Başûr bi pêkenokên we nakene!

16-06-2015
Dana Newzer
A+ A-
Em hemû rastî wê yekê hatine ku me bi coş û xweşî pêkenokek gotiye, lê efsûs pêkenok kevn derketiye û hemûyan berê bihîstiye; lewma li şûna ku bikenin ji me re dibêjin: Pêkenoka te kevn e û toz jê radibe. Piştî vê jî li şûna pêkenokê bi me dikenin!.

Vê dawiyê, rewşa hinek siyasetvanên parçeyên din ên Kurdistanê wek rewşa xwediyê pêkenoka kevn lê hatiye. Pêşniyarên wan bo Başûrê Kurdistanê, ji pêkenokek kevn û kelevajî wêdetir ne tiştekî din e!.

Ezmûna desthilatdariyê ya Başûrê Kurdistanê û siyasetvanên wê ji ezmûna partiyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê zêdetir e.

Wek mînak, heta beriya çend salan jî li Başûrê Kurdistanê du kanton hebûn: Kantona zer (PDK) û kantona kesk (YNK). Xwedê jê derxe, hemû tiştê me cuda bû! Heta vêga jî birîna me ya du rêveberiyan qemûşk negirtiye.

Lewma gava kesek tê û bi coş û germî û mîna ku tiştekî nû kifş kiribe avakirina çend rêveberiyan pêşniyarî me dike, em pê dikenin. Çimkî xurmeya ku ew bi nêt in bitekînin, sîsika wê di destê me de ye.

Yan dema hinek siyasetvan û nivîskarên parçeyên din şerên xwe yên îdeolojî yên germ tînin Başûr, em neçar in bi wan bikenin. Şêniyên Başûr ne tenê ji gotinên qelew û şerên îdeolojî têr bûne, lê bi ser de jî ji wan bêzar bûne! Li Başûr, partiyên îslamî û sekuler tenê bi nav ji hev cuda ne.


Li Başûr, tew di dema hilbijartinan de jî, bereya sekuler û îslamî dirust nabe. Partiyên ku wek sekuler tên hejmartin, hejmara melayên wan ji yên partiyên îslamê zêdetir e.

Îslamî jî bi qasî ku qala dijayetiya gendelî û reforma îdarî dikin, qala dewleta îslamî nakin. Di daxuyaniyên hemû partiyên îslamî de, gotina dewleta îslamî nîne. Bi kurtî, partiyên Başûrê Kurdistanê fam kirine ku îdeolojiyên ziwa zikê kesî têr nakin. Vêga eger bi zahirî jî be, şerên wan li ser proje û debar û qûtê xelkê ye.

Di salên pêncî yên sedsala borî de, Başûrê Kurdistanê hembêza xwe ji îdeolojiya Marksîst re vekir. Hejmareke hindik a mela û alîgirên PDKê yên ku ew jî bi melatiyê dihatin naskirin ne tê de, pirraniya şêniyên Başûr hembêza xwe ji îdeolojiya Marksîst re vekirin.


Lê wê çaxê jî bi qasî ku bi wêneyên Lenin û Stalin sermest bûn, serwextî naveroka îdeolojiya wan nebûn. Di dawî de derket ku axa Kurdistanê bi kêrî şînhatina wê îdeolojiyayê nayê!.

Lewma dema niha bawerdarên wê îdeolojiyayê yan yên din tên û dixwazin wê xeyala ku di mejiyê wan de heye bo sîstema aborî û cudahiya çînayetî ferz bikin û xwe û bîr û baweriyên xwe wek Mesîh û xilasker nîşan bidin, em bi wan dikenin!.

Ev rewş ne tenê derbarê Komunîzmê, lê derbarê hemû îdeolojiyên din jî rast e. Em li Başûr çavnebariya wan sîstemên siyasî nakin ku li parçeyên din ên Kurdistanê ber bi geşbûnê diçin. