Helîm Beg û Marta Hansson: Çîroka evîneke nîvcomayî

Bîranînên Mûsa Anter tijî bûyer û çîrokên balkêş in. Mûsa Anter neteweperwerî û nasnameya Kurdî wekî ben girtiye û hemû çîrokên xwe wekî libên tesbîhê li ser rêz kirine ku xwedî nirxeke dîrokî ya mezin in.

Dema ez li bernameyên "Pencemor" vedigerim, ez rastî bi dehan çîrok û serpêhatiyên dîrokî têm ku dibe tama bîranînên Mûsa Anter an jî yên Hêjar Mukriyanî bidin.

Kesayetiyên bernameyê curbecur in û wekî Kurd dibêjin, "her kes li ser awaza xwe distrê" lê Kurd û neteweperweriya Kurdan bingeha hevpar a beşeke mezin a çîrokan e.

Yek ji wan kesayetiyan ku di nav xwendekaran û di Partiya Demokrat a Kurdistanê de li derveyî Kurdistanê berpirsiyarî girtibû û berê nûnerê Şoreşa Kurdistanê û General Barzanî li Swêd û Ewropayê bû, Cemal Alemdar e.

Di salên dawî de, dostaniya min bi wî re geş bû û me çend caran li Stockholmê hev dît. Dema me di bernameya "Pencemor"ê de sindoqa bîranînên zêdetirî şêst salên xerîbiyê vekir, ew tijî bîranîn û çîrokên curbecur bû. Yek ji wan çîrokan, çîroka evîna Helîm Beg û Marta Hansson bû.

Ev evîn sedema sereke bû ku Marta Hansson heta mirina xwe wekî şimayekê ji bo Kurdan bişewite. Dostaniya Marta Hansson bi Kurdan re ne ji bo berjewendiyeke madî bû lê ji evîneke ne temambûyî diherikî û bi parastina rûmeta mirovahiyê û dijberiya dagirkeriyê reng girtibû.

Çîroka nasîna Cemal Alemdar û Marta Hansson piştî weşandina gotareke Cemal Alemdar di rojnameya navdar a Swêdê "Aftonbladet" de sala 1966an dest pê dike. Di wê gotarê de, wî bi dengekî bilind daxwaza rizgarkirina neteweya Kurd û piştgiriya şoreşa wê kiribû.

Wekî ku Qadir Dîlan dibêje, rewş gihîştibû radeyekê ku "ne tenê cam şikestibûn, rez jî şewitîbûn", ango dijminatiya hikûmeta Îraqê gihîştibû astekê ku êdî ne tenê sivîl û Pêşmerge dikirin hedef her wiha armanc şewitandina tevahiya Kurdistanê bû.

Piştî wê gotarê, Marta bi Alemdar re dikeve têkiliyê û her tiştê xwe dixe xizmeta wî. Min xwest ez bersiva pirsa "çima Marta Hansson barê xemên Kurdan girt ser milên xwe" bibînim, lewma min ji Cemal Alemdar pirsî: "Sira ku hişt Marta bi vî rengî ji bo Kurdan bişewite çi bû?"

Kak Cemal destê xwe li simbêlên xwe gerand ku her mûyek jê ber bi aliyekî ve diçû, paşê xwe rast kir û got:

"Welleh, min rojekê heman pirs ji Xanim Marta kir, ji ber ku ez gelekî meraqdar bûm. Dema min bi vê pirsê bîranînên wê yên gelek salan anî bîra wê, wê got, 'Bavê min balyozê Swêdê yê Qahîreyê bû û ez nû gihiştibûm wir. Osmaniyan jî nûnertiya wan li Qahîreyê hebû. Xortekî bedew hebû bi navê Helîm Beg ku kesê sêyemîn ê nûnertiya Osmaniyan bû û Kurd bû. Carekê, ew ji bo şahiyekê hatibû vexwendin balyozxaneya Swêdê û me li wir hev dît. Ji hevdîtina yekem ve, dilê min kete wî û ez evîndarê wî bûm. Diyar bû ku hestên wî jî wekî yên min bûn, lewma min jê xwest ku destê min bixwaze lê wî ji ber ku ez Mesîhî bûm û ew Misilman bû, ev yek bi guncav nedît û daxwaza min red kir. Lê evîna wî di dilê min de ma û netemirî, û venemirî.`”

Şêxê Sen'an bi hemû mezinahiya xwe, ji bo keçeke ne Misilman ji Îslamê derket lê Helîm Beg heman rê neşopand. Hinek Kurdên Misilman ên di nav dewleta Osmanî de ji her kesî zêdetir bi dînê xwe ve girêdayî bûn. Eşkere ye ku ev evîn bû sedem ku Marta Hansson ji Kurdan hez bike. Stranbêjekî Kurd dibêje:

Ew refên xaniyên li dora mala we
Ji ber te ez ji hemûyan hez dikim

Diyar e ku Marta bi çavên Helîm Beg ji hemû Kurdan hez kir.

Marta Hansson, Cemal Alemdar, Selahedîn Rastgeldî û çend kesên din sala 1966an yekemîn Komîteya Swêdî-Kurdî ava kir ku di wê demê de tiştekî bêhempa bû.

Dema ku Cemal Alemdar bi rêya Märta hîn dibe ku Helîm Beg hîn sax e û li Qahîreyê dijî, pêşniyar dike ku bi navê Komîteya Swêdî-Kurdî vexwendnameyekê jê re bişînin, helbet bi agahdariya Marta Hansson ku çend caran ew bi taybetî vexwendibû Swêdê lê nehatibû.

Dibe ku Xwedê dilê wî nerm bike û ev ne dawiya çîroka Märta be! Belê, Helîm Beg ku hîn jî tîrêja neteweperweriya Kurdî di dilê wî de mabû, vexwendina Kurdî qebûl dike. Dema ku ew digihîje Balfirgeha Stockholmê, Komîteya Swêdî-Kurdî, Marta Hansson û mêrê wê di rêzê de disekinin ji bo pêşwaziya Cenabê Helîm Beg! Tevî ku Helîm Beg bi alîkariya gopalê xwe dimeşe jî dema ku destê xwe dixe destê Marta Hansson, çavên herduyan bi hêsiran tije dibin.

Kak Cemal got, “Tiştê ecêb ji bo min mêrê Marta Hansson bû, digot, 'Binêre Cemal, welleh wisa dixuye ku ew hîn jî ji Helîm Beg bêtir ji min hez dike!'”

Helîm Beg demekê dibe mêvanê Komîteya Swêdî-Kurdî û Märta Hansson. Kak Cemal Alemdar û hevalên wî girîngiyeke mezin da wî û neteweperweriya wî heta radeyekê zindî kir ku Helîm Beg dibêje: "Xwedê ji aliyê cografî ve neheqiyeke mezin li me Kurdan kiriye, me daniye cihekî ku bi dewletên neyar dorpêçkirî ye. Me ji wan çi fêr kir ji bilî kuştin û komkujiyê? Û wan çi maf ji Kurdan re rewa dît?"

Ew bi xwe bersivê dide: "Tiştek!"

Kak Cemal got, “Piştî van hemû salan, hestên Kurdî yên Helîm Beg hîn jî xurt bûn.”

Piştî demekê, Helîm Beg vedigere Qahîreyê. Dibe ku ew hevdîtina wî ya dawî bi Kurdan re bû. Niha Marta û Helîm Beg her du jî wefat kirine lê ez bawer dikim ku Marta heta li cîhana din jî dev ji Helîm Beg û Kurdan bernade. Lewma min xwest bi vê gotara kurt Marta Hansson û di şexsê wê de hemû dostên Kurdan ên ku di rojên zor û zehmet de li kêleka neteweya me sekinîn, bi bîr bînim.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)