Li Tirkiyeyê rewşa zimanê Kurdî

Piştî ku Împaratoriya Osmaniyan hilweşiya, li ser mîrata wê dewleteke unîter a Tirkan ji aliyê Kemalîstan ve hate avakirin. Ev netewedewlet li ser esasê yekrengî hate damezirandin. Komara Tirkiyeyê ya ku li ser bermahiyên împaratoriyê wekî netewedewletekê hat avakirin, piştî avabûna xwe di nava demekê kin de ji bo ku hebûna civaka piretnîk, pirolî, pirmezhebî, pirzimanî û pirçandî ji holê rake, dest bi meşandina rêzepolîtîkayên cuda kir.

Kemalîstan pergala komara xwe li ser înkara pirçandî, pirrengî û pirzimaniyê ava kir. Hemû reng û dengên erdnîgarî û etnolojîya Kurdan înkar kirin. Li hember van rengan polîtîkayên zordar û dijwar hatin meşandin. Hinek rêzeqanûn bi lezgînî hatin derxistin û xistin pratîkê. Xebat û çalakiyên Kemalîstanê tenê li ser înkarkirinê dihatin meşandin. Komara Tirkiyeyê ya ku bi Destûra Bingehîn a 1924an bû xwediyê avahiyeke unîter, ji bo ku zimanên din ên li welêt ji jiyana giştî derxe, gelek hewl dan. Înkar, qedexe û sansur hema hema li ser hemû jiyana giştî, bi taybetî jî li ser Kurdî, ji aliyê rejîma Kemalîst ve hatin kirin.

Bi gelek biryarên ku ji aliyê meclisên parêzgeh û şaredariyan ve hatin girtin, ji bo kesên ku bi Kurdî diaxivin, cezayên pere û cezayên girtîgehê ketin meriyetê. Biryarên meclisê; li dibistan, nexweşxane, şaredarî, dadgeh, girtîgeh û hwd. li gel saziyên giştî, li bazar, kolan û qehwexaneyan, ango li her derê jiyana rojane, destûr neda axaftina zimanê zikmakî û Kurdî tenê li malê hiştin.

Helbet ev deklerasyoneke navdar e ku hemû biryarên “qanûnî” û herêmî yên di derbarê zimanê Kurdî de di nav Kurdan de zêde bertek neda û zimanê Kurdî tevî hemû înkaran jî bi awayekî berfireh hebûna xwe didomîne.

Bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a sala 1924an re, Kurd û Kurdî hatin paşguhkirin û Kurd wekî “Tirkên Çiya” û Kurdî jî wekî “zaravayekî Tirkî” hatin nîşandan. Eşkere ye ku hem di Destûra Bingehîn a 1924an de qebûlkirina zimanê Tirkî wekî yekane zimanê fermî û hem jî di Destûra Bingehîn de balkişandina ser Tirkîbûna her kesî, bi armanca ji holêrakirina zimanên din ên ji bilî Tirkî, bûye stûneke sereke.

Ji bo kesên ku ji bilî Tirkî bi zimanekî din diaxivin, ji ber ku li dijî “Qanûna Çareseriyê” û “Qanûna Îdareya Parêzgehan” derdiketin, ceza li wan dihatin birin. Ji bo ku zimanê Tirkî hinî her kesî bikin û were belavkirin, dest bi xebat û tevgeran kirin.

“Welatî, bi Tirkî bipeyive!” ji aliyê Komeleya Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Darulfunûnê ve di 13ê Kanûna Paşîn a 1928an de hate destpêkirin. Ev kampanya di warê tepeserkirina zimanê Kurdî de jî qonaxeke girîng bû. Armanca vê kampanyayê belavkirina Tirkî bû da ku civakên nemisilman û yên ku zimanê wan ne Tirkî bû, li cihên giştî bi darê zorê bi Tirkî biaxivin.

Piştî darbeya 27ê Gulanê 1960î, Serokkomar Cemal Gursel bi gotinên “Neteweyeke bi navê Kurd tune” û “Kesê ku bêje ez Kurd im, tif li rûyê wî bikin” zextên li ser Kurdan û zimanê Kurdî zêde kirin.

Di sala 1961ê de, bi piştgiriya dewletê, Enstîtuya Lêkolînê ya Çanda Tirk hate damezirandin û di kovar û pirtûkên ku ji aliyê vê enstîtuyê ve hatin çapkirin de, nîqaşên bi navê “Kurd neteweyek tune ye” û “Zimanê Kurdî jî yek ji zaravayên Tirkî ye” hatin birêvebirin.

 Di xala 16emîn a Qanûna Nifûsê ya jimara 1587an de ku 5ê Gulana 1972yan de hat derxistin de xala “Navên ku li gorî çanda me ya netewî, rêgezên exlaqî, orf û edetên me ne, yan jî zirarê didin gel” kete meriyetê û bi vî avayî rê li ber qedexekirina navên Kurdî yên zarokan vebû.

Di Destûra Bingehîn a sala 1982yan a ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî hat qebûlkirin de, bi xala “Zimanê (dewletê) Tirkî ye” cara ewil qedexeya zimanê zikmakî ket destûra bingehîn.

Bi van xalên Destûra Bingehîn ên “Her zimanê ku bi qanûnê qedexe ye, nikare di îfade û weşandina ramanan de bê bikaranîn”, “Li saziyên perwerde û hinkirinê ji welatiyên Tirkiyeyê re ji bilî Tirkî ti ziman wekî zimanê dayîkê nayê hînkirin û û nayê xwendin”, “Her kesê ku bi rêya welatîbûnê girêdayî Dewleta Tirkiyeyê ye, Tirk e.” hem Kurdayetî û hem jî Kurdîtî hatin înkarkirin.

Bi awayekî zelaltir, gotarên navborî bi ti awayî destûr nedaye fêrkirina Kurdî. Zimanê me di pêvajo û astên cûrbecûr re derbas kirine. Şirove û dahûrandinên li ser van pêvajoyan bes in. Li Tirkiyeyê di nava Kurdan de du zaravayên Kurdî tên axaftin: Kurmancî û Dimilî ango Zazakî lê zaravayê Kurmancî zêdetir tê axaftin.

Her du zaravayan jî para xwe ji bişaftin, zor, sansur û sitemkariya Kemalîstan wergirtiye. Kurmanciyê li gorî Dimilkî xwe li hember polîtîkayên bişaftina Kemalîstan zêdetir parastiye. Kemalîstan li hember bişaftina Kurdî polîtîkayên demdirêj armanc kiribûn. Bi qanûn û rêziknameyan axaftina Kurdî li raya giştî, kolanan û li her derê jiyanê kiribûn qedexe. Nedihiştin ku zimanê Kurdî li ti deran hilmê bistîne. Zimanê me roj bi roj, hêdî hêdî difetisî û zimanê Tirkî li şûna wî dihate danîn.

Kemalîstan dizanî ku heta zimanê gelê Kurd tune neke, nikare bigihêje armanca xwe û polîtîkayên Tirkkirina Kurdan jî nikarin bigihêjin armanca xwe. Wan ji ber vê sedemê, gav bi gav li her derê Kurdî qedexe kir.

Heke pergalek bixwaze gelekî tune bike û asîmîle bike, divê pêşî zimanê wî gelî tune bike. Heta ziman neyê tunekirin, ti pergal û serwer nikare gelekî bihelîne. Kemalîstan pêşî dest avêt zimanê me. Bi qanûn û rêziknameyan li herêmên Kurdan dest bi kar û xebatên belavkirina zimanê Tirkî hat kirin. Çand, ziman û kevneşopiyên Kurdan qedexe kirin û di bin navê hevdemiyê de çand û ramanên Kemalîzmê û Tirkî li ser Kurdan kirin serwer. Wan dixwest ku Kurd ji zimanê xwe şerm bikin û fêrî zimanê wan bibin. Ji bo vê armancê gelek seferberî hatin destpêkirin. Di navbera salên 1926–1929an de dest bi seferberiya “Tirkî bi kar bîne, biaxive, binivîse” hat kirin. Yên ku ne dipeyivîn, ceza digirtin. Kurd bê gav dihiştin ku bi Tirkî biaxivin.

