Rihê Kurdistanê ketiye destê Tom Barrack?
Gotinên vê hefteyê yên Tom Barrackê balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û nûnerê herî bihêz ê Trump ê ji bo kar û barên Sûriye û Libnanê û di hin rewşan de ji bo kar û barên Îraqê jî cihê ponijînê ne.
Ji ber ku eger ev siyasetên nû yên Amerîkayê li navçeya me bin, dê ji bo Kurdistanê (bi hemû beşên wê) encamên wan ên metirsîdar hebin.
Ew bingehên ku 30 sal in hevbeşiya Kurdan û Amerîkayê pênase dikin, girdoka Tom Barrack wan naxwîne lê wisa xuya nake ku ev dawiya dinyayê be û Kurd jî ew qasî li DC û tewra di nav derdora nêzîk a Trump de bi tenê bin ku bi vî awayî bi hêsanî bibin pariyê ber devê guran.
Berî her tiştî, ev salek e devera me êdî ne ew dever e ku piştî rûxandina rejîma Sedam di destpêka salên 2000î de bû. Îran ne Îrana berê ye lê hîn jî negehiştiye wê astê ku bask û perên wê hatibin birîn.
Berê, qada desthilata Tehranê ji Efxanistanê heta Îraq, Sûriye, Libnan û Yemenê diçû. Diviyabû ku desthilatdarekî Amerîkî li Îraqê her tim bi awayekî nerasterast hemahengiyê li gel Hecî Qasimê Îranê bike ku nûneratiya hegemonya derve ya Îranê li navçeyê dikir.
Niha Îran li Libnan û Sûriyeyê gotina dawî nabêje û paytextên wan ji dest dane. Ji ber vê yekê, hemû hewlên xwe dide û daye da ku ji niha û pê ve li Bexdayê xurt bimîne.
Ji ber ku dizane Amerîka dixwaze Bexda jî di destê wê de nemîne. Li hundir jî rewşa Îranê gelekî xirab e.
Di nava wan salên ku min rewşa Îranê şopandiye, min ti caran bi qasî niha ew lerzok, lawaz û tijî fikar nedîtiye.
Li gel vê yekê, bi wê ezmûna ku me bi Îranê re heye, em dizanin ku Komara Îslamî destên xwe girê nade û mijûlî jinûveavakirin û bihêzkirina şiyanên xwe ye.
Weke ku xuya dike, di vê qonaxê de li şûna şiyana atomî, balê dikişîne ser jinûveavakirin û bihêzkirina şiyanên xwe yên mezin ên mûşekî. Lap di vê qonaxa lawaziyê de, Amerîka dixwaze Bexdayê ji destê Îranê derxe.
Sûriyeya di serdema Ehmed Şer de, di nava salekê de destkeftên mezin ên dîplomatîk û navdewletî bi dest xistine. Zilamekî ku dron li pey wî digeriyan û wekî ku ew bi xwe dibêje xwe di şkeftan de vedişart, li paytextên cîhanê û di ser hemûyan re jî li Amerîkayê pêşwazî lê tê kirin û xelatên giranbiha wekî nîşana dostaniyê didinê.
Ango bi kêfxweşî ji bo nav klûbê hatiye pêşwazîkirin û welatên rojava ew qebûl kirine. Heta wê radeyê ku Tom Barrack û hevalên wî yên din ên Amerîkî yên li herêmê, li gel Îsraîlê jî li ser awayê reftara li gel Şer û hevalên wî ne li hev in.
Ew dibêjin, ev derfeta dawî û ya herî zêrîn e ji bo ku Sûriyeyeke ku nêzîkî 50 sal in dijmina Îsraîlê ye û li gel Amerîkayê ne li hev e, wek Misir, Urdun û cihên din bi rêkeftinekê were girêdan û êdî serêşiyê ji bo dewleta Îsraîl û Amerîkayê jî çêneke.
Her wiha ji nêrîna kesekî wek Tom Barrack, rewşa navxweyî ya Tirkiyeya niha û şiyanên wê rê nadin ku hewldanên wê yên berfirehxweziya Osmaniya Nû hebin.
Lewma wek ku ew dibêje, çawa ku berfirehxweziya Îsraîlê li welatên îslamî derew û xeyaleke mezin e, wisa jî berfirehxweziya Tirkiyeyê ne tiştek e ku di rojeva Tirkiyeya niha de hebe û dereweke mezin e ku dijberên wê dikin.
Ji ber vê yekê, mimkun e ku li wê navçeyê eniyeke Tirkî, Sûrî, Îsraîlî û Kendavê were avakirin ku rê li ber wê yekê bigire ku careke din projeyên berfirehxwez ên Komara Îslamî ya Îranê li ser plana demdirêj a aborî ya Amerîka û hevpeymanên wê yên li navçeyê bibin gef.
Tişta ku Barrack, û hevbîrên wî yên din di nav tevgera Trumpîzmê de nûneratiya wê dikin ew e ku divê Amerîka bi projeyên îdealî û yên ku ne li gorî ketwara herêma me ne, mijûl nebe.
Wek mînak, divê mijûlî avakirina sîstema demokrasiyê li welatên herêmê nebe yan jî sîstema federalî û nenavendî bi zorê nesepîne, di demekê de ku, wek ew dibêje, ew sîstem yek ji wan jî li herêmê bi ser neketiye.
Belkû ew di wê baweriyê de ye ku tişta li wê herêma (eşîrî) bi ser ketiye û bi ser dikeve, sîstema paşatiyê ye. Paşê dema ku tu rabirdûya Barrack û pêwendiya wî li gel şahnişînên Kendavê dizanî, wê demê tu têdigihîjî ka çawa kesekî ku ne tenê demokrasiya bedew û îdeal a Amerîkayê dîtiye, belkû tê de ji dayik bûye û jiyaye, çawa dikare bi vî awayî hişk û sade reçeteyê ji bo paşeroja gelên Rojhilata Navîn binivîse.
Ew gelên ku di sedsala borî de bi dehan caran ji bo demokrasî, azadî û xwerizgarkirina ji sîstema derebegî û eşîrî serî hildane û şoreş dadane lê zilhêzên wekî Amerîka, Brîtanya, Fransa û Sovyetê ew şoreş beravêtî kirine û şah û mîrên wan parastine û petrol û samanên wan talan kirine.
Tiştên ku Tom Barrack, ji bo çareseriya pirsgirêkan dibêje, zêdetir derziya têkel a Kurdistanê tîne bîra min. Li Başûr dema kesekî hejar nexweş dikeve, merivên wî wî dibin ba alîkarekî bijîşkî û ew jî derziyeke têkel ji komek dermanan lê dide û piştî çend xulekan ti êşeke kesê nexweş namîne.
Gelek kes li Kurdistanê bi wê derziyê kêfxweş in lê rastî ew e ku ew derzî kesê/a nexweş benc dike û nexweşiya wî bi awayekî rasteqîn û demdirêj çareser nake.
Pirsgirêka merkezî, nemerkezî yan federalî li Îraq, Sûriye û Îranê jî ne çareseriyeke ku Kurd bixwazin e lê dema nahêlin bi vîna xwe, ne demokrasî, belkû heman sîstema paşayî ya îdeal a Barrack ji bo gelê xwe hebe, neçar dibe ku li rêyekê bigere ku sînorekî ji bindestî û bêmafiya xwe re deyne.
Ango, razîbûna Kurdan bi wan sîstemên neserkeftî ne ji ber wê yekê ye ku ew pir evîndarên wan çareseriyên ne pêkan in, belkû ji ber wê yekê ye ku Amerîkaya Barrack û piştevanên din ên Kurdistanê ji piştî Serhildana sala 1991an ve, ango zêdetirî 40 sal in, Kurdan han didin ku wekî birêz Barrack nefikirin û çavê wan li ne-merkeziyet û federaliyê be.
Her çend li Washington DC dostên Kurdistanê zêde ne, lê tevî vê yekê jî pêwîst e em bizanibin ku di wê ketwara nû ya piştî hatina Trump û rûxandina Esed de li navçeyê heye, li şûna gotara avakirina demokrasiyeke nû bi piştevaniya Amerîkayê û sazîbûna demokrasiya me û ew tiştên din ên îdeal, tişta ku ji bo me li gel Trump, Barrack û hevbîrên wan kar dike ew e ku ji wan re bê nîşandan ka Başûrê Kurdistanê çawa dikare rola pirekê bilîze ji bo geşepêdana aborî û aramkirin û parastina wê navçeya ku Amerîkaya serdema Trump dixwaze herî zêde pere û destkeftên aborî jê bibe welatê xwe.
Bi taybetî jî di rojên dahatû de zextên li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin daku ji aliyekî ve ji aliyê serbazî û sazîbûnê ve bikeve çarçoveya tişta ku niha li wir jê re dibêjin dewleta Sûriyê û ji aliyê din ve jî dilgiraniya dewleta Tirkiyeyê ji holê rake. Ev jî heman ew rol e ku ajandaya nû ya Trump ji bo navçeyê ji Başûrê Kurdistanê hêvî dike.
Hest dikim di van rojan de li ser Rojavayê Kurdistanê û qewareya ku li wir bi xwîna Kurdan hatiye avakirin, metirsiyeke mezin heye. Bi taybetî ku Şam hest dike bihêz bûye û ultîmatoma dawî dide Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye jî wisa dibîne ku ev cara dawî û derfeta wê ya dawî ye ku daxwazên xwe li wir bi cih bîne, çi bi zexta siyasî, çi jî bi hêza leşkerî.
Tenê hêviya ku heye ew e ku Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê bibin pirek di navbera Tirkiyeyê (ku hikûmeta Şer jî tê de ye) û Amerîka û aktorên din li gel Rojavayê Kurdistanê.
Ji bo ku tişta ku li wir wek pirsgirêk tê dîtin, bibe beşek ji çareseriyê. Di rastiyê de jî çareseriya pratîk ew e ku em ji şaşiyên xwe yên berê sûdê wergirin, ketwara nû qebûl bikin û baş bixwînin. Herwiha her tiştê di dest de nekin qurbanê tiştekî nû ku nebe.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)