Terora sêksî

15-05-2013
TAMAN ŞAKİR
A+ A-
Demjimêr 10 sibeha roja înê bû. Li kolaneke Qahîreyê, pirraniya xelkê razayî bûn û pirraniya dikanan girtî bûn. Çûk bi azadiyeke reha tevdigeriyan. 

Kirasê min dirêj bû. Pêlavên min pehn û asayî bûn û çend santîmetreyan ji erdê cuda bibûn. Çarika spî ya li serê min, ez wek heciyekê nîşan didam. Her çiqasî min serdana mala Xwedê nekiriye. Min xwe temand da ku qaşila mûza ku yekî avêtibû ser kolanê, hilgirim. Qena kesek lê neşemite û nekeve. 

Min her ewqas dît ku kesekî ji paş ve destê xwe dirêjî min kir. Min nizanibû çi bikim. Min hest bi stem û sivikxistinê kir. Min fedî kir. Gava min serê xwe bilind kir, min nêrî wa ew dikene û dibêje, bi rastî tu ji paş ve ne xerab î. Çend kesên ku mijûlî kirrîna baqla û zeletê bûn, bi çavekî sivik li min dinêrîn. Hinekan ji wan hewl didan kenê xwe veşêrin. Hinekan jî berê xwe guhart, da ku kenê wan nebînim. Lê ti kesî helwesteke erênî li hember vê terora sêksî nîşan neda.

Ez vegeriyam malê. Dilê min ji min dixeliya. Min hewl da ku hêsirên xwe veşêrim. Di neynikê de min li cilên xwe nêrî. Pirr asayî bûn. Cilê jineke sergirtî û cildirêj ku bi zimanê Îxwan û Muslimanan jê re dibêjin hîcab.

Bavê min ku nû ji xew rabûbû hest bi hêsirên min kir, li şûna ku berevaniya min bike, bi hêrs kir hewar; çima tu çûyî derve vê roja înê, eger mêrek bi te re bûya, ev yek rû nedida, çend caran min ji te re gotiye derketina derve ya bi tenê qedexe ye û bi tirs e, lê diyar e ev rewş bi dilê te ye.

Gotinên bavê min ji kiryara wî xortê destdirêjker nexweştir bûn. Bavê min û ew destdirêjker du rûyên heman diravî ne. Gelo her cara ku derkevim derve divê mêrek bi min re be? Jineke misrî digiriya û behsa wê terora sêksî dikir ku li kolaneke Qahîreyê di roja înê de pêrgî hatibû. Jinên Misrê pirraniya wan destkeftan ji dest dan ku berî şoreşê bi dest xistibûn. Şoreşa Sibatê celebekî nû yê terorê afirand ku tirs û dudilî xist dilê jin û keçên Misrê. 

Her çiqasî oldarên cîhana Îslamê behsa girîngî û pileya jinê di Îslamê de dikin, lê belê li hemû welatên ku di destê hêzên îslamî de ne, jin dikevin ber cezayên herî xerab û sivikkirin û destdirêjiya sêksî. Herwiha tên piştguhkirin û dûrxistin ji jiyana siyasî û civakî. 

Ev hizrkirin bûye sedema paşketina civakên rojhilatî, nemaze welatên ereb û muslimanan. Ew hertim di dema borî de dijîn, ji bo siberojê jî tiştekî wan nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst