Duh, Hêzên polîs û artêşa Misrê êrîşî her du qadên Rabiya el-Edewiya û Nehda, li Qahîreya paytext kirin û bi darê zorê alîgirên serokê ladayî, Mihemed Mursî, ku li her du qadan ketibûn grevê de ji hev belav kirin û di encamê de bi dehan kuştî û bi sedan birînar, di nav de jî endamên hêzên fermî yên hikûmetê, ketin.
Kiryarên tundûtîjiyê, şer, pevçûn û êrîşên ser bingehên polîsan tenê li Qahîre neman û çendîn bajar û navçeyên Misrê vegirtin û tevlîheviyeke giştî li piraniya welat belav bû.
Wezîrê navxwe yê Misrê, mihemed Ibrahîm amara qurbaniyan aşkere kir û got ku 43 polîs û 149 sivîl hatine kuştin, lê çavkaniyên Ixwan Mislimînan dibêjin ku hejmara kuştiyan gellekî ji weha zêdetir e.
Serokê Misrê yê demî, Edlî Mensûr di daxuyaniyekê de rewşa awarte li seranserî Misrê ji duh 14ê tebaxê û heta mehekê ragihand û cîgirê serokomarê demî, Mihemed el-Beradei, weke helwesteke protestokirina êrîşên li dijî qadên grevê dest ji kar kişand.
Serokê Misrê yê berê, Husnî Mubarek, ku nêzîka 30 salan li ser textê desthelatê mabû, piştî 18 rojan ji xwepêşandanên melyonî yên misriyan li qada Tehrîrê, dest ji kar kişand.
Husnî Mubarek, piştî serokê Tunisê, Zênilabidîn Bin Elî, duyemîn serok bû ku li ber ba û bahoza "Bihara Erebî" çûbû.
Di helbiartinên 17ê hezîrana 2012 an de, berbijarê partiya Azadî û Dadweriyê, ku baskê siyasî yê komela Ixwan Muslimîne, Muhemed Mursî bi cudahiyeke hindik weke yekemîn serokomarê piştî serkeftina şoreşê hat helbijartin, lê piştî derbasbûna kêmtir ji salakê, rikberên wî ew bi Ixwankirina dewleta Misrê û şikestina siyasî û abûrî tometbarkirin û bi melyonên xwepêşanderan daxwaza destjikarkişandina wî kirin.
Piştî 3ê rojan ji xwepêşandanên melyonên Misriyan, roja sisiyê tîrmehê, wezîrê berevaniyê û serkirdeyê artêşa Misrê, Ebdulfetah el-Sîsî, biryara ragirtina destûrê, ladana Mursî û radestkirina desthelatê bo serokê dadgeha destûrî ragihand.
Ladana Mursî û girtina wî ji bal serkirdayetiya leşkerî ve hêşt ku bi hezar alîgir û piştgirên serokê ladayî bixurihin ser kolana û xwepêşandanên berfireh lidar bixin û paşê jî li her du qadên Rabiya el-Edewiya û Nehda, li Qahîreya paytext greva protestoyê durist bikin.
Belavbûna tundûtîjî, ajawe û aloziyê li Misrê dibe hokarê tirseke mezin ku ezmûna 1992 - 1998 ku di dijberiya tund a grûpên radîkal û hikûmeta Misrê de nêzî 90 hezar kes hastibûn kuştin, careke din dubare bibe.
Gelo bi bûyera duh, artêşa Misrê tenê rê li pêş hukmê komela Ixwan Muslimînan girt, yan xewna demokrasiyê jî ji nav bir?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse