Hevpeymana herî xurt a Yekîtiya Ewropayê (YE) medya ye
Jesus Carmona*
Hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê dê di meha hezîrana sala bê (2024) de bên kirin. Em li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji bo xweamadekirina seba vê proseya demokratîk a navneteweyî bi hemû karîna xwe kar dikin.
Ger welatî ne li gel me bûna, ti wate ji kampanyaya hilbijartina Ewropayê re li holê nedima. Ez dixwazim dabaşa hin amaran bikim ku hezîrana borî ji hêla saziya me ya statîstîk û rapirsiyan a Ewropayî ve hatin weşandin, çimkî zanyariyên balkêş ji bo me tevan di van amaran de hene.
Zanyariya yekem a balkêş e ew e ku ji sedî 62yê welatiyan, endamtiya YEyê wekî tiştekî baş dibînin. A hîn balkêştir, ji sedî 71ê wan di jiyana xwe ya rojane de hest bi karên YEyê dikin. Ez balê dibim ser van rêjeyan, ji ber ku ji hemûyên ku heta niha li ba me hebûn, bilindtir in.
Detayeke din a balkêş ew e ku nêzîkî du li ser sêyê beşdarên rapirsiya me, ango ji sedî 60ê wan, dibêjin eger heye ku di hilbijartina 2024an de, di dengdanê de beşdar bibin. Di sala 2018an de ji sedî 58an berî hilbijartinê ragihandin ku ew ê deng bidin. Ev yek nîşan dide ku welatiyên YEyê girîngiyeke mezin didin kar û polîtîkayên YEyê.
Bê guman, ev dane di dawiya gereke pir dijwar a Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de tên. Di wê demê de, em di webayê re derbas bûn, em ji qeyrana enerjiyê û dijminatiya leşkerî ya Rûsyayê ya li hember Ukraynayê û êrîşa vê dawiyê ya li ser Îsraîlê derbas dibin. Van hemû bûyeran di warê têkilî û ragihandinê de gelek kelem û astengiyên mezin ji me re çêkirin.
Lê di heman demê de, rola wan di têgihîştina welatiyan ji girîngiya YEyê û hebûna hevahengiyeke xurt li ser asta Ewropayê hebû. We behsa Brexitê kir, lê di hilbijartina me ya dawî de bal çû ser mana YEyê, ka gelo dê YEyê piştî Brexitê bimîne yan namîne? Êdî YEyê, ne mijara gengeşeya man û nemanê ye, li şûnê mijara liberxwedana YEyê ye. Aniha ti kes guman an şikê ji mana YEyê nabe, berevajî vê, welatiyên me bêtir û bêtir hest bi girîngiya hebûna YEyê dikin.
Piştî van agahiyan, ez dê werim ser mijara sereke. Ev hişyariya zêde ya welatiyên me derbarê karûbarên Ewropayê de me gihîneran (ragihandinkar, medyakar, berdevk û…hwd) neçar dike ku em agahdariyên bêalî li ser YEyê û saziyên wê bidin welatiyên xwe.
Di vê navberê de hûn, medya, hevalbendên me yên herî xurt in. Hûn nûnerên wan televizyonên bazirganî yên pêşeng in ku qada belavbûna wan dorfireh e û di van hewldanên ragihandina zanyariyan de bi roleke mezin radibin. Hûn hevkarên me yên xwezayî û çavkaniya pêbawer a agahiyên me ne.
Me par rapirsiyek li ser karên medyayê pêk anî ku nîşan dide televîzyon çavkaniya bingehîn a nûçeyan e û ji sedî 75ê wergiran wê ji bo wergirtina agahiyan bi kar tînin ku ji çavkaniyên nûçeyên dîjîtal û online pir li pêştir e. Ji sedî 43yê wergiran radyo û ji sedî 39ê wan jî torên civakî û blogan bi kar tînin. Ango, tevî ku girîngiyeke mezin bi torên civakî tê dayîn jî, lê belê hûn hîn jî di ser her kesî re ne.
Ji vê wêdetir, saziyên kevneşopî yên weşan, belavkirin, çapemenî û malperên înternetê, di warê baweriyê de, di ser platformên din ên online û torên civakî yên wekî Instagram û YouTube re ne. Loma, wekî min got, di vî şerê demdirêj de ku em di vê gerê de pê re rû bi rû mane, hûn hevparên me yên sereke ne. Merema min şerê dijî agahiyên çewt û û nûçeyên sexte ye.
Hilbijartinên vê dawiyê yên Slovakyayê nîşanên pir dilgiranker li pey xwe hiştin û em li bendê ne ku bibînin ka wê di çend rojên bê de çi li Polonyayê jî biqewime. Ji her demê bêtir, pêwîst e ku em bi hev re bixebitin û em li çepera zanyariyên rast, dirust û bawerpê cih bigrin.
Derbarê kampanyaya hilbijartinê de jî gelo seba ku em bi welatiyên xwe re di têkiliyeke çêtir de bimînin û em nav di wan bidin ku herin dengên xwe bidin, divê em çi bikin? Me kampanyaya hilbijartinê li ser du qonaxan parî kir.
Niha em di wê qonaxê de ne ku em jê re dibêjin qonaxa ragihandina kampanyayê. Ji bo vê qonaxê, armancên me yên zelal hene: Da ku em li ser karê siyasî û yasadanînê yê Parlementoya Ewropayê zanyariyan bidin welatiyan. Em dixwazin ji xelkê re zelal bikin ku karên YEyê û parlamentoya wê bandorê li jiyana rojane ya welatiyên YEyê dikin. Gelek mînakên me li ser qanûnên ku ji aliyê parlamentoyê ve hatine danîn û bandora wan hebûn û hîn jî gelek tiştên din jî di rê de ne.
Berê li ser bikaranîna plastîkê gengeşe hebû û wekî encam qanûnek ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve li ser mijarê hat derxistin. Her tiştê têkildarî guhertina keşûhewayê, di vê gera yasadanînê de karê herî li pêş bû. Me gelek kar li ser dijîtalkirinê kir, me yasaya sûka dijîtal û qanûna xizmetguzariyên dijîtal derxist ku bandor li hin torên me yên civakî kir.
Duh ji hêla komîsyonê ve nameyek ji Elon [Musk] re hate şandin da ku girîngiya kontrolkirina platforma wî ji agahiyên çewt ên ku li ser êrîşa Îsraîlê tên weşandin, were bibîrxistin. Gava ku em sala bê nêzîkî hilbijartinan bibin, du sê mehan berî hilbijartinê, em ê derbasî qonaxa "Herin dengê xwe bidin" bibin.
Di wê qonaxê de, giraniya peyam û gotara siyasî dê li ser demokrasiya parlamenî û giringiya beşdariya di dengdana YEyê de be. Ez dixwazim ji we re qala çend mînakan bikim ka em ê di qonaxa yekem ango qonaxa ragihandinê de çi bikin seba ku em balê bikşînin ser van armancan.
Yek ji tiştên ku dibe ku bala we bikşîne, me bi hemû zimanên fermî yên YEyê amûreke online amade kiriye ku nexşerêyeke dagirtî agahiyên mifadar e ji bo we seba rûmalkirina karûbarên Ewropayê. Her tişt di wê alavê de heye; her tiştê ku Parlamentoya Ewropayê di van mehên dawî de kiriye li wir e; loma ji mêzekirina wê alavê dudilî nebin.
Ev alav, nû ji aliyê medyakarên me ve hatiye amadekirin û bi zimanekî sade û xwerû ye. Xaleke din a sereke ya vê kampanyayê rêxistina medyayê ye. Plana me wisa ye ku em ji niha û heya çaxê hilbijartinê, serdana hemî medyayên sereke li seranserê Ewropayê bikin.
Ez berî du hefteyan li Helsinkiyê bûm. Berî sê-çar hefteyan jî ez li Nîkosyayê bûm û ez ê di nava du hefteyan de jî biçim Dublînê. YE dixwaze têkiliya li navbera medya û biryarbidestên xwe ku dibin mijara nûçeyan, hêgin bike. Ev beşeke pir girîng ji kampanyaya me ye, ji ber ku em dixwazin ji bo kampanyaya xwe hevkar û hevalbendan peyda bikin.
Xaleke din a stratejiya me ew e ku em semîner û konferansên çapemeniyê li ser karên xwe li dar bixin. Nola hefteya borî, em rojnamevanan vedixwînin rûniştinên xwe yên destpêkê ku dê hefteya bê li Strasburgê bên sazkirin. Her wiha ji niha û heta çaxê hilbijartinan, em ê hejmara rojnamegerên vexwendî zêde bikin. Her wisa gulana derbasbûyî, me ji bo pisporên qada rojnamevaniyê yên seranserê Ewropayê maseya gotûbêjê ya astabilind organîze kir.
Ev çend mînak bûn. Her wiha li Parlamentoya Ewropayê, navenda me ya medyayî ya dîtbar û bihîstbar heye ku çend pencereyên cuda cuda tê de hene, mijarên nûkirî yên têkildarî hilbijartinê li xwe digire û zanyariyên wê li gor girîngiyê hatine rêzkirin. Ev navend dê taybet li ser geşkirina hilbijartinê û haydarkirina xelkê bixebite.
Her wisa, mijarên fena vîdyoyên anîmasyon ên li ser demokrasiyê û vîdyoyên din ên li ser projeyên YEyê vedihewîne. Sala bê, bi nêzîkbûna hilbijartinan re, dê qonaxa duyem a kampanyaya me bi navê "Biçin deng bidin" dest pê bike. Di wê demê de, em ê giringiyê bidin weşandina zanyariyên li ser demokrasiyê li ser torên civakî, medya û torên din.
Xaleke din a kampanyaya me dê reklam be. Ev beşa herî mezin a kampanyaya me ye ku me berî pênc salan dest pê kir. Di nav de jî, me fîlma (Qehreman); her wiha fîlma Zarokê Pitik weşand. Ev beşek ji kampanyaya me bûn û pir baş hatin pêşwazîkirin.
Aniha seba çêkirina mijarên nû, em bi belênderekî biyanî re kar dikin. Ew qonaxên sereke yên hilbijartinên bê yên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bûn. Di 9ê gulanê, Roja Ewropayê de, em hewl didin li hemû welatên endam bala me gişkan li ser hilbijartinan be.
Navenda ragihandina me ya nenavendî heye û em ne tenê li Brukselê hene. Li dewsê, dê li hemî welatên endam, berî 9ê gulanê dîbeyt û çalakiyên me yên têkildarî hilbijartinê pêk werin. Qonaxeke din a girîng a kampanyayê, dîbeyta berbijêrên serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ye. Ev dê di meha gulanê de be, ango mehekê beriya hilbijartinan.
Ji bo wê çaxê hîn gelek dem maye, lê em ji niha ve li ser amadekirina wê dixebitin da ku pir balkêş be. Ev dê bibe dîbeyteke kartêker, berbijêrên paytextên cuda cuda yên endam dê tê de beşdar bibin û rojnamevanên sernaserê Ewropayê jî dê pirsan ji wan bikin.
Dema herî girîng ji bo me, bê guman, şev û rojên hilbijartinê bi xwe ne. Ango 9ê hezîranê û ofîsa me dê veguhere holeke mezin a konferansên rojnamevanî û hûn ê jî bên vexwendin ji bo ku hûn beşdar bibin û hemû encaman ji nêz ve wergirin û bibînin ka dê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di pênc salên paşê de çawa bixuye.
Ez teqez dikim ku peyama me ya sereke demokrasî ye. Tevî krîzên li pey hev jî, hemwelatî hê jî baweriya xwe bi YEyê û biryarên wê tînin. Hilbijartin jî dê ji bo xurtkirina vê fikra demokrasiyê bibin kêliyên herî girîng.
Kurt û kurmancî, her diçe asta hişyariya welatiyan li ser karûbarên Ewropayê zêdetir dibe, loma pêdiviya me bi agahiyên zelal, rast û pêbawer ên derbarê YEyê û saziyên wê de heye ku divê hûn roleke girîng di vî warî de bilîzin.
Em amade ne piştgiriya karên we bikin. Saziyên me yên fermî li Bruksel, Strasburg û welatên endam di xizmeta we de ne. Aniha li ofîsên me yên koordînasyonê li welatên cihê yên endam studyoyên me yên nû hene.
Li dawiyê jî, ez ê balê bibim ser hin bernameyên piştgiriya rojnamevanan. Alîkariyên me yên aborî yên taybet bi medyayê hene xasma ji bo kesên ku li ser karûbarên Ewropayê dixebitin. Her wiha em piştevaniya medya û rojnamevanên azad jî dikin. Em ê di hefteya bê de li Strasburgê xwediyê Xelata Rojnamegeran a Difna Carauna Galitziayê eşkere bikin. Par, ev xelat gihişte belgefîlmeke televîzyonê ya navdar. Li vir ez axaftina xwe diqedînim."
* Jesus Carmona, Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ye û ev gotara xwe roja pêncşemê 12.10.2023yan, di salvegera 30î ya avakirina ENEXê de li Luxemburgê pêşkêş kir.