Qonaxên çaverêkirî li gorî manîfestoya nû ya Ocalan

Şîrwan Şemêranî

Di peyama xwe ya vîdeoyî ya 09.07.2025an de, Ocalan berê xwe da alîgirên xwe û got, "Bila ew manîfestoya nû ya ku 09.05.2025an hatiye nivîsandin, di paşerojê de bibe bernameya karê we."

Ev gotara me jî di ronahiya xwendineke kûr a wê manîfestoyê de tê nivîsandin û giranî li ser wî warî tê danîn ku taybet e bi pêngavên borî û yên ku tê payîn çi li Tirkiyeyê, çi li Qendîlê bên avêtin.

Yekem: Cewherê manîfestoyê ji şêwaza hizirîn û nêrîna Ocalan a ji bo xwe û ji bo herêmê weke xilaskarekî çavkanî girtiye.

Ocalan hewl daye ku xwendinekê ji seranserê krîzên cîhanê re bike, paşê xwe wekî bîrmendekî – fîlozofekî – cîhanî pêşkêş dike û çareseriyan ji bo tevahiya cîhanê datîne, wekî ku dibêje:

"Li ser vê sifreya felsefî... gotûbêj li ser çareseriya pirsgirêkên cîhanê hat kirin û ji bo wê nerehetiya kombûyî ya ku mirovahî li çareseriya wê digere, " û amaje pê dike ku wî bi vî karî barê giran ê ser cîhanê rakiriye. Vêca, ew di çarçoveya nêrîna xwe ya ji bo cîhaneke nû de, ji bo pirsgirêka Kurdan çareyeke din a cuda ji metoda xwe ya berê datîne.

Cîhanbîniya Ocalan bi xwe, yê ku wekî sosyalîstekî tundrew û girtî ji bo îsbatkirina hebûna Kurdan û bidestxistina mafên wan têkoşîna çekdarî dikir, guheriye bo komuna sosyalîst-demokratîk an jî modernîteya demokratîk.

Ev tê wateya ku ew hîn jî di çarçoveyeke laîk a dûrî kapîtalîzm û sosyalîzma girtî ya Maoîst an Marksîst de difikire û di bin navê neteweya demokratîk – civaka demokratîk de hewl daye ku têkoşîna gelê Kurd ji wan nêrînên wî yên felsefî yên nû ku berdewam diguherin, ne cuda be, ne tenê li Tirkiyeyê lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê. Li vir û di vê gotarê de em tenê behsa pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dikin û xwe ji xalên din ên manîfestoyê dûr digirin.

Duyem: Çima danîna çekan?

Ji bo bersiva vê pirsê, divê em bipirsin çima çek hate hildan û ew xebata bi xwîn a ku 52 salan dom kir û nêzîkî 50 hezar şehîd û kuştî bûn qurbaniyên wê rêyê?

Ocalan dibêje: Têkoşîna çekdarî yan şerê azadîxwaziya neteweyî, bersiveke gelekî tund bû li hemberî înkarkirina hebûna neteweyî ya Kurdan li Tirkiyeyê, ne tenê înkarkirina hebûnê, belkî jenosîd û qirkirina etnîkî li hemberî me hat kirin, ji ber ku dewleteke neteweyî ya kapîtalîst ku cewherê wê wisa ye, bi darê zorê yekîtî û yekrengiya gelên di nav dewletê de ferz dike.

Piştî 50 salan, niha ew qonax derbas bû, yanî bi wê têkoşîna çekdarî me karî ku em hebûna Kurdan li Tirkiyeyê û li cîhanê jî îsbat bikin û niha em di qonaxeke nû re derbas dibin, ew jî têkçûna wê îdeolojiya sosyalîst e ku çarçoveya fikrî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêk tîne, tevî mikurhatina li hebûna Kurdan.

Loma, dema avêtina pêngaveke din e, ew jî bidestxistina maf û azadiyên neteweya Kurd e û ev yek bi têkoşîna çekdarî nabe, belkî bi siyaseteke demokratîk di nav civakeke demokratîk de sergihayî dibe.

PKK jî bi vê pêkhateya xwe ya heyî, li pêşiya bidestxistina azadiyê û avakirina civaka demokratîk kelem e. Dewlet jî dibêje heta Qendîl hebe, tu pêngav nayên avêtin, loma divê: PKK nemîne, xwe hilweşîne, ji ber ku serdema wê bi dawî bûye...

Ocalan têgeha "dema wê derbas bûye" – ekspayer – bi kar tîne. Ew di wê baweriyê de ye ku ji salên nodî ve PKK ketiye nav krîzeke îdeolojîk, vêca, ji niha û pê ve "ne çek, lê belê siyaset dê di dest de be".

