Yedeka diravê biyanî ya Îraqê di sala 2026an de

Hewlêr (Rûdaw) - Yedeka diravê biyanî ya Îraqê meh bi meh ber bi daketinê ve diçe. Di du mehên îsal de 4,5 trilyon dînar û di çar salên borî de jî 14,2 trilyon dînar daketiye. Lê belê asta daketina zêdetir yan bilindbûna îsal bi rewşa Tengava Hurmiz, bihayê zêr û xercên xebitandin û hilberînê ve girêdayî ye.

Li gorî amarên Banka Navendî ya Îraqê, di du mehên destpêka sala 2026an de (ji 29ê Kanûna Paşîn heta 19ê Adarê) yedeka diravê biyanî ya Îraqê ji 131 trilyon dînarî bo 126,4 trilyon dînarî daketiye.

Ango mîqdarê wî pereyê ku di yedeka Banka Navendî ya Îraqê de di wan 59 rojan de kêm bûye, 4,5 trilyon dînar (3,4 milyar dolar) bûye.

Bilindbûn û daketina yedeka diravê biyanî ya Îraqê di maweyê kurt-dem de zêdetir bi bihayê bermîlek petrol û bihayê zêr ve girêdayî ye. Lê ya ku di çar salên borî de rû daye, zêdetir ji ber zêdebûna xercan, bi taybetî jî xercên xebitandinê li hemberî dahata wê bûye.

Niha ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê di qonaxa agirbestê de ye, rewşa Tengava Hurmizê metirsiyeke din ji bo dahata Îraqê çêkiriye û bandoreke temam li ser yedeka diravê biyanî ya Îraqê dike. Çimkî mîqdarê wê dahata ku ji petrolê vedigere bo Wezareta Darayî û dide Banka Navendî ya Îraqê, tenê yek li ser çarê kêmtirîn xercên mehane û yek li ser heştê zêdetirîn xercên mehane yên Îraqê tije dike. Her kîjan be, divê Îraq pereyê yedekê ji bo tijekirina xercên xwe bi kar bîne.

Em dikarin bêjin arasteya mezin a yedeka diravê biyanî ya Îraqê zêdetir bi rewşa Tengava Hurmizê ve girêdayî ye, ne bi bihayê bermîlek petrol û onseyek zêr di sala 2026an de.

Hêlbaz û dabaza yedeka diravê biyanî ya Îraqê di 20 salan de

Yedeka diravê biyanî ya Banka Navendî ya Îraqê (CBI) ji sê cureyan pêk tê: diravê biyanî (dolar, paund û euro), qewaleyên darayî û zêr. Piraniya vê yedekê qewaleyên darayî ne û nêzîkî yek li ser sêyê wê jî zêr e ku rêjeya ji sedî 28ê tevahiya yedekê pêk tîne. Ji ber vê yekê, guherîna di bihayê onseyek zêr de hevterîpê bihayê bermîlek petrol bandorê li tevahiya yedeka diravê biyanî ya Îraqê dike.

Di maweyê wan du mehên yedeka diravê biyanî ya Îraqê de 4,5 trilyon dînar kêm bûye ku nêzîkî nîvê wê ji ber daketina bihayê zêr bûye. Wekî mînak, di Sibata 2026an de bihayê onseyek zêr 5 hezar û 19 dolar bû, di wê mehê de tevahiya bihayê yedeka zêr a Îraqê bi dînar 36,9 trilyon dînar e. Lê dema ku di Adara 2026an de bihayê onseyek zêr dadikeve 4 hezar û 862 dolarî, wê demê bihayê yedeka zêr a Îraqê bi dînar dadikeve 34,1 trilyon dînarî.

Sal bi sal yedeka zêr a Îraqê zêde bûye û di maweyê 20 salan de bihayê wê bi dînara Îraqî ji 1 trilyonî gihîşt ser 30 trilyon dînarî. Bi taybetî jî arasteya vê zêdebûnê di sala 2025an de bûye ku bilindbûna bihayê zêr sedema sereke bûye û niha gihîşt 174,6 ton zêr.

Sala par her wiha,  zêr karî beşek ji tevahiya kêmkirina yedeka diravê biyanî ya Îraqê dapoşîne û ew cudahiya ku ji ber kêmiya dahat û zêdebûna xercan rû dabû, dernekeve holê.

Bihayê bermîlek petrol û mîqdarê hinardekirina wê ya bo derve sedema komkirina diravê biyanî yê Îraqê bûye ji destpêka sala 2005an heta 2025an. Her gava ku bihayê bermîleke petrolê daketibe, yedeka diravê biyanî ya Îraqê daketiye mîna salên 2016 û 2020an. Bi aliyê din ve jî, dema bihayê petrolê bilind bûye, wê demê yedeka diravê biyanî zêde bûye mîna sala 2022yan.

Hevterîpê bihayê bermîlek petrol û bihayê onseyek zêr, yedeka diravê biyanî ya Îraqê pabendî siyaseta xercên welat e jî ku ji aliyê Serokwezîr ve li Îraqê tê pêkanîn. Wekî siyaseta xercê li beramberî dahatê, mîqdarê xercê hilberînê û di ser her tiştî re bihayê 1 dînarî li beramberî dolarê Amerîkî, çimkî ji sedî 90ê dahata wê ji petrolê tê û petrolê jî bi dolaran difiroşe.

Hejmarên 2015-2025an: Pircûreyiya xercan û yek-çavkaniya dahatê

Tevahiya pereyê çapkirî yê Îraqê di dawiya sala 2025an de 99,7 trilyon dînar e ku 92,5 trilyon dînar li derveyî bankan û 7,2 trilyon dînar di nav bankan de ye. Lê bîrê wî pereyê ku di Banka Navendî ya Îraqê de ye (Deposit), bi hemû cureyên xwe ve mîqdarê wê di 19ê Kanûna Paşîn a 2026an de 27,6 trilyon dînar bûye lê di 12ê Adarê de kêm dibe bo 21,4 trilyon dînarî. Ango mîqdarê 6,2 trilyon dînarî kêm bûye.

Ev kêmkirina dînara kaş û yedeka diravê biyanî ya Îraqê, beşeke wê ya mezin pêwendiya wê bi cudahiya dahat û xercan re heye. Bi taybetî jî di du salên borî de ku xerc gelekî ji dahatê zêdetir bûn. Wekî mînak di sala 2024an de cudahî 9,7 trilyon dînar û di sala 2025an de gihîşt 17 trilyon dînarî.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li ser Îranê hevrikiyeke din a mezin e ji bo Îraqê li beramberî hinardekirina petrola wê. Çimkî tevî çêbûna kêşeyan ji bo hilberîna petrol û gazê ji ber kêmkirina hinardekirinê, dahata wê gelekî daketiye û heta niha karîbûye yek li ser heftê wî bîrî hinarde bike ku berî şer hinarde dikir. Ev jî tê wateya dahatekê ku nikare xercên bingehîn jî tije bike.

Wekî mînak, roja 13ê Nîsana 2026an Wezareta Petrolê ya Îraqê belav kir ku di meha adarê de bîrê petrola hinardekirî ya Îraqê 18,6 milyon bermîl bûye û dahata wê jî 1,96 milyar dolar e. Ango kêmtirîn bîrê hinardekirina petrolê di 20 salên borî de ye.

Di rastiyê de, dahata petrolê ya meha adarê ya Îraqê bi wateya yek li ser çarê xercên meheke asayî tê ku niha xercên meheke Îraqê bi navînî 10 trilyon dînar e. Eger xercên mehekê ku pereyê projeyên hilberînê tê de tê dayîn mîna Tîrmeha 2025an be ku tevahiya xercan gihîşt 20 trilyon dînarî, tê wateya rakêşana 17,5 trilyon dînarî ji yedeka Banka Navendî ya Îraqê ji bo tijekirina wê kêmkirina ku ji ber kêmiya dahatê pêk hatiye.

Nimûneyeke din a zelal zêdebûna xercan û kêmkirina dahata nepetrolî û zêdebûna pişta xwe spartina bi petrolê ye. Meha yekê ya sala 2015an tevahiya xercên xebitandin û hilberandinê 2,6 trilyon dînar bûye ku 69 milyar ji bo hilberînê bûye! Lê di heman meha sala 2025an de tevahiya xercan digihîje 8,8 trilyon dînarî ku 8,2 xebitandin û 613 milyar ji bo hilberînê bûye. Ango xerc çar qat zêde bûne ji bo xebitandinê, ne hilberandinê.

Mehmûd Baban li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tora Medyayî ya Rûdawê wekî lêkoler dixebite.