Eliyê Herîrî: Ev helbestvanê kêşedar kî ye!?
Nemir Ehmedê Xanî dibêje:
"Bîna ve ruha Melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqîyê Teyran
Hetta bi ebed bimaya heyran "
Ev helbestvanên ku Ehmedê Xanî ew binav kirine ( ji bilî Elîyê Herîrî) naskirî ne û jînenîgarîya wan, tev ya Xanî jî diyar û zelal e:
- Melayê Cizîrî: Cizîra Botan (1570-1640)
- Feqîyê Teyran: Muksa Wanê (1590-1660)
- Ehmedê Xanî: Beyazîdê (1650-1707)
Ji nav hemû helbestvanên me, yên kilasîk jiyana Elîyê Herîrî tenê bûye cihê gotegot û gengeşeyê. Lêkoler û kurdnasên biyanî û şirovekerên Kurd, hemû ne wekî hev jiyana Elîyê Herîrî rave dikin.
1- Kurdnasê rûsî Eliksandir Jaba qunsilê rûsî li Erzeromê di pirtûka xwe de ya ki bi sernameya "Cami′î Risaleyan û Hikayetan bi Zimanê Kurmancî" dibêje: "Şaîrê herî pêşîn Elî Herîrî ye. Dîwançeyek heye şî′r û qesayid. Herîrî ji gundekî cihê wî nahiya di Sincaxa Hekarîyan da û şi′r û edebîyatê wî jî di nîv Kurdistanê da qewî zêde meşhûr û ma′rûf e. Texmîna ku di tarîxa çarsedê (400) hicretê da bûye û di çarsed û heftê û yekê da (471) merhûm bûye û di nîv Herîrê da medfûn e".
2- Dr. Bilîç Şêrko di pirtûka xwe ya ku bi sernameya " Kêşeya Kurdî " de dibêje: " Herîr gundekî nêz Hewlêrê ye". Wekî dî ew jî weku Eliksander Jaba dibêje.
3- Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe ya ku bi sernameya " Puxteya Dîroka Kurd û Kurdistanê " de dibêje: "Elîyê Herîrî xelkê gundê "Dêr Elherîr" e . Diket liwaa Hewlêrê. Di navbera (400-470) yê mişextî hevberî (1010-1075) zayînê jîyaye. Herîrî hevçaxê " Firdewsê Tûsî (940-1020) ye. Dîwaneka navdar heye, bi zarekî kurdî" .
Lê Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe ya dî de, ya ku bi sernameya " Navdrên Kurd û Kurdistanê " ji wê gotina xwe vedigere û dibêje: " Herîrî ji hozanvanêt kurdêt navdar yêt kevin li welatê Şemdînan e. Li navbera (400-471)ê mişextî jîyaye" .
4- Celadet Bedirxan di govara Hawarê, hejmar 33 de dibêje: " Herîrî li gundê Herîra Hewlêrê bûye. Ew bixwe Sorî ye( Soranî ye). Dibêjin dîwaneke wî heye, min nedîtiye" .
5- T. Eristova di pirtûka xwe ya bi sernameya" Kurdên Pişt Qefqasê" de dibêje: " Herîrî di navbera salên (1009-1079)ê zayînê de jîyaye"
6- Ebdulreqîb Yûsif di pirtûka xwe ya bi navê " Dîwana Kurmancî " de dibêje: " Heta niho kes nizane jiyanî ev şaire Kurdê çon bûye, lê kudê de dayik bûye û le çe cîgeh murdiye û le kudê xwendiye û jiyanî çawa bûye. Belam şi′rê wî nehatine komkirin li nav dîwanekî da, yan dîwana wî winda bûye û şi′rê wî be lehceya Behdînanî bûye, Soranî nebûye. Ne dûr e xelkê gundê Herîra Hewlêrê. Ew çax Behdinan axift. Çunkî li ser hedê (sînorê) Behdîna û Sora ye. Û niho jî axaftina wan soranî û kurmancî têkel yek e. Lewra dûr nîne Elî Herîrî xelkê cihekî dîke bibe hatî bî bo Herîr û li wê derê mabî".
7- Sadiq Behaedînê Amîdî di pirtûka xwe de ya ku bi navnîşana " Hozanvanêt Kurd" dibêje: " Bêguman Elî Herîrî xelkê gundê Herîr e li Şemdînan, li cihê Hekarîyan. Hozan bi kurmancî vehandine".
8- Mesûd Mihemed vê kêşeyê bi vê nêrînê şîrove dike: Ji bilî Elî Herîrî yê herêma Hekarê helbestvanekî dîtir bi navê "Elî" li parêzgeha Hewlêrê hebû. Mesûd Mihemed vê malika Hacî Qadirê Koyî ji nêrîna xwe re dike belge:
" Dû Elî şair in weku Hessan
Berdeşan û Herîr e meskenîyan".
Li gora Hacî Qadirê Koyî dû helbestvan bi navê Elî hene. Yek ji Berdeşan e û yê dî ji Herîr e. Lê kîjan Herîr!? Herîra Hekarê yan Herîra Hewlêrê…!?
Nuha jî emê çend parçeyên kurt ji helbestên Herîrî ji " Dîwana Kurmancî" ya Ebdulreqîb Yûsif hatine hilçinîn di ber çavan re derbas bikin. Paşê em ê nêrîna xwe di derbarê danasîna Elîyê Herîrî de zelal bikin.
Elîyê Herîrî dibêje:
- Dilê mehzûn kefaret bit
Le îm şeb taze mihman e
Be mizgînî bişaret bit
Ke mihman canê canan bit
- Dîsa ji nû işqa berî
Pir enderûnim ateş e!
Zulfa muzeyyen ′enberî
de′wa tigel (digel) zulfa reş e!
Bila saqî meyê bîne
Ji yaran ra binoşim ez
Ji kerba cumlê salûsan
Derê kûpan rewakim ez
Ji hevberkirina wan nêrînên ji hev cuda û şêwazên vehandina helbestên wî ez gihiştime wê bawerîyê ku Elîyê Herîrî, rast ji xelkên gundê Herîra nahiya Sincaxê ya Hekarîyan e (wekî ku Eliksander Jaba gotîye). Ji ber ku :
1- Helbestên wî bi şêwazê kurmancîya Hekarê û derdora wê (Cizîra Botan, Colemêrg û Behdînan…) hatine ristin.
2- Mela Mehmûdê Beyazîdî şêwirdarê Jaba û wergêrê wî yê farisî bû. Pirtûka wî ya " Cami′î Risaleyan û Hîkayetan bi Zimanê Kurmancî " bi alîkarîya Beyazîdî nivîsîye. Ez bawer im ku Mela Mehmûd wê haydarê nasîna Elîyê Herîrî û cihê wî be.
Lê çima ev tevhevî di destnîşankirina gundê "Herîr" de baş zelal nebûye!? Bi dîtina min, ji ber ku Herîr (Dêr Elherîr) ya Hewlêrê pirtir naskirî ye. Nav û dengê wê daye ser navê Herîra Hekarê ya ku di çarçoveyeke teng de tê nasîn! Bo vê yekê ku tu bibêjî, ez çûme Herîrê, wê bê texmînkirin ku tu çûye Herîra Hewlêrê!
Li gorî vê malika Hacî Qadirê Koyî:
"Dû Elî şair in weku Hessan"
"Berdeşan û Herîr e meskenîyan"
Dû helbestvan bi navê "Elî" hene. Yek ji Berdeşan e û yê dî ji Herîr e. Lê kîjan Herîr!? Jixwe kêşeya mijarê destnîşankirina Herîra ku ”Elî“ paşenavê xwe jê wergirtîye!
Di encamê de gerek dû helbestvan bi navê "Elî" hebin, her yek ji gundekî bi navê "Herîr" e!
Amûdê. 28.3.2026
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)