Hevdem ligel krîza îdeolojîk û nemana nirxê têkoşîna çekdarî, Ocalan dev ji fikra dewleta neteweyî jî berdaye, ji ber ku ew dibêje dewleta neteweyî wekç amûra çewisandina neteweyên din hat bikaranîn, lewra li cîhanê têk çû û ji aliyê Îngilîzan ve û bi rêya Sykes-Picotê anîn herêma me ji bo perçekirina gelên herêmê.

Lewra dewleta neteweyî çawa ku ji bo Tirk, Ereb û Farisan têkçûnek e, divê ji bo Kurdan jî nebe û ev jî bingeha fikrî ya Ocalan e ku bi temamî guheriye û di wê çarçoveyê de – federalîzm – otonomî yan her cure rêxistinbûneke din a rêveberiyê ya li ser bingeha neteweyî red dike.

Nexwe çi? Ew tişta ku navê wê dike (Civaka Demokratîk) e ku tê de gelê Kurd digihîje hemû mafên xwe yên azadîxwaz di çarçoveya welatekî demokratîk û ne-neteweyî de.

Sêyem: Ocalan gelek caran dubare dike ku ev kar bi yek alî nabe, têkoşîna siyasî û civaka demokratîk hewceyî dewleteke demokratîk e. Yanî eger dewleta Tirkiyeyê pêngavên pêwîst li hemberî neavêje, xeyal dikin eger wisa bifikirin ku tenê bi veşartina çekan pirsgirêk kuta dibe.

Na, kuta nabe, bi cure û şêwazekî din ji nû ve derdikeve holê û ji bo vê jî derxistina zagonan û piştgiriya destûrî pêwîst e. Têkoşîna siyasî ji bo mafan e, siyaset jî bi zagonan tê birêxistinkirin, eger zagon nebin, ti garantiyek namîne.

Ji bo ku li şûna bikaranîna çekan li dijî neyarên gelê Kurd siyaseteke demokratîk were meşandin, pêwîstî bi çarçoveyeke yasayî heye. Wekî din, tevahiya vebûna ku li hemberî Kurdan heye, dê ji holê rabe, her gava ku di siyaseta desthilatdaran de guhertin çêbibin.

Çarem: Divê çi bê kirin?

Erdogan û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) wekî desthilatdar, xwedî ezmûneke neserkeftî ne li gel pêvajoya aştiyê ya 2015an. Wekî din, Tirkiye dewletek e ku desthilatdarên wê bi rêya hilbijartin û parlamentoyê tên guhertin.

Loma dewlet, ji bo ku nijadperestên Tûranî ji bo têkbirina wê bi kar neynin, bi hestyariyeke bêsînor bi pêşveçûna pêngavan re tevdigerin. Hin pêngav hene ku diviyabû ji aliyê saziyên fermî ve bihatana avêtin lê her ji ber vê sedemê yan hincetê nehatine avêtin.

Vêga piştî rijdiya ji aliyê – PKK – a berê û – Civaka Aştî û Demokrasiyê – ya niha ve, dewlet bi niyet e pêngavan bavêje. Parlamentoya Tirkiyeyê sêşem an çarşema bê dê komîsyoneke ji 35 endaman pêk bîne û dê hemû fraksiyon, çi mezin çi biçûk, tê de beşdar bibin, bi mebesta ku ev prose mohreke niştimanî ya Tirkiyeyî werbigire. Her pêngaveke ku – Civaka Aştî û Demokrasiyê – bavêje, dewlet jî dê pêngavekê bavêje.

Yek ji wan pêkhateyên siyasî ku dê guhertin tê de çêbibin, Partiya DEMê ye. Partiya DEMê navê xwe - Partiya Gelan a Demokratîk - ji fikra Ocalan wergirtiye. Tiştê li pêşiya wê ev çar xalên hanê ne:

Endamên PKKê yên berê ku vedigerin Tirkiyeyê, dê ji aliyê Partiya DEMê ve bên hembêzkirin.

Dê kongreyekê ji bo ji nû ve xwe avakirinê li dar bixe.

Dê navê xwe biguherîne û bike (Partiya Komarî ya Demokratîk) ku ev pêşniyara Ocalan e.

Dê ji partiyeke bi nasnameya Kurdî veguhere partiyeke Tirkiyeyî ku hemû niştecih û gelên Tirkiyeyê di nav xwe de bihewîne, xasma çepgir û kesên ku dixwazin bêyî cudahiya ol û mezhebê bibin endam di refên wê de.

Bi vî rengî, têkoşîna çekdarî ya rizgarîxwaziya Kurdan li Tirkiyeyê bi dawî dibe û têkoşîna demokratîk, siyasî û yasayî dest pê dike, ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê, ne tenê ji bo gelê Kurd.

Ocalan jî dê wekî rêberê îdeolojîk bimîne û di asta tevahiya Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê de tevbigere – wekî ku ew bi xwe dixwaze û hewl dide – ku ev yek xewneke wî ya kevnar e.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)