Li ser vê bingeha bişaftinê Saziya Zimanê Tirkî (TDK) di sala 1932yan de hate avakirin. Li gorî polîtîkayên fermî yên Kemalîstan, ev sazî li hember Kurdî kete nav liv û tevgeran. Ji bo bişaftina zimanê Kurdî hemû rêpîvanên însanî û wijdanî hatin binpêkirin. Digotin ku “Kurdî ne ziman e, zaravayekî Tirkên Çiyayî ye.” Sansur, zext û bişaftinên li ser zimanê Kurdî êdî ji vê saziyê derdiketin.

Kemalîstan bi hemû hêz û saziyên xwe ve êriş dibir ser zimanê me. Di dema Ataturk de seferberiya “Welatî, bi Tirkî biaxive!” (Vatandaş Türkçe konuş) dest pê kir. Ji xwe axaftina Kurdî li saziyên fermî qedexe bû û bû sedema cezagirtinê. Ji bo ku şoreşa xwe bigihînin armancê û netewedewletekê ava bikin, diviya ku Kurd û Kurdî bikin Tirk. Tirkirina Kurdan bi tunekirina Kurdî ve girêdayî bû. Heta Kurdî tune nebe, nikaribûn Kurdan bikin Tirk û neteweya Kurdan ji holê rakin.

Gelek fermanên komkujiyê li ser Kurdan hatibûn meşandin lê negihiştibûn armanca xwe. Vê carê tunekirina Kurdî kiribû armanca wan. Seferberiyên belavkirina Tirkî xistibûn meriyetê û tevgerên cûrbecûr li ser Kurdan û jinên Kurd dane destpêkirin.

Wekî “Welatî, bi Tirkî biaxive!”, “Tirkî bi kar bîne, biaxive, binivîse”, “Dê û keç dest bi dest diçin dibistanê”, “Kardelen” û hwd. Lê van tevgerên wan encamên ku wan dixwestin nedan. Negihiştin hemû armanc û daxwazên xwe. Kurdan li gund, bajar û malên xwe de Kurdî parast û ragihand nifşên nû. Her çi qasî zimanê Kurdî di bin aşûta Kemalîstan û 12ê Îlonê de mabû jî, dapîr û bapîrên me zimanê Kurdî bi hemû hêz û bawerî parastibû û fêrî zarokên xwe dikirin. Zarokên xwe bi zimanê zikmakî mezin dikirin.

Nifşê xwe ji bayê bişaftinê diparastin û dikirin xwedî hişmendiyeke Kurdî. Dizanîn ku Kurd in û xwediyê ziman in. Bi riya zimanê Kurdî mîrata Kurdewarî jê re dihêştin. Li dijî bahozê dewleta Tirkî, zimanê Kurdî bi pêş dixistin û bûbûn stargeh û parêzvanên Kurdî.

Nehiştin ku Kemalîst bi riya zimanî Kurdan qir bikin û wan bikin Tirk. Polîtîkayên wan yên ji bo Tirkkirina Kurdan bêbandor dikirin. Hiş û mejiyên zarokên xwe bi rêzimana Kurdî û zimanê zikmakî ava dikirin. Ji ber dijminê tund û xedar, xwedî li zimanê xwe derdiketin.

Bi saya dapîr û bapîrên me em hînî Kurdî bûn. Wan Kurdî hînî me kir.

  Lê di erdnîgariya Kurdan de piştî sala 1980-1990î rêjeya zanîn/hînbûna zimanê Kurdî ya nifşên nû bi lez û bez kêm bû, ji ber leza nûjenbûn, bajarîbûn, xwendingeh, xwendin û nivîsandin, koçberiya gund bi bajar, şewitandin/valakirina gundan û belavbûna medyayên girseyî yên wekî televîzyon, radyo, rojname û înternet û ev jî wek rastiyeke cuda li pêşberî me radiweste.

Piştî salên 90î gelek gund hatin valakirin û li bajaran bi cih bûn. Di van salan de teknîk, zanist û amûrên ragihandinê bi pêş ketin. Gelek kanalên televizyonan vebûn û wan giranî da belavkirina zimanê Tirkî. Bi riya filmên karton zimanê xwe fêrî zarokên me kirin. Zimanê Tirkî bi riya televizyon, kompîter, film, filmên karton ket nav malên me. Li aliyê din jî dewletê giranahî û giringî da ser perwerdeya keçên Kurdan û ew fêrî zimanê Tirkî kirin. Gava dayîk fêrî zimanê Tirkî kirin, vêca hêsan bû ku zarokên wan fêrî zimanê Tirkî bin. Keçên Kurdan bi rêya sazî, komeleyên qaşo sivîl perwerde kirin.

Armanca perwerdeya wan hînkirina Tirkî bû. Bi riya van sazî, komel û cemaeta singê xwe da keçên Kurdan û dayîkên paşerojê ji Kurdî, Kurdewariyê dûr xistin. Wan zimanê zikmakî di kesayetiya keçên Kurdan de kuşt, zimanê wan ê zikmakî bû Tirkî. Keçên Kurdan li mala xwe zimanê biyanî kirin zimanê dayîkê, Kurdî hînî zarokên xwe nekirin. Paşeroja me kor, lal, ker kir.

Zarokek heke ji dayîka xwe hînî zimanê xwe yê zikmakî nebe, ew zarok bi zimanê serdestan mezin dibe. Ji rastiya neteweya xwe dûr dikeve. Ji taybetiyên cîvak û neteweya xwe bê par dimîne. Li gorî Prof. Dr. Golkarian, yek ji mijarên ku bi pêşketina zimannasiyê re derketiye holê, bandora zimanê dayîkê ango zimanê yekem li ser ferd e. Dema ku kesek bi zimanekî din dest bi hînbûnê dike, ji aliyê zimanî, morfolojîk û filolojiyê ve û ji aliyê peyva zimanê yekem ve di bin zexta bandorên neyînî de ye. Fikirîna bi zimanê dayîkê, lê axaftina bi zimanê duyemîn, ferd di têgihiştin û refleksa zanîstî de jî bêkêmasî dike. Zarokek heke bi zimanê zikmakî mezin nebe, bingehên hiş û mejiyê wî li gorî zimanê serweran dirûv digire. Mabe xwediyê taybetiyên neteweya xwe, li gorî taybetiyên neteweya serwer rih, giyan û hişmendiya wî teşe digire. Bi zimanê wan difikire, diaxive û dinivîse. Hemû pêwendiyên xwe li gorî zimanên serdestên xwe datîne. Ji esl û feslê dûr dikeve, tê bişaftin.

Li Bakur rewşa zimanê me ketiye rewşeke xeter. Êdî zimanê Kurdan ê zikmakî bûye Tirkî. Zarokên Kurdan ewilî ji dayîkên xwe hînî zimanê Tirkî dibin. Ji xwe li her malê televîzyon û înternet hene.

Bandoreke mezin li zarokên me dike. Her roj bi rêya karton û fîlmên zarokan, zarokên me hînî zimanê biyanî dibin. Ev têrê nake, vêca dayîk û bav zarokên xwe bi Tirkî mezin dikin û bi wan re bi Tirkî didin û distînin. Henek û lîstokên bi Tirkî jî bi zarokên xwe re dikin. Bi rûmet û fors, têkiliya bi zimanekî biyanî li gel pêşeroja xwe didin. Bi cahilî û nezanî, hiş û mejiyekî biyanî di mejiyê zarokên xwe de ava dikin. Bi rêzimaneke biyanî mejiyê zarokên xwe dişon û wan asîmîle. Zarokên wan nikarin tîpên zimanê xwe bi lêv bikin. Nikarin bi zimanê xwe bifikirin û bi zimanê zikmakî hilber û behrêdar bin. Ji aliyê zimanê xwe seqet û qels dibin.

Li Bakur her malbat bûye saziya bişaftina Kurdî. Jînên Kurd û dayîkên Kurd bûne kujêrên zimanê zikmakî. Ji sed malan pênc mal li gel zarokên xwe bi Kurdî dipeyivin. Helwesteke nezan li hember ziman heye. Zimanê Kurdî hînî zarokên xwe nakin. Wan fêrî Tirkî dikin, hişmendiya zimanê Kurdî di eqil û mejiyê wan de nadin sazkirin. Hindî ji destê wan tê, ji zimanê neteweya xwe wan dûr dixin. Hînî her tiştê neteweya serdest dikin. Çi qenciyê ji bo zimanê xwe nakin. Ji bo zimanê serwerên me zarokên xwe amade dikin. Li kolan û gundan malbat, tevahî bi Tirkî diaxivin. Mirov kêm rastî kesên ku bi Kurdî dipeyivin tê.

Gava zarokek an jî kesek Kurdî axivî, ji gelek kesan re sosret tê. Qey tu dibêjî ev der ne welatê Kurdan e? Ev der cihekî biyanî ye. Li vir hişmendiya ziman pir kêm e. Sedema kêmbûna hişmendiya Kurdan nezanî, cahilî û pûtperestiya zimanê Tirkî ye. Xwezîpêanîna gelê Kurd ji taybetiya wan a bindestiyê tê. Gelên bindest pir pûtê bi ziman û çanda serwerên xwe didin. Ji zimanê xwe direvin, xwe diavêjin paşila zimanê serdestên xwe. Ji çand, ziman û neteweya xwe şerm dikin lê xêrxwazên çand û zimanê dijminên xwe ne. Ji ber van sedeman zarokên Kurdan ji aliyê bav û dayîkên wan ve tên bişaftin. Nifşên nû ji aliyê dayîkên ku hatine bişaftin tên mezinkirin.

Zarokek li bal dayîkê mezin dibe. Vêca dayîka ku zimanê zikmakî nizane, dê çawa zimanê neteweyekê biparêzê û bigihîne nifşên nû? Neteweyeke ku zimanê xwe neparêze û ranegihîne nifşên nû, ew netewe dê di nav bayê bişaftinê de pûç be. Nikare xwe di nav neteweyên cîhanê de bide xuyakirin û sînorên zimanê xwe diyar bike. Heke di neteweyekê de zarok li ba dayîk, bavan, malbatê û li kolanên bajarê ku lê mezin dibe hînî zimanê neteweya xwe nebû, wê çaxê ew civak mehkûmî bişaftin û tunebûnê ye. Îro rewşa Kurdan wisa ye. Belê li Bakur têkoşînek heye lê mixabin zimanê Kurdî berze ye. Zimanê Kurdî li Bakur bi pêş nakeve. Nabe zimanê şoreşa wan. Zimanê siyaset, têkilî û rêxistinên wan Tirkî ye. Ev herî xeter û balkêş e, êdî zimanê zikmakî yên zarokan Tirkî ye. Heke di nav neteweyekê de zarok ji aliyê dayîkê ve hate bişaftin, hînî zimanê serweran hatin kirin û zimanê serdestan bû zimanê zarokan ê zikmakî, ew netewe xêrê ji xwe nabîne. Zarok Kurdî “anlamiş dikin” (têdigihin) û nikarin “konuşmiş” bikin (biaxivin). An ku rewşa Kurdî û neteweya Kurd di xeterê de ye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)