Peyama Ocalan û bêdengiya Hewlêrê

15-03-2015
Arif Qurbanî
A+ A-

 

Tevî ku di destpêka gotûbêjan û di qonaxên din ên pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, Herêma Kurdistanê di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de navçîkarî dikir, lê bêdengiya dezgehên Herêma Kurdistanê li hember peyama dawî ya Ocalan cihê sosret û matmayînê ye. Nexasim ku berevajî yên berê, daxuyaniya vê carê behsa gotûbêj û awayê çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê dike.

Berê ku cûrek ji daxuyaniyên tekalî li ser rawestandina şer û destpêkirina qonaxa çareseriyê di çarçoveya pêvajoya aştiyê yan pirsa demokrasiyê de, kurd wek marjînal û PKKê jî bi awayekî ne rasterast tevlî pêvajoyê dihat kirin; Herêma Kurdistanê lê xwedî derdiket û şanazî bi rol û bandora xwe li ser rewşa Bakurê Kurdistanê dikir.

Lê vêga ku cara yekemîn e di dîroka Tirkiyeya piştî Dewleta Osmanî de, di daxuyanî û hewleke siyasî de, gotûbêjên fermî di navbera kurdan û dewletê de bi eşkereyî tên behskirin. Li Tirkiyê, xelk dizanin ku gotûbêjên çareseriyê bi Îmraliyê re tên kirin, dizanin ku bêdengiya tifingan û parastina jiyana eskeran, encama gotûbêjên navbera tirkan û PKKê ne. Lê mikurhatina li encama gotûbêjan û daxuyaniyên hevbeş nîşana pêşveçûna qonaxên pir giring in.

Li Tirkiyê, niha tirs nemaye ji naskirina PKKê û bi fermî reftarkirin û bi hev re hilbijartina çareseriyên aştiyane bo pirsa kurd. Lê aliyekî din ê vê pêvajoyê ku havêna gotûbêjan û çareseriyê ye jî, niha nediyar e û helwesta wê ne rohn e ku ew jî Herêma Kurdistanê ye.

Di qonaxên borî de, Herêma Kurdistanê xwe ji gotina wê rastiyê nedida alî ku bi rola navçîker radibe. Lewra bêdengiya Herêma Kurdistanê li hember vê pirsa çarenûsî sosret û cihê gumanê ye.

Dihat çaverêkirin ku piştî belavbûna daxuyaniyê, helwesta serokatiya herêmê û hikûmeta Kurdistanê bo piştevaniya peyama Ocalan bihata ragihandin. Pir sosret e ku herêm bêdeng ma û tu helwest nîşan neda. Nexasim ku qonaxa vê carê behsa derbaskirina qonaxa xebata çekdarî dike û ev pirs girêdayî siberoj û stratejiya temamiya navçeyê ye!

Gelo çima Herêma Kurdistanê bêdeng ma? Gelo ne sosret e ku tu gotineke fermî heta niha di vî warî de nehatiye bihîstin?

Bi kêmanî gerek bû eger tenê bi daxuyaniyekê jî bûya, Herêma Kurdistanê helwesta xwe diyar bikira. Çimkî di siberoja terazûyên vê deverê de, Tirkiyê bi rola yekalîker di pirsa kurd de radibe. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê belê li her çar aliyên Kurdistanê jî.

Encama xirab a siyaseteke wiha li Herêma Kurdistanê, ji bilî peydabûna gumanê ji hewldanên Herêma Kurdistanê yên berê û stratejiya wê ya çareserkirina pirsa kurd li deverê; bi ser de jî saziyên me yên rewa û hilbijartî dixe cihê gumanê û derfetekê diafirîne da ku careke din partî û helwestên wan bibin deng û rengê şêniyên Başûrê Kurdistanê.

Çimkî ji yekemîn roja destpêkirina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê û heta peyama dawî ya Ocalan, helwest û nerîna partiyên Başûr ên biçûk û mezin di vî warî de zelal e. Me hêvî dikir hino hino Herêma Kurdistanê bide ser wê riya rast ku dezgehên wê yên rewa xwestek û vîna gelê Kurdistanê nîşan bidin. Lê paşketina van dezgeh û saziyan di pirseke wiha giring û çarenûsî de, hêviyên me pûç dike.

Tevî ku êdî dibe helwesteke dereng jî, lê hem bo dîrokê û hem bo wergirtina rewatiya nûnertiya Başûr, giring e serokatiya herêmê, parlamento û hikûmet helwesta xwe ya fermî li ser vê pirsê nîşan bidin.                                                                                                                         

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst