Aferîn Renc Sengawî!

Vê sibehê min dîmenek ji programa Renc dît ku tê de Dr. Ferhad Pîrbal dibe mêvanê newext û ji nişka ve! Çend dadwer û mêvanên din jî di germiya diyalogeke fermî ya televizyonî de ne li ser mijara îdam û bidarvekirinê.

 

Dema Ferhad Pîrbal ji nişka ve derbasî programê dibe, bi aramî diçe û stûyê xwe dixe wê werîsa îdamê ku ji bo nimayişê li studyoyê hatiye hilawîstin.

 

Mêvan beriya Renc wî dibînin û bertekên normal nîşan didin û zêde ranahejin û tevlihev nabin. Herwiha daxwazê ji pêşkêşkarê programê Renc Sengawî dikin ku miqate be nebe ku Ferhad Pîrbal tiştekî bîne serê xwe!

 

Ha li vir performanseke pir bedew derdikeve holê. Ferhad standarda studyoyê dişikîne û wê dike cihek ji bo nimayişê. Renc Sengawî vê li xwe nayîne der. Bi awayekî normal berê xwe dide kamerayê û daxwaz dike ku piştî navbirekê dîsa bê xizmeta temaşevanan.

 

 

Lê tevî vê jî, ew vîdyoya ku min dît, program tê de berdewam e û Ferhad jî piştî şikandina maseyeke li pêşberî qaziyan, rûbirûyî wan dibe da berevanî û dadweriyeke qanûnî li pirsgirêkên wî bikin.

 

Dîmen pir balkêş e û programa Li gel Renc a kanala Rûdawê digihîne gupîtka wê li derveyî plana ku berê jê re hatibû danîn.

 

Li gor min, girîngiya vê dîmenê ew e ku hem mêvan û Renc bi xwe jî, bi dilekî pir mezin û bi bêhneke fireh Ferhadê ku rûniştina wan binpê jî kiriye, qebûl dikin. Herwiha ewqasî rê jê re çêdikin ku Ferhad poşman dibe ji tevgera ku pê rabûye û li ser erda studyoyê rûdine.

 

Lê Renc Sengawî diçe kursiyekî ji Ferhad re tîne û bi wêrekî realîteyê qebûl dike û vê peyamê li ber guhê me dixe: Ku ew li dijî cezakirinê ye û li gel aştkirin û guhdarîkirina li tawanbar e.

 

Eger ev dîmen li dîwanxane yan baregeha partiyekê yan kesayetî û civatekê bûya, wê Ferhad bi kulm û dehfan derxistana derve. Kultûra qewitandina derve, kultûreke bertekê ya civaka me ye.

 

 

Lê belê Renc Sengawî nexwest wek dîwanxane, ne jî wek berpirsên hizbî yan civatgêran tevbigere. Wî rewş pejirand û rêya Ferhad jî çêkir û ew kir mêvanekî newext û ji nişka ve û paşê got ku ew dereng hatiye.

 

Ev gotinên Sengawî ji bo Ferhad Pîrbal girîng bûn. Lê ji vê girîngtir jî ew bû ku Ferhad bi xwe, pirsgirêkeke felsefî ya girîng derbarê dadweriyê ji zimanê Albert Einstein berçav kir: Pêwist e hakim bizane di dema hukmdanê de, ne tenê zanayî yan zanyariyan, lê belê xeyal û wijdana xwe jî bi kar bîne.

 

Ev bi tamamî rast e. Kant ji mêj ve gotiye ku dadwerî bêyî bikaranîna wijdan û aşop û fantaziyê li dijî dadweriyê ye. Ez dixwazim dadwerî li herêma me negihe girêkeke kor û nexetime.

 

Hertim di wan deman de ku divê doz li ser hîmê agahiyên hûr hukm derbarê wan bê dayîn, pêwist e dadwer berçavka wijdanî deyne ber çavên xwe da ku dadweriyeke wijdanî jî bike.

 

Aferîn Renc Sengawî ku te naveroka programa xwe ya axaftina li ser "Tu bi îdamê re yî yan na?" kir kirdeya biryar û hukmdan û nîşandana pratîk a wê hukmdanê bi awayekî wijdanî.

 

Renc karîbû Ferhad Pîrbal ji studyoyê biavêje derve, karîbû li dijî naveroka programa xwe tevbigere. Karîbû ji ber protokola televizyonê û temaşevanên rêzdar, gelek tiştan bike.

 

Lê diyar e Renc Sengawî mîna axa û kesên bihêz û berpirsan tev negeriya. Lê belê reftar û tevgera wî tevgereke mirovî û dadmend bû.

 

Spas ji nahiyeya Sengaw re ku ev Rencê xwedî wijdan pêşkêşî me kir. Spas Rencê hêja ku te dostê min ê kevn neşikand û şermezar nekir.                                                                          

 

 

Rêbwar Sîweylî