Kelha Dim Dimê *

15-09-2015
Tosinê Reşîd
A+ A-

 

Kurdayetî, xwenaskirina netewî bal gelê kurd bi taybetî bi “Şerefname” ya Şerefxan Bitlîsî va xurt dibe. “Şerefname” bi destana mêraniya “Dim-Dim” û “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî va dibin bingehên sereke ji bo kurdayetiyê, ji bo xwenaskirina netewî, ji bo nasiyonalîzma kurdan. Lê eger “Serefname” û “Mem û Zîn” ji aliyê mezintirîn rewşenbîrên kurde dewranên xwe de hatine sêwirandin, “Dim-Dim” ji dilê gelê kurd daye der, daxweza dilê gelê kurd e, ji aliyê gelê kurd de hatiye sêwirandin. 

Destana “Dim-Dim” ku usan jî bi navên “Qelaya Dim-Dim”, “Xanê Çengzêrîn”, “Xanê Lepzêrîn”, “Xanê Çengzêrînî Kurd” diyar e, yek ji hêjatirîn peykarên têkoşîna rizgarîxwez a gelê kurd e. “Dim-Dim” bîrewariya gelê kurd, a giştî ye ku dikare bibe bingeh ji bo bihêzkirina yekitîya kurdan ya netewî.

Destana mêraniya “Dim-Dim” ser bingeha bûyareke dîrokî, serhildana Emir xan Biradostî hatiye hûnan. Salên 1608-1610 li Rojhilatê Kurdistanê gelê kurd dijî desthilatdariya şahê Îranê, Şah Ebbas serî hildide. Serhildan ku armanca wê avakirina dewleteke serbixwe bû, deverên Tirgeverê, Mêrgeverê, Biradosta û Şinoyê hildigre nav xwe.

Tiştekî balkêş e, ku gor malûmatiyên dîrokî, Emir xanê Biradostî, ku serokê berxwedana kelha “Dim-Dim” bûye, ji malbeteke torinan bûye, lê di destanê de, Xanê Çengzêrîn ji malbetên torinan, esilzadeyan nîne; di destpêka destanê de, ew revoçîyê hespan e, mirovakî ji paşla gel derketî.

Navenda serhildanê kelha Dim-Dim bû li navçeya Mirgeverê, li çîyayên Dimdim. Naveroka destanê bi kurtî ev e; Xanê Çengzêrîn ji bo serxwebûna Kurdistanê kelha Dim-Dim ava dike û serdestiya şahê ecem napejirîne. Şah Ebbas çend caran ji Xanê Çengzêrîn dixweze, wekî kelha “Dim-Dim” bihilşîne û ji wî re bê rayê, lê Xanê Çengzêrîn nayê rayê. Şah Ebbas bi artêşeke giran ve tê ser kelha “Dim-Dim”. Xanên ji gellek deverên Îranê bi artêsên xwe, bi topên giran ve tên pişta artêşa şah. Çendek xan û begên kurdan jî digihîjne şah Ebbas. Lê di meydana şêr de ji şah Ebbas re li hev nayê berxwedana kurdan bişkêne, kelha “Dim-Dim” hilde.

Mehmedê Melekanî, ji bo şîvekê, ku bêyî wî xweribûn, ji xelkê kelha “Dim-Dim” û Xanê Çengzêrîn re xayîntîyê dike. Ew ser kaxezekê dinvîse ka ava kelhê ji ku tê, kaxezê serê tîrê ve dike û davêje nav artêşa şah. Avê ser kelhê dibirin û ev yek dibe sebebê têkçûna serhildanê. Xanê Çengzêrîn bi mêrxasên xwe ve li meydana şêr tên kuştin. Gava serbazên şahê ecem tijî kelhê dibin, dayîka xan, Guhar xanim, piltê davêje nav barûtxanê û kelha bi serbazan ve tijî, diteqîne.

Berî wê, jina xan (di hinek şaxan de bûka xan) ku ducan bû, ji kelhê derdikeve û dûarojê kurekî tîne. Ew kur mezin dibe û ji bo azadî û serbestiya Kurdistanê şer dike. Şerê ji bo azadî û serbestiya gelê kurd berdewam e…

Di heqê serhildana Emir xan Biradostî de, dîroknûsê şah Ebbas, Eskender beg Turkman di berhema xwe ya bi navê “Tarîxê alemarayê Ebbasî” de malûmatiyên balkêş tîne. Emir xan Biradostî û Evdal xan Mukrî seroketî li serhildanê dikin. 

Destana mêrxasîyê ya “Dim-Dim”, bi peyvên “Xurmîne, ha xurmîne...” dest pê dibe. Êdî ji van peyvên destpêkê guhdar texmîn dike, wekî wê behsa şerê giran bê kirin. Beşê destanê ku dide kivşê ka mêrxasên Xanê Çengzêrîn, çawan yek bi yek peya dibin deşta şêr, bi van gotinan tê ziman “Ha rabû, rabû, rabû...” Ev beş tê stran û awazê wê marşa serbaziyê tîne bîra me.

Destan bi nîgara xanê kurd, ‘Xanê Çengzêrîn’ ve xemilî ye, mirovek ku jiyana xwe, jiyana kurên xwe, mal û hebûna xwe gişkî ji azadiya gelê xwe re dike cangorî. Kurd têne kuştin, lê nayên rayê! Ev bawarîke bingehîn e di destanê de.

Sedsalê derbas bin, heta nivîskarê înglîs James Aldridge di romana ‘Diplomat’ de vê rastiyê ji nû ve diyar bike. Di destanê de nexweşîya kurdan ya dîrokî jî diyar dibe. Yekîtî, tifaqa kurdan tune, gellek eşîrên kurdan digihîjine artêşa şah. Lê dîsan jî tenê bi xayîntîya kurdekî ji kelhê, Mehmedê Melekanî ji artêşa Şah Ebbas re li hev tê berxwedana kurdan bişkênin. Kurd li meydana şêr nadin der; bêtifaqî û xayîntî ye ku pişta kurdan dişkêne! Ev jî bingehekî destanê yê mayîn e.

Gelê kurd bêtirî çarsid sal berê di destana xwe ya mêraniyê de, di vê bîraweriya giştî de, ew rastî ji xwe re diyar kiriye. Dûarojê Ehmedê Xanî wê bi dilê keder û hostatîke şayirtîyê ya mezin, wê rastiyê ji nû ve bîne ziman.

Destana gelê kurde mêranîyê “Dim-Dim” çawan li seranserê Kurdistanê, usan jî di nav kurdên Yekîtîya Sovêta berê de hatiye gotin û hê jî tê gotin. 

Ji Alêksandir Jaba girtî heta rojên me, gellek şaxên destana mêraniyê, “Dim-Dim”, hatine berevkirin û çapkirin. Lê dîsan jî hindik e. Divêt pêşewitîyên folklor û çanda kurdî ji nû ve bikevin gund-gund, bajar-bajar, zome-zome û şaxên “Dim-Dim”ê berev bikin. Divêt beşên destanê yên tên stiran, bên tomar kirin û notayên wan bên nivîsandin. Divêt hunermendên me beşên tên stiran, têkin program, CD û DVD ên xwe.

Folklora kurdî bi destanan ve dewlemend e; “Memê Alan”, “Siyamend û Xecê”, “Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî”, “Dewrêşê Evdî” û gelekên mayîn. Lê dîsan jî cîhê “Dim-Dim”ê di wê cêrgê de, cihê ye. Hema di “Dim-Dim”ê de gelê kurd mezintirîn daxwaza dilê xwe, serxwebûna Kurdistanê bêtirî 400 sal berê aniye ziman. 



* Ev nivîs ji malpera kurdî ya “riataza.com” hatiye wergirtin.



Kelha Dim Dimê - Devera Biradostê - Ormiye - Rojhilatê Kurdistanê 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst