Pirs Kilîta Zanînê ye
Pirs Kilîta Zanînê ye
(2)
Di serdemên islamî de jî ew tunekirin di derbarê çandên derî çarçoveya çanda Islamê de pêk dihat, wek:
1. Di çanda ola yarsanî de, ji bilî Baba Tahirê Hemedanî jî navên hin helbestvanan tên bihîstin wek Baba Lor û Behlûlê Mîdî. Lê mixabin van her dû helbestvanan çi berhem li pey xwe nehiştine. Lê tê gotin ku helbesteke Baba Lor li hin deveran bi şêweyekî devikî tê bihîstin.
2. Lêkolerê Kurd Mihemed Mela Ebdilkerîm amaje bi pirtûka "Ibin Elweḧşîyye[1]" (ابن الوحشيّة) ya ku bi sernameya "شوق المستهام في معرفة رموز الأقلام" )Şewq elmusteham fî marîfet rimûz eleqlam) dike û li ser zimanê nivîskarê pirtûkê dibêje: Pirtûk bi zimanê kurdî û bi elfabeyeke kurdî ku ji 36 tîpan pêk dihat, hatibû nivîsîn.
Naveroka pirtûkê di derbarê çandinîyê de bû. Pirtûk ji sê beşan pêk dihat:
- Çandinî û pêdivîyên wê.
- Avdêrî (avdanî) û çawanîya wê.
- Parastin û çavdêrîya çandinîyê.
Pirtûk ji kurdî bo zimanê erebî jî hatiye wergerandin.
Di vê pêvajoyê de pirsek xwe dide pêş: Eger ev gotinên Ibin Elweḧşîyye rast bin, gelo ew pirtûk bi kû ve çû!? Li gora ku ez dizanim çi jêderên dîtir amajeyê bi vê pirtûkê nakin.
Pirsa dî jî ev e: Eger em bibêjin, ew gotinên Ibin Elweḧşîyye ne rast in, ka mebesta wî ji vê nerastîyê çi ye?! ..
Bila ji bîra me neçe ku Mexûlan sala 1258ê êrîşî Bexdayê kir, ew seranser wêran kir û hemû pirtûk û pirtûkxaneyên wê avêtin Çemê Diclayê û tune kirin.
Reng e ku ew pirtûk jî di wê tofana wêranker de çûbe ..!!
3. Kevintirîn helbestvanên Kurd ên klasîk dû helbestvan in:
- Baba Tahirê Hemedanî (935 – 1010)
- Elîyê Herîrî (1009 – 1079)[2]
Lê ji serdema van her dû helbestvanan heta serdema Melayê Cizîrî (1570 - 1640) amaje bi navê helbestvanekî Kurd nebûye. Anku nêzî 500 sal di ser wî miletî re derbas bûne bêyî ku navê helbestvanekî xwe di dîroka wê qonaxê de tomar bike! Ma dibe ku miletek 500 salan bê şîn û şadî, hêsir û girî, ken û kêfxweşî bijî!? Ma gelo helbest ne berkêşana hestyarîyeke raperîyayî ye?!
Dewletşahê Semerqendî di pirtûka xwe ya ku bi sernameya "Tezkîret Elşûera" (تذكرة الشعراء) de dibêje: Rojekê walîyê Xurasanê Ebdullah Bin Tahir (798 - 844) çû serdana bajarê Nîsaborê. Xelkên bajêr lê civîyan, xêrhatin tê da. Mirovek ji nav wan derket û pirtûkek pêşkêşî walî kir. Walî jê re got: Ev çi pirtûk e?!
Mirovî got: Ev pirtûk çîroka "Wamiq û Efraa" (وامق وعفراء) ye. Zana û pendeyarên Kisra Anoşirwan jê re ji çanda Pehlewî berhev kiriye. Ji paşmayên bav û bapîrên min e, bi min maye. Hêja ye ku diyarî te be!
Walî gazî (xulamê) xwe kir û got:
“تعالَ, خذه وألقه في النهر فلدينا ما يغنينا عن قراءة كتب المَجوس, لدينا القرآن والحديث”.
(Were, wê biavêje çemî, pêwîstîya me bi xwendina pirtûkên Mecûsan nîne. Quraan û Hedîsa me besî me ne).
Piştî ku walî vegerîya navenda wilayeta xwe, fermanek bo hemû fermanberên wilayetê derxist, tê de got: “Hemû berhemên Eceman û pirtûkên ku Mecûsan nivîsîne, li seranserî wilayetê berhev bikin û wan tevan bişewitînin!”
Piştî vê fermanê êdî hemû pirsên ku me kirine û yên ku hîn me nekirine jî, tev bi zelalî xwe vedikişînin paşxaneya fermanê, ne di wê serdemê tenê de, belku di hemû dem û serdemên berî wê û piştî wê de jî ..!!
Amûdê
20.03.2026
[2] Jînenîgarîya Elîyê Herîrî di nav lêkoleran de bûye arîşeyeke aloz. Em ê di gotareke serbixwe de wê tev bidin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)