji sedî 45 zêde bûye) hêrs û nerazî bin jî lê "mertalê petrola kevirî" ya Amerîkayê wekî dîwarekî jeopolîtîk ew welat parastiye.
Şîrketên mezin ên petrolê yên Amerîkayê di çaryeka yekem a îsal de 2,9 milyar dolar qezenca zêdetir kirine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump qebûl kiriye ku heta dawiya îsal nirxê benzîn û sotemeniyê di asteke bilind de dimîne û wekî tiştekî asayî bi nav kiriye lê Amerîka di demdirêj de serkeftiyeke sereke ya şerê Îranê ye.
Ji bo cara yekem, gaza xwezayî ya şilkirî ya Amerîkayê dibe stûna sereke ji bo seqamgîrkirina aboriya Japonyayê.
Ev ji bo Amerîkayê destkeft e û Japonyayê peymaneke neasayî ya 73 milyar dolaran bi Amerîkayê re di dawiya meha borî de pêk anî û bi vê yekê jî barê giran ê pişbestina ji sedî 90 bi çavkaniyên enerjiya Rojhilata Navîn ji ser milê xwe sivik kiriye.