6. Berxwedana Kela Dimdimê (Ji bo beşa yekem a nivîsê bitikînin)
Hemû dîroknas dibêjin ku Şah Ebas destûr dabû Emîrxanê Lepzêrîn ji bo avakirina Kela Dimdimê lê piştî çêkirina kelê, emîrên Şîe û neyarên Emîrxanê Lepzêrîn ketin nav liv û tevgerê da ku wî li ba Şah Ebas reş bikin û lewitandin. Wan li hemberî wî li ba Şah Ebas propaganda reş dabû destpêkirin. Pîr Budaq Beg, serwerê Azerbeycanê, piştgirî dabû van kesan û li qesra şahî dest bi siyaseta qirêj kiribû.
Hemû fesadkar û neyarên Emîrxanê Lepzêrîn piştgirî dabû hev, wan dixwest Şah Ebas qayîl bikin ku ji biryara avakirina Kela Dimdimê poşman bibe. Qedir û qîmeta Emîrxanê Kurd li cem Şah Ebas şikestibû. Şah Ebas ji biryara xwe ya destûrdana çêkirina Kela Dimdimê paş ve gav avêtibû û li gorî daxwaza kesên fesadkar biryar dabû. Ev biryar li gorî daxwaza wan kesan bû ku li hember Kurdan Şah Ebas teşwîq dikirin.
Şah Ebas ji berê ve ji Emîrxanê Lepzêrîn pir aciz û hêrs bû. Bi dilê xwe yê hov, wî li hemberî Kurdan fermanên şer û talanê dabû lê beriya her tiştî, wî dixwest bi rêyên siyasî û dîplomasiyê pirsgirêka Kela Dimdimê çareser bike da ku Emîrxanê Lepzêrîn bikeve destê wî û teslîm bibe.
Bingeha vê siyaseta li dijî Emîrxanê Kurdan ji tirsa azadî û serxwebûna Kurdan dihat. Wê demê gelek mîrên Kurd hebûn ku xwedî kelê bûn lê ew bi serwerên axa xwe ve girêdayî bûn. Di welatê xwe de bûbûn dîlên dagirkerên axa xwe û li ser axa bav û kalan bûbûn koleyên serweran. Eskender Begê Munşî dinivîse ku li cem Emîrxanê Lepzêrîn ramana "serxwebûn û azadiyê" peyda bûbû. Emîrên Şîe û Pîr Budaq Beg, hakimê Azerbeycanê, ev yek hîs kiribûn ku Emîrxanê Kurd vê kelê ne ji bo rehetî û betlanê, belku ji bo şerê azadiyê û avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe ava dike. Wan zanîbû ku Emîrxan dê li Kela Dimdimê tovê dewleteke serbixwe biavêje.
Avakirina Kela Dimdimê ji Pîr Budaq, mîrmîranê Azerbeycanê re pir giran bû. Ji ber vê yekê wî du qasid şandin ba Emîrxanê Lepzêrîn û jê xwest ku dev ji çêkirina kelê berde lê Emîrxanê Lepzêrîn guh neda van gotinan û bi alîkariya biradostan her du qasid dan kuştin. Karbidestên Sefewî û Şah Ebas bi vê biryara Emîrxanê qet ne razî bûn. Digel hemû dijberiyên wan jî keleke pir bihêz hatibû çêkirin û bûbû warê berxwedana Kurdan.
Şah Ebas û derdora wî dizanîbû ku armanca Emîrxanê çi ye û niyeta dilê wî çi dê bibe. Ebdal Xanê Mukrî, kurê Mîrê Paşayê Mukrî ku li dijî siyaseta Şah Ebas bû, xwe gihandibû Kela Dimdimê û piştgirî dida Emîrxanê Lepzêrîn. Malbata Mîrê Mukrî li dijî destwerdanên Sefewiyan serî hildabû. Ebdal Xan ji aliyê Emîrxanê Lepzêrîn ve hatibû parastin. Ev hevkariya her du xanên Kurd bû sedem ku neyarên Emîrxan wî li ba Şah Ebas reş bikin lê her du xan biryardar bûbûn û wan di navbera Kurdan de hevkariyeke xurt dabû avakirin. Ev yek wekî stiriyekî ketibû çavê neyarên wan.
Şah Ebas sala 1609an bi fermandariya Mihemed Paşayê Celalî û Hesen Xanê Şamluyê Beglerbegê Hemedanê, nêzî deh hezar leşkerên bi tecrube li Kurdistana Rojhilat bi cih kirin. Peywira van leşkeran ew bû ku serhildanên Kurdan bitepisînin û bin pê bikin.
Di heman demê de, wan sefer li ser Kurdistana Bakur, ku di bin serweriya Osmaniyan de bû, dikirin û wêran dikirin. Ev hêza leşkerî di destê Şah Ebas de wekî gefek li hemberî Osmaniyan dihat bikaranîn.
Şah Ebas ji Emîrxanî dixwest ku bi Budaq Xanê Tirkman û hêzên Celalî re bibe beşdarê êrişên li ser Kurdistana Bakur û pêşengiyê bike, ji ber ku digotin şarezayiya wî di erdnîgariyê de heye lê Emîrxanî ev daxwaz red kir. Şah Ebas dizanîbû ku Emîrxan ji Budaq Xanê hez nake. Ji ber vê yekê, wî Hesen Xanê Estaclû kir serkirde. Şah Ebas gotibû, "Eger Emîrxan bi xwe neçe, bila Temerxan bi çend kesên şareza yên çiya û geliyên Kurdistanê re bi wan re here." Lê ev pêşniyar jî ji aliyê Emîrxan ve hat redkirin. (Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim, Elî Teter Nêrweyî, r: 74)
Şah Ebas ji van bersivên Emîrxan pir hêrs bûbû û li dijî van biryaran rê û rêbazên cuda peyda kiribûn. Leşkerên Celalî û Qizilbaş bi plankirî hatibûn şandin û ferman dabûn ku li derdora Kela Dimdimê xwe bi cih bikin. Wan dixwest bi derxistina nexweşî û bêaramiyê li derdora kelê, niştecihên kelê biazirînin û tevliheviyê derxin.
Li ser vê yekê, hêzên Kela Dimdimê li dijî Celaliyan şer kir, wan bi tifeng û topbaranan hinek Qizilbaş kuştin. Dema ev hêz li derdora kelê bûn, çend Kurdên bixîret serê Mihemed Paşayê Celalî jê kir û ji Emîrxanê Lepzêrîn re birin, paşê reviyan Kela Dimdimê û li rex birayên xwe cih girt.
Piştî vê bûyerê, Qizilbaşan peyamek ji Şah Ebas re şand bajarê Erdebilê û derbarê geşedanên rûdayî agahî dan. Şah Ebas serokwezîrên xwe şandin Urmiyeyê da ku pirsgirêka Emîrxanê Kurd çareser bikin. Wan gotibû, "Eger bi awayekî aştiyane pirsgirêka Emîrxan çareser bikin, baştir e.
Eger bi aştî û dan û standinan bi Xanê Lepzêrîn re negihîjin encamekê, wê demê welatê Emîrxan wêran bikin, gelê wî ji nav bibin û welatê wan bidin destê Celaliyan." (Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim, Elî Teter Nêrweyî, r: 74)
Leşkerên Qizilbaşan bi serkêşiya Hatem Beg, li gel Pîr Budaq Xanê Purnak, Berxurdar Begê topçibaşî, topçî û tifengçiyên ji Esfehan, Xurasan, Bafq, Tebrîz û Xanemîr, kurê Xazî Begê Pînyanîşî, desthilatdarê Selmasê û Ewliya Begê kurê Kor Seyfedîn, desthilatdarê Qerebaxlar, Enzel û Somayê çûn ser Kela Dimdimê. Di dan û standinên di navbera I’timadud-Dewleyî û Emîrxanê Lepzêrîn de, Tîrmeha 1609an, ti encam nehat bidestxistin, her çend I’timadud-Dewleyî soz dabû ku dê pirsgirêkên Emîrxan çareser bike.
Heta hatina leşkerên Şah Ebas, di navbera şervanên Kurd û Qizilbaşan de çend şer li derdora Kela Dimdimê qewimîbûn lê Qizilbaşan nekarîbû kelê dorpêç bikin. Leşkerên Qizilbaş û Celalî 24ê Çiriya Pêşîn 1609an bûn yek û Kela Dimdimê hat dorpêçkirin.
Elî Teter dibêje: "Leşkerên Qizilbaşan bîst-sî carî zêdetir bûn ji şervanên Kurdan. Zivistan bû û derdora Kela Dimdimê bi konên leşkerên Celalî û Qizilbaşan hatibû girtin."
Emîrxan bawerî bi dan û standinên I’timadud-Dewleyî neanî, ji ber ku ew ji fêlbazî û lîstikên desthilatdariya Şah Ebas haydar bû. Wî bawerî bi hevdîtin û peyamên wezîrên Şah Ebas neanî, hemû pêşniyarên wan red kirin û rêya berxwedanê hilbijart.
Serkirdeyên artêşa Şah Ebas piştî bidawîkirina hevdîtinan dest bi êrişan kir. Birc û dîwarên Kela Dimdimê dan ber topan lê Emîrxanê Kurd dîwar û bircên kelê wisa çêkiribûn ku topan ti bandor li ser nedikir. Ev topbaranê ti ziyan negihand kelê. Kela Dimdimê li cihekî stratejîk hatibû avakirin û li gorî parastin û berxwedanê bi hêz bû.
Artêşa Qizilbaş û Celaliyan bi her cure amûrên şer êriş birin ser kelê lê nekarîn wê bigirin. Di dema dorpêçê de, kom bi kom leşkerên Celaliyan direviyan û diçûn Kerkûk û Amedê. Revîna leşkerên Celaliyan moral û performansa Qizilbaşan xera dikir. Hêzên Şah Ebas êrişên xwe li ser birca Sulîqê zêde kirin, ji ber ku armanca wan ew bû ku serkaniya ava kelê bigirin û Kurd bêav bimînin. Bi vê mebestê, hemû hêza xwe li ser birca Sulîqê kom kiribûn.
Rêya ava ku dihat kelê 13ê Adara 1610an ket destê wan û burca Sulîqê hat standin lê berî ku şervanên Kurd bê av bimînin, baraneke zêde barî û enbarên ava kelê tijî kirin ku têra şeş mehan bû. Bi vî awayî, gelê kelê ji bêaviyê rizgar bû. Planên Qizilbaşan têk çûn û negihîştin armanca xwe.
Serdarê Sefewiyan Hatem Beg, bi hinceta nexweşiya dil, 28ê Gulanê de dorpêça Kela Dimdimê paş ve kişand. Ev yek bû sedema dirêjbûna şerê Kela Dimdimê. Vekişîna artêşa Şah Ebas moralê şervanên Kurd bilind kiribû.
Şah Ebas piştî têkçûn û ketina morala artêşa xwe, Ebu Talib, kurê Hatem Beg, kir serokwezîr û bi fermandariya Mihemed Begê Bîgdilî yê Şamluyê Meraxeyî, hêzeke nû şand ji bo piştgiriya dorpêça Kela Dimdimê. Her çend Kurdan derbên giran li Qizilbaşan dabûn jî hejmara leşkerên wan zêde bû. Bi xurtkirina artêşê, êrişên li ser hêzên Kurdan zêde bûn. Hêzên Kela Dimdimê ketin rewşeke tengav. Kurd li benda alîkariya mîrên Botan, Behdînan û Soran mabûn lê mixabin ne mîrên Kurdan hatin alîkariyê ne jî Osmanî tevlî şer bûn. Berxwedêrên Kela Dimdimê tenê man.
Mîrên Kurdan ji Nisûh Paşayê Osmanî alîkarî xwest lê Osmanî li gorî berjewendiyên xwe yên bi Şah Ebas re tevgeriyan û alîkarî nedan. Mîrên Kurdan jî li gorî berjewendiyên xwe yên kesane û peymanên bi serwerên xwe re di bêdengiyê de man. Şah Ebas bi serkêşiya Qeriçqay Begê Xilamxase Şirîfê hêzeke giran şand ser rêyên ku dihatin Kela Dimdimê. Hemû rê li ber Kurdan hatin girtin.
Piştî şerên dijwar, burcên kelê û serkaniya avê Gulana 1610an ketin destê artêşa Sefewiyan. Tenê Narîn Kele (kela navxweyî) ku mala Emîrxanê Lepzêrîn tê de bû di destê Kurdan de ma. Emîrxanê Lepzêrîn û şervanên mayî, ji ber bêavî û neçariyê dawiya Hezîrana 1610an de xwe teslîm kir. Her du xanên Kurd, Emîrxanê Lepzêrîn û Ebdal Xanê Mukrî, planek danîbû ku di nav Qizilbaşan de, di dema guncav de, piştî kuştina serkirdeyên wan, xwe rizgar bikin an jî bi mêranî bên kuştin. (Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim, Elî Teter Nêrweyî, r: 78)
Di encama hevdîtin û lihevkirina Kurdan û serdarê operasyona Kela Dimdimê yê artêşa Qizilbaşan de, her du xanên Kurd li gel şervanên mayî şer rawestandin û çûn nav artêşa Qizilbaşan. Emîrxan bi sed şervanên xwe ve çû bin konê serdarê operasyonê, Ebdal Xanê Mukrî jî hat şandin bin konê Elyas Xelîfê Qeredexlû.
Hesen Xanê Estaclû, ku şervanên Kurd bi çek dît, bertek nîşan da û got divê şervanên Kurd ji xanan bên cudakirin, ji ber ku ev rewş ji bo ewlehiyê xeter e. Li ser vê yekê, Qizilbaşan plan kir ku şervanên li gel Emîrxanê Lepzêrîn ji wî cuda bikin lê şervanan ev yek qebûl nekir û got, "Emîrxanê Lepzêrîn ji bo du rojên jiyanê serê xwe ji Eceman re natewîne, bila bi mêranî bê kuştin."
Elyas Xelîfê ji şervanên Ebdal Xan xwest ku çekên xwe teslîm bikin. Ebdal Xan niyeta wî fêm kir û bi Elyas Xelîfê re li ser mijarên sûfîgeriyê ket nîqaşê. Elyas Xelîfê rabû ku konê terikîne lê Ebdal Xanê pişt wî xencer lê xist û ew li gel kesekî din kuşt. Qizilbaşan êrişî konê Ebdal Xan kir û di navbera wan û şervanên Kurd de şer derket.
Hemû şervanên di kon de hatin kuştin. Paşê êrişî konê Emîrxan kirin. Şervanên Kurd berevanî kir û gelek Qizilbaş kuştin lê ji ber hejmara zêde ya dijmin, ti rêya rizgariyê peyda nekirin. Emîrxan û hevalên wî bi mêranî hatin kuştin.
Piştî vê mêrxasiyê û kuştina hejmareke zêde ya Qizilbaşan, Qizilbaşan bi hêrs û kîna xwe êrişî Kurdên di nav artêşa wan de kir. Celaliyên ku tevlî Emîrxan bûbûn û Kurdên ku beriya şeş mehan ji Kela Dimdimê reviyabûn û beşdarî artêşa Şah Ebas bûbûn, hemû hatin kuştin. Qizilbaşan dilovanî bi kesî re nebirin. Kela Dimdimê hat talankirin, jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin. Malbat û zarokên Emîrxan hatin radestkirin, serê her du xanan hat jêkirin, birin artêşgehê û avêtin ber lingên Şah Ebas.
Encama şerê Kela Dimdimê kîna Şah Ebas a li hemberî Kurdan zêdetir kir. Dilê wî yê hov li hember Kurdan tijî bû. Hin kesên ku wefadariya xwe ji Şah Ebas re nîşan dabûn û di şerê Kela Dimdimê de xizmet kiribûn jî, ji kîna wî nefilîtin. Mîrzadeyên Pînyanîşî beşdarî êrişa Kela Dimdimê bûbûn û hevkarên Şah Ebas bûn. Lê vê xizmetê jî Xan Emîr, kurê Xazî Xanê Pînyanîşî, ji kîna Şah Ebas rizgar nekir. Artêşa Qizilbaşan çû ser kelên Qarînariq û Bêrdûkê, her du kele desteser kirin, mîrzadeyên Pînyanîşî li gel şêniyên wan ji kelayan derxistin û mişext kirin. Keleyên wan kirin baregehên leşkerî ji bo parastina desthilatdariya Şah Ebas.
TÊBÎNÎ: Ev nivîs dê ji beşa “Di Efsanê de Berxwedana Emîrxanê Lepzêrîn û Berxwedaneke Bêhempa” berdewam bike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse