Êdî çekên we, we naparêzin!

Beriya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan, Rojhilata Navîn li pêşber dîzayneke mezin a dîrokî bû. Dîzayneke ku, rast e, dest di sînorên dewletan de wer nedikir, weke ku di peymanên Sykesê Brîtanî û Picotê Fransî de di sala 1916an de hatibû behskirin lê li ser asta jeopolîtîk û bi awayekî sîstematîk û binyadî, Rojhilata Navîn li ser du qadên mezin dabeş dikir: Qadeke Îranî û qadeke Siûdî.

Qadeke Îranî ku li ser bingeha rejîma mîlîsgeriyê, mîlîsên dewletê, dewleta mîlîsan hatibû avakirin, û her wiha qadeke Siûdî ku li ser bingeha otorîterîzmê, otorîterîzma dewletê û dewleta otorîter hatibû avakirin!

Di navbera 2003 û 2023yan de, ev her du model di rûber û qadên ewlekarî, serbazî, ragihandin, dîplomasî û aboriyê de, gelekî tund û bi rêya komên xwe yên proksî li hember hev derketin û Îraq, Libnan, Sûriye, Yemen, Filistîn û Kurdistan jî qada van pevçûnan bûn. Tewra di hin rewşên taybet de, axa Îran û Erebistana Siûdiyê bi xwe jî rasterast bûn sehneya nîşandana pevçûnan.

Piştî 20 salan ji rûbirûbûneke xwîndar, Erebistana Siûdî û Komara Îslamî ya Îranê gihiştin wê baweriyê ku ti yek ji wan bi tenê nikare hegemoniya xwe li seranserê Rojhilata Navîn ferz bike û modela xwe ya dewletdariyê li ser hemû qadan bi cih bike.

Ji vir û piştî çendîn civînan li Oman û Îraqê, di 10ê Adara 2023yan de, Tehran û Riyadê peymaneke dîrokî li Pekîna paytexta Çînê îmze kir.

Li gorî vê peymana ku min navê wê kiribû (Pax Saudo-Îranî ji bo ji nû ve birêxistinkirina Rojhilata Navîn), Îraq, Libnan, Sûriye, Yemen û Filistîn ji bo modela mîlîsgeriya Îranî hatibûn beralîkirin û welatên Kendavê, Misir û Urdun jî bi modela otorîterîzma Siûdî hatibûn spartin.

Îsraîl û Tirkiye jî ku du hêzên mezin ên Rojhilata Navîn in, her yek ji wan di çarçoveyeke taybet de û bi amûr û mekanîzmayên taybet bi xwe, bêhtir nêzîkî modela Siûdî bûn ne ku modela Îranî.

Îsraîl bi rêya Peymanên Abraham û Tirkiye jî piştî asayîkirina têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî û Îmaratê re, hest pê nedikirin ku ev birêxistinkirina nû gefek e li ser berjewendiyên wan ên jiyanî yan stratejîk.

Heft mehan bi şûn de, tevahiya hevkêşeyan 180 pileyî guherîn. Di 7ê Çiriya Pêşîn de, zêdetirî 2000 serbazên Tevgera Hemasê êrişî Îsraîlê kirin û ji bo cara yekemîn di dîrokê de şer birin nav axa Îsraîlê û 1200 Îsraîlî komkuj kirin û 250 kesên din jî weke rehîne girtin.

Pêwîstiya artêşa Îsraîlê bi 72 saetan hebû da ku xwe birêxistin bike û herêman kontrola bike û xwe ji bo şerekî seranserî amade bike.

Di bîreweriya kolektîf a Îsraîliyan de, 7ê Çiriya Pêşîn (2003) lap nola Holokosta duyemîn tê dîtin. Ew di wê baweriyê de bûn û hîn jî di wê baweriyê de ne ku mumkin bû di 7ê Çiriya Pêşîn de dawî li Îsraîlê bihata û tiştek bi navê çîroka Îsraîlê li holê nemaya.

Her wiha, ew her ji destpêkê ve di wê baweriyê de bûn û heta niha jî di wê baweriyê de ne ku Hemas ji bilî amûrekê ji bo cîbicîkirina 7ê Çiriya Pêşîn ne tiştekî din bûye, eger na berpirsiyarê yekem tenê û tenê Komara Îslamî ya Îranê ye û hew.

Di demekê de ku ne tenê ti belgeyek li holê tune ye ku haya Komara Îslamî ji dûr û nêz ve ji nexşeya 7ê Çiriya Pêşîn hebûbe lê belê berevajî vê yekê, 7ê Çiriya Pêşîn ji sed’ 100 li dijî tevahiya berjewendiyên bilind ên Komara Îslamî li herêmê bû.

Lê di rastiyê de kî berpirsiyarê rasteqîn e zêde ne girîng e; ya girîng ew e ku Îsraîl di wê baweriyê de ye ku kî berpirsiyarê rasteqîn e û divê heyf ji kê were stendin û ji bo parastina ewlekarî û aramiya jiyanî ya Îsraîlê, divê kî bi dawî bibe.

Di bersiva van pirsan de, Tel Evîvê rasterast û bi eşkereyî nîşana xwe ya ji bo hingavtin û lêxistinê destnîşan kiriye ku ew jî Komara Îslamî ya Îranê û tevahiya proksiyên (dûvelankên) wê yên li Libnan, Sûriye, Yemen, Filistîn û Îraqê ne.

Ji kêlîka 7ê Çiriya Pêşîn ve êdî dawî li cîhanekê tê û destpêka cîhaneke din li herêmê dest pê dike. Di vê cîhana nû de, ne tenê dê dawî li rejîma mîlîsgeriyê li Rojhilata Navîn were lê belê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe jî, eger dawî lê neyê jî, divê weke Îraqa salên nodî yên sedsala borî, ewqas were lawazkirin ku her tim li ser keviya mirinê be.

Ango, êdî Komara Îslamî nikare ji bo bidestxistina çekên atomî bixebite, êdî mafê wê tune ye ku xwedî binesaziyeke balîstî ya bihêz be, herwiha êdî mafê wê tune ye ku destwerdanê di karûbarên welatên wê herêmê de bike ku di peymana Siûdî û Îranê de jê re hatibû destnîşankirin.

Niha û piştî bidawîhatina rejîma Esed li Sûriyê û piştî ji derb xistina Komara Îslamî ya Îranê di şerê 12 rojî de, Îraq û Libnan di nav ezmûneke gelekî dijwar de ne. Gelo Hizbulah li Libnanê û Heşda Şeibî li Îraqê, ji wan guhertinên mezin ên ku piştî 7ê Çiriya Pêşîn li herêmê qewimîne, têgihiştine?

Gelo ev her du platform ji wê yekê têgihiştine ku heger rûpeleke nû li gel her du dewletên xwe venekin, ber bi mirineke misoger ve diçin? Gelo sîstema amadebaşiya wan rê dide wan ku lêvegera xwe ji Îranê veguherînin Libnan û Îraqê?

Her ji destpêkê ve, çîrokeke me derbarê çekên Hizbulah li Libnanê û Heşdê li Îraqê heye. Di nav vê çîrokê de, çeka van her du koman ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Şîeyan li Libnan û Îraqê ye.

Biryar e ev çek Şîeyên van her du welatan biparêze. Biryar e bibe îfadeya xewnên Şîeyan li van her du welatan. Biryar e bibe mekanîzmayek ji bo dabînkirina jiyaneke baştir ji bo Şîeyan, ji nû ve avakirina deverên wan, dabînkirina xizmetguzariyên zêdetir, perwerdehiyeke baştir, xwendineke bi nirxtir, tenduristiyeke bibandortir û hwd.

Lê belê bi kêmanî piştî bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn, me hemûyan dît ku çekên Hizbulah û Heşdê ne tenê yek ji van armancan bi cih neanîn, lê belê nekarîn serkirdeyên xwe jî ji kuştina komî biparêzin.

Ji vir û pê ve, Heşd û Hizbulah li ber durêyaneke çûn û nehatê ne: devjêberdana çekan da ku bikaribin di qada siyasî de xizmeta pêkhateya Şîe li van her du dewletan bikin, an jî berdewambûna li ser çekekî ku ji bilî wateya gavavêtina ber bi xwekuştineke trajedîk ve ti wateyeke wê nemaye, ku di dawiyê de ne tenê ew, lê belê dibe ku pêkhateya wan jî baca wê ya giran bide.

Di vê durêyanê de, divê Heşd û Hizbulah di navbera Îranê ji aliyekî ve, û Îraq ji bo Heşdê û Libnan ji bo Hizbulahê ji aliyê din ve, biryara bijardeya xwe bidin. Gelo bi rastî dikarin bi awayekî durist rûbirûyî endamên xwe bibin û ji wan re bibêjin: "We li Îraqê beşdarî şerê DAIŞê kir û we li Libnanê şerê rizgarkirina başûr li hember Îsraîlê kir, lê niha li Îraqê DAIŞ nemaye û li Libnanê jî eger em dev ji çekan berdin, civaka navneteweyî garantiyê dide ku Îsraîl neçarî vekişîna ji wan pênc xalan bike ku dagir kiriye". Ji wan re bibêjin: "Êdî dema radestkirina çekan bi dewletê hatiye!"

Gelo dikarin, ji vir û pê ve, li şûna ku wan bişînin eniyên mirinê, pêşniyaza jiyaneke baştir û paşerojeke geştir ji wan re bikin û li şûna ku wan weke şervan perwerde bikin, wan perwerde bikin da ku bibin balyoz, parlamenter, siyasetmedar, aktorên civaka sivîl, mamosteyên zanîngehê yan serbazên fermî yên artêşa dewleteke xurt?

Bêguman ev derbasbûn bi ti awayî ne pêvajoyeke hêsan e û tijî astengiyên him zêde û him jî aloz e: Ji wê yekê bigire ku divê Komara Îslamî fêm bike ku êdî rê nayê dayîn ku van koman li dijî dewletên wan û li Rojhilata Navîn a nû û li dijî berjewendiyên Rojava li herêmê bi kar bîne, heta digihîje wê yekê ku divê ev kom bi xwe têkiliyên xwe yên organîk, îdeolojîk û stratejîk bi Tehranê re qut bikin û ji vir û pê ve li şûna ku Îranî bin, divê Libnanî û Îraqî bin.

Lê tiştê ku ne aloz e û li cem hemû aliyan zelal û eşkere ye, ew e ku di Rojhilata Navîn a piştî 7ê Çiriya Pêşîn de, biryar e ku êdî cih ji bo rejîma mîlîsgeriyê, mîlîsên dewletê û dewleta mîlîsan di guhertoya wê ya Îranî de nemîne.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)