Sedemên rojevbûna mijara zimanê dayikê li Îranê
Di dema borî de, Parlamentoya Îranê proje-yasayek derbarê zimanê dayikê li xwendingeh û zanîngehên Îranê darişt û bi awayekî seretayî pejirand. Li gor vê projeyê, pêwîst e êdî hikûmet derfeta rahênan û fêrbûna zimanên xwecihî û neteweyî li dibistan û zanîngehan misoger bike.
Lê gelo çawa Dewleta Îranê li hember vê daxwaza girîng a kom û neteweyên cuda nermî nîşan da? Merema vê gotarê bersivdana vê pirsê bi xwe ye.
Hander û motîva sereke ya vê projeya pejirandî ya Komisyona Fêrkirin û Lêkolînan a Parlamentoya Îranê, nûnerên Kurd û Tirk ên li Parlamentoya Îranê bûn. Xala balkêş li vir, lihevkirin û karê hevpar ê nûnerên du komên neteweyî yên cuda yên vê navçeyê derbarê mijara zimanê dayikê li Îranê ye. Di demekê de ku li hin derên din ên Rojhilata Navîn pêkhateyên neteweyî yên van her du aliyan rûbirûyî hev dibin û pev dikevin.
Li gor hin agahiyan, roleke sereke ya Nûnerê Mehabadê Celal Mehmûdzade di dariştina vê proje-yasayê de hebû. Ev proje bi alîkariya nûnerên Kurd ên din wek Enwer Hebîbzade û nûnerên Tirkziman di Komisyona Fêrkirin û Lêkolînan a Parlamentoya Îranê de, bi îmzeya 30 nûnerên din hat pêşkêşkirin.
Mehmûdzade ku sê gerên berdewam e wek nûnerê Mehabadê di Parlamentoya Îranê de ye, derbarê vê proje-yasayê de wiha dibêje: "Cîbicîkirina vê pergala xwendinê û şêwaza dersdana pirtûkan ji bo qonaxên cuda, di dema 6 mehan ji ragihandina yasayê de, bi pêşniyara Wezareta Perwerde û Wezareta Xwendina Bilind dibe û ji hêla kabîneya hikûmetê ve tê qebûlkirin".
Xulamriza Munadî Sifîdan, nûnerê Tirkên (Azerî) Tewrêz, Usko û Azerşar, ku serokê Komisyona Fêrkirin û Lêkolînan a parlamentoyê ye û projeya Mehmûdzade parastiye û roleke wî ya berbiçav di pejirandina wê proje-yasayê di komisyonê de hebû, gotiye: "Naveroka vê proje-yasayê ku cibicîkirina madeya pazdehan a destûra Komara Îslamî ya Îranê ye, di piraniya belge û peymanên yasayî û mirovî û her wisa di destûra me ya bingehdar de jî cih girtiye. Zimanên navçeyî û neteweyî yên navçeyên cuda yên welêt, xezneyeke giranbiha ne ku mixabin hino hino qir dibin. Lewma pêwîst e em herî zêde hewl bidin wan biparêzin".
Îran welatekî pir nasname ye. Ji netewe, ziman, ol û mezhebên cihêreng ên Rojhilata Navîn pêk tê. Lê piştî damezirandina dewletên nû li navçeyê, ku li Îranê vedigere dawiya serdema Qaceran û bi wateyeke zelaltir vedigere destpêka paşatiya Riza Şahê Pehlewî, diyardeya berfireh ji hêla dewletê ve, piştgirî û raberkirina siyaseta yek ziman û yek olê bû. Gelek caran jî, axêverên zimanên din bi guvaş, piştguhkirin û cudakariyê re rû bi rû man. Ev rewş li welatekî mîna Tirkiyeya jêr desthilata Ataturk pir zehmettir û dijwartir bû. Bi wateyeke din, di sed salên borî de, çi di serdema rejîma paşatiya Pehlewî de û çi jî di serdema Komara Îslamî de, her du pîvanên zimanê Farisî û mezheba Şiî, stûnên sereke yên wê nasnameya fermî bûn ku hikûmeta Îranê jê re kar kir.
Bi dirêjahiya dehsalên borî, hin guhertin û werçerixînên bingehdar û şoreşa teknolojiyê, heya radeyekê pêwendiya sînorên kevin û klasîk winda kirin û di encamê de, nasnameyên jibîrkirî û piştguhxistî derfeteke nû û bihêz a xwederxistin û vejînê peyda kirin. Vê diyardeyê xwe bêhtir li welatên wek Îran, Tirkiyê û….ji welatên din derxist û di salên borî de bû sedema bilindbûna asta çalakiya têkoşer û nûnerên aliyên neteweyî, zimanî û olî yên cuda yên Îranê.
Têkildarî fêrkirina zimanê dayikê, guhertinên derveyî sînoran jî pîvaneke bibandor in. Tîrbûna girêdana pan-tirkî (alîgirê Tirk) li du welatên Komara Azerbeycan û Tirkiyê li milekî, her wisa bihêzbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê li Iraqê tevî hin hokarên din ên cîhanî, navçeyî û naxweyî, bi rolekê di tevdana xwesteka nasnamexwaziyê de li Îranê lîstine. Dibe ku ji ber van sedeman be ku çalakvanên Kurd û Tirk bêhtir ji çalakvanên grûpên nasnameyî yên din wek Ereb, Belûç, Gîlek û hwd, ked û hewldan kirine. Hejmar û rêjeya berbiçav a komên neteweyî ku zimanê wan ê dayikê ne Farisî ye, tevî guhertinên ku hatin behskirin, bûn sedemek da di vî warî de, qet nebe di hikûmetên Hesen Ruhanî û Îbrahîm Reîsî de bibin mijara gotûbêjê û behsa wan were kirin.
Wisa dixuye, hin guhertinên navdewletî û navçeyî wek gurbûna krîza Qerebaxê (2021), giştpirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê (2017), zeftkirina desthilatê ji hêla Taliban li Efxanistanê û…, ku dibin sedema kûrtirkirina derzên neteweyî û nasnameyî li navçeyê û xasma li Îranê, tevî ked û hewldana çalakvanên navxweyî, hokarên nermî nîşandana berpirsên Komara Îslamî ya Îranê li hember mijara fêrkarî û xwendina zimanê dayikê bin. Helbet hêj ne zelal e ka di pratîkê de çarenivîsa vê proje-yasayê çawa dibe û eger were pejirandin di dema cîbicîkirinê de çi lê tê wek çawa tevî derbasbûna çend dehsalan ji pejirandina wê, nû behsa wê yekê tê kirina gelo madeya 15 a destûra Komara Îslamî ya Îranê bê cîbicîkirin an na!