Rûmeta ala Tirk
7.06.2014, li herêma Licê di xwepêşandeke demokratîk de Ramazan Baran bi berikên leşkeran jiyana xwe ji dest da. Kuştin bû sedemê berteknîşandanan, li Amedê ala Tirkiyê anîn xwarê (8.06.2014). Di çapemenî û komên tê zanîn ên civaka Tirk de hêrseke nîjadperest dest pê kir. Weke her demê atmosfera nîjadperest bandor li me kir, Îmrali û BDPê hingê ketin dora şermezarkirina aldaxistinê. Ji ber bûyerê, ciwanê kurd Omer Mutlu girtin. Ew vêga bi cezayê heya 26 salan tê darizandin.
Çima? Xwedêgiravî “bi rûmeta gelê Tirk leyîstibû”. Ma her al dibe rûmet? Li gellek welatên Rojavayî henekê xwe bi alê dikin û heya wê dişewitînin jî. Ev weke bertekeke rewa û demokratîk tê hesibandin.
Em werin ala Tirkiyê: Ji Koçgirî (1919), serhildana Şêx Seîd (1925), Agirî (1927-30) û Dêrsimê (1937-38) heya serdema bûyerên 1990an û yên îro, ma ew al ne sembola komkujî, nîjadkujî, rûxandin, koçrevî, destdirêjahî û pişaftinê ye? Rengê ala Tirk sor e û ew sorayî ne ji xwîna tirkan, lê ji ya kurdên bêguneh tê. Wekî rastî ev e; ma rêzgirtina wê ne heqaretkirin li qurbaniyên kurdan e? Mutlu pesndariyê heq dike ne darizandinê. Bi boneyê, diviyabû me tawanên wê alê banîna rojevê. Bêdengiya me ji tirsê tê û dawiya tirsonekiyê tenê şermizarî ye.
Dîktatorî çî ye?
Bersiva hêsan; ew kuştin û rûxandin e. Lê dîktatorî keyfîtî ye jî. Em zanin ku di civakên hemdemî de, li himberî zextên dewlet û hikûmetê berteknîşandana civakê, mafekî zagonî ye. Lê li Tirkiyê desthilata AKPê, bi mehneya “aramiya civakê” dixwaze civakê ji wî mafî bêpar bihêle, bi taybetî jî kurdan.
Li himberî zagona nû ya zextan, berteknîşandana HDPê di cih de ye. Divê gefên hikûmetê qebûl neke. Berxwedana sîvîl, mafekî însanbûnê ye. Lê divê HDP helwesta cotpîvaniyê biterikîne. Berteka demokratîk tiştek e, lê bi wî navî êrîş, hilweşandin û kuştin tiştekî din e. Kesên rêzê li mafên mirovên din negrin, nikarin peyamên demokrasî û mafên mirovan bidin, bidin jî bawerî nadin ti kesî.
Zimanê Osmanî
Ez gengeşeyên li ser zimanê Împaratoriya Osmanî li aliyekî dihêlim. Ezê tenê vê bêjim; ew zimanê ji erebî, farsî û hinek jî tirkî pêk dihat û bi tîpên erebî dihat nivîsandin, vêga bi fermana Erdogan dibe zimanekî fermî.
Heke ez bêjim xwelî li serê me be, ma ezê niheq bim? Lê bêhtirî jî xwelî li serê yên ji vê desthilatê di bendewariyan de ne, be. Hûnê bibînin, heke ji wan were wê hikûmetên Tirkiyê zirrîna keran, reyîna seyan û zimanê mirîşk û çûkan bidin xwendin, lê wê kurdî her qedexe be.
Şikir ji Xwedê re; YNK û Gorran li hev hatin
Ma ne li hev bûn? Pêşî peymana wan: Parêzgarê Silêmaniyê digihê YNKê, yê Halepcê jî Gorranê û karmend %50-50 tên parve kirin...
Dûvre em werin naverokê: Herdu partî yên Başûr in, lê bêhtirî yên herêma soranîaxêv in. Gorran ji YNKê veqetiyaye. Hişê YNKê jê diçe, ji ber ku bi ya wan, di şerê desthilatê de Gorran ew li himberî PDKê qels kirine(?)
Li gorî zagonên Başûr, partiya di parêzgehekê de bi ser dikeve, meqamê parêzgar bi dest dixe. Di hilbijartinên dawî de li Silêmaniyê Gorran bi ser ketibû. Lê YNKê digot “ser diçe, parêzgarî naçe”. Qanûn qet ne xema YNKa xwedêgiravî “pêşverû” bû.
Mijar girîng e, ji ber ku li Başûr her tiştê me wisa ye. Gava ne di berjewendiya wan de be, partî rêz ji zagonan re nagrin. Va sedemê dubendiyê. Ji vê qelsiyê em nabin desthilateke yekpare û em hê nikarin berpirsiyarên rûreşiya Şengalê darizînin...
Tehran ji zû ve bûye biryargeh
Rojên dawî li Tehranê hersê jî ji eniya Şîe, wezîrên karûbarên derve yên Îran, Îraq û Sûriyê hatin cem hev. Biryara bihevre-gavavêtinê dubare kirin. Bêguman di pirsa Rojava, petrol, Kerkûk û yên din de jî gihiştine biryaran. Wêne û peyam eşkere ye: Fermangeh Tehran e, Şam û Bexda êdî weke parêzgehên wê ne.
Kanê, ma ne em Başûrî jî di govendê de bûn? Li Îraqê wezîrê karûbarên derve yê berê ji me bû, ew jî xemrevandinek bû. Lê vêga di rewşa neamadebûna me de, li ser navê me biryarên dijî me distînin. Wisa dixuya em tenê bi nav bi Îraqê ve girêdayî ne. Înşellah haya me ji lîstikê heye û em ji her tiştî re amade ne, helbet eger keştî bi înşellahê tenê bimeşe...
Çapemeniya Ewropayê dinivîse ku Qasim Silêmanî baregeheke xwe li Bexdayê daniye û bi domdarî bi rayedarên şîe re civînan çêdike. Li Bexdayê desthilata diyarker ew e. Em ên bi hikûmeta Bexdayê ve girêdayî, wê çawa di bin vê rewşê de derdikevin?
Piştî bajarokên Xaneqînê vêga bi hezaran milîsên Şîe di bin fermandariya Silêmanî de nêzîkî Kerkûkê baregehên xwe danîne. Ev hevalbendiya dijî DAIŞê ye, an dagirkerî ye? Ma dagirkeriya sunnnî an şîeyên Ereb (+Fars), ne dagirkerî ye?
Di lihevkirina petrolê de kî bi destkeftî ye?
Petrol a Kurdistanê ye. Tenê bi rêya Tirkiye û Îraqê mirov dikare wê bifiroşe. Rêyên Sûriye û Îranê vêga derveyî hizirkirinê ne. Makezagona Îraqê û DYA, berê kurdan dide Bexdayê. Dilê hikûmeta kurdî li Tirkiyê ye. Lê ji ber bûyera DAIŞê li himberî Tirkiyê hêrsa me kurdan daye stû.
Ka bidin ber çavên xwe; di zeviya we de petrol derdikeve û hûn hemûyê radestî Bexdaya ku ji bo kuştina we xwe amade dike, dikin. Tenê %17ê wê dide we, ew jî kengê û çawa bixwaze. Ma êdî pêwîst dike ku em bêjin peymana dawî bêhtirî di berjewendiya kî de ye? Li aliyekî Enqere, li aliyê din Bexda/Tehran, em di nav dêr û mizgeftê de mane. Divê mirov bipirse: Ka dadmendiya Xwedê û ya navneteweyî?
Nesrullah baş got lê kêm dibêje
Serokê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah got ku serokên kurdan talûkeya DAIŞê xelet xwendine û bawer kirine ku wê ew êrîşî wan neke.
Ew rast dibêje, lê tiştên ku li hisabê wî neyên, nabêje. Ka em gotinên wî yên negotî bêjin: Milîtanên Hizbullaha Libnanî, bi destûr û fermana wî, ser navê Îranê di kuştina gellek siyasetmedarên Kurdistana Rojhilatê de cih girtine. Kuştina Sadiq Şerefqendî û hevalên wî mînakek e (17.09.1992, Berlîn). Hê jî Hizbullahî kujerên Îranê ne.