Bila Demîrtaş Obama yan Lincoln be?

Girtina Demîrtaş û hevalên wî ne sûprîz bû. Berovajî wê, pir bi paş jî ketibû. Erdoganê piştî derbeyê Erdoganê bikaranîna derfetê ji bo lezandina cîbicîkirina planên xwe yên dîktatorî ye. HDPê bi wê siyaseta xwe ya çewt ku meşand, eynî ew tişt kir ku Erdogan dixwest.


Salekê beriya niha bînin bîra xwe. Partiyeke Tirkiyeyî bi ajendayeke kurdî bû yek ji mezintirîn partiyên Parlamentoya Tirkiyê. Kurdên Bakur ji dinyayê re teqez kiribûn ku ew ne tenê ne Tirkên Çiyayî ne, lê eger derfeta siyasî werbigirin “Obamayê Kurd” jî dê ji nav wan derkeve!


Rast e bi saya AKP û Erdogan ev derfeta nû ji Kurdên Tirkiyeyê re hat peydakirin, lê qezenca mezin PKKê dikir. Çimkî ji dinyayê re teqez dikir ku tevgera wan ne ya çend kesên terorîst e ku ji bilî kuştin û revandin û teqandinê tiştekî din nizanin, lê ya wan kesan e jî ku dizanin çawa di civakeke sivîl û modern de kar bikin.


Beşekî girîng yê vê guherîna nû, berhema lixweveger û jinûve xwendinên Abdullah Ocalan bû. Aliyên ku di vê proseyê de ziyandar jî dibûn sê kom bûn: Alîgirên Fethullah Gülen û baskê şerxwaz yê Erdogançiyan û Apoçî. Helbet ji bilî van jî hêzên wek Îranê hene ku berjewendiya wan di aramiya Tirkiyeyê de nîne û hevkariya her hêzekê dikin wê nearamiyê misoger bike.


Serkirdekî berê yê PKKê ji min re behs kir ku di sala 1999an de yek ji daxwazên Îranê ji PKKê ew bû piştî girtina Ocalan, PKKê dest bi şerê bajaran bike. Yanî heman ew şerê xendekan ku di du salên borî de çend bajarên Bakurê Kurdistanê wêran kir û ti destkefteke wê jî nebû.


Ezê vegerim salekê beriya niha. HDPê bi wê destkefta siyasî ya mezin ku bi rêya sindoqên dengdanê bidest xist, ji aliyê gelek dostên xwe ve hat teşwîqkirin ku here nav hikûmetekê tevî AKPê ku êdî nikarîbû hikûmeta piraniyê pêk bîne. Armanc zelal bû: Kurdên ku berê hebûna wan li Tirkiyeyê dihat înkarkirin, dibûn beşek ji desthilatdariya heman Tirkiyeyê.


Wê çaxê rêberê wan yê moralî jî nedibû êdî di zindanê de bimîne. Hêncet jî nediket destê Erdogan tiştê anî serê kurdan bîne serê wan. Çimkî PKKê dev ji dirûşma serxwebûnê berdaye û HDPê xwe ne wek partiyeke Kurdistanî, lê wek partiyeke Tirkiyeyî dide naskirin, naxwe çima divê derfeta beşdariya di desthilatdariyê de red bike?! 


HDP û Demîrtaş berovajî wê yekê kar kirin ku Abraham Lincoln di serdema xwe de li Amerîkayê kir. Ew rêberê mezintirîn partiya welatê xwe bû, lê gava mesele hate ser wê yekê ku armanca wî ya mezin, ku redkirina koledariyê bû, bike kirdar; rastî dijberiya serkirdên partiya xwe hat. Ocalan, HDP û Demîrtaş jî heman tişt bi Qendîlê re hat serê wan.


Lê cudahî ew e ku Lincoln ji partiya xwe derket û partiyeke nû dirust kir ku heta îro jî yek ji bihêztirîn partiyên Amerîkayê ye û serokên wek George Bush (bav û kur) jê hatine û navê wê Partiya Komarî ye. Lê partiya wî ya berê ji sedsala nozdehan ve nema û baca xeletiya serkirdên xwe da.


Wêrekiya Lincoln ji Ocalan û Demîrtaş re pêwist bû û pêwist e da armanca xwe ya mezin bi wê rêya rast ku dabûne ser pêk bînin, nebûbana dîlê destê biryara wê Qendîla ku tecrûbeya wê ya rojeke tenê jî di desthilatdarî û xebata sivîl de tune. Lewra bi biryara çewt hêncet da destê dîktatorê nû yê Tirkiyeyê ku Obamayê Kurd bixe zindanê de.