Ev dinya her roj edaletê binpê dike!

15-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Xesan Kenefanî


Babeta mirinê bi tu hawî ne babeta kesê mirî ye, lê babeta yê mayî ye.

Mirina neyînî ya bindest û mazlûman tenê xwekuştin û rev û dilşikestin û têkçûn e.

Şoreş tenê hêja ye ku bala mirinê bikşîne. Şoreş tenê mirinê araste dike û wê bikar tîne ji bo ku rêyan li ber jiyanê veke.

Werin em şehîdên xwe di malzaroka vê axa ku xwîn ji ber diçe de biçînin. Çimkî hertim di erdê de cihê şehîdekî din jî heye.

Hemû nirxa peyvên min di wê yekê de bû ku ew qerebûyeke hîç û pûç ji nebûna çekan re bûn. Peyvên min vêga berjêr dibin li pêşber derketina mêrên rasteqîn ku her roj ji bo tiştekî ku ez rêza wî digirim dimirin.

Behreke te jî li vê dinyayê heye…de hilo rabe!

Ez behsa azadiya ku beramberî wê nîne dikim, azadiya ku ew bi xwe beramber e!

Ez venakişim heta ez di erdê de buhişta xwe biçînim an ez buhişta esman hilkim an ez bimirim an em bi hev re bimirin.

Ev dinya her roj bi tundî edaletê binpê dike!

Di dawî de mirov bi xwe doz e.

Eger em parêzvanên neserkeftî yên dozê bin, gerek e wê çaxê em ne dozê, lê parêzvanan biguherînin!

Xezal dixwazin li ba xizm û kesûkarên xwe bimirin, lê ne xema teyrê baz e li kû dimire.

Reşkên şevê mirin, fîzyayê ew kuştin û kîmyayê ew pişaftin û mejiyan ew bizdandin.

Birçî bûn, esmanan baran barand, li ku hesinê keleşan bê avdan bêhna nên jê tê.

Ev pîrek zarokan tîne û ew dibin canfida, ew zarokan dide û Filistîn wan dibe.

Di zelaliya dîtina xelkê de, şoreş dibe beşekî sereke ji nan, av, destê kedkaran û teptepa dilan.

Dê di vir de çikandî bimîne, bi tena serê xwe dilê wî li çolistanê lê dide, heta rawestiyayî bimire.

Û baweriya min bi tenêtiya min a reha, arezûya min ji bo parastina jiyana xwe bi awayekî hovane duqat zêde kir.

Gelo mumkin e qeder bi vî awayê bixof hatibe nivîsandin, Xwedêyo, ev mumkin e!

Jiyana min û mirina te bi awayekî bi hev ve dibin ku ne tu û ne jî ez dikarim wan ji hev vekim û tevî vê yekê jî tukes nizane hesabdîtin li vir çawa pêk tê.

We çima li dîwarên tankerê nexist? 

Ez êdî nema guman dikim ku Xwedayê me ew li Filistînê nas kir, ew jî jê derketiye û li cihekî ku nizanim li kû ye bûye penaber!

Û ji nişkê ve hemû bi hev re qîriyan “Ev çi jiyan e, mirin jê çêtir e” lê çimkî xelk bi giştî ji mirinê hez nakin, lewra divê li tiştekî din bifkirin.

Serkeftin ew e ku tu pêşbîniya hertiştî bike û tu nehêlî dijminê te pêşbînî bike.

Şoreş e! Hemû wisa dibêjin lê eger tu rext û keleşekê nedî ser milê xwe, tu nikarî wateya wê fêm bikî, êdî tu yê heta kengî bendewar bî?!

Em bi xwînê ji Filsitînê re dinivîsin.

Û dema em esrê gihîştin Seydayê em bûbûn penaber.                      

Meraqdarê felsefeyê bû. Li gorî wî, jiyan tenê bîrdoziyek bû.

Çima mirov kum dide serê xwe û pêlavê li piyê xwe dike? Çima mirov pêlavê nade serê xwe û kum li piyê xwe nake?

Mirov ku mecbûrî jiyanê hatiye kirin û nerîna wî nehatiye standin, êdî çima ew bi xwe dawiya xwe hilnabijêre?

Ez tifingekê dixwazim da bikarim beşdarî şoreşê bibim

Ne giring e mirov bimire beriya ku fikira xwe ya hêja cîbicî bike, lê ya giring ew e ku mirov fikreyeke hêja ji xwe re bibîne beriya ku bimire 

Pêwistiya miriyan bi çekan nîne

Cesaret pîvana dilsoziyê ye.

Îşkencekirina girtiyan derbirîneke qurre ya tirsê ye

Xayînî bi tena serê xwe mirineke bênamûs e.

Ne giring e yek ji me bimire…ya giring ew e ku hûn berdewam bin.

 

Xesan Kenefanî kî ye?


Nivîskar û romannivîsê filistînî Xesan Kenefanî, di 9ê nîsana 1936an de li bajarê Eka yê Filistînê ji dayik bû û di 8ê tîrmeha 1972 de li Beyrûta paytexta Libanê bi otomobîleke bombekirî hat terorkirin û Dezgeha Sîxurî ya Îsraîlê Mossad bi kuştina wî hat tawanbarkirin. 

Wergera ji Erebî: Besam Mistefa

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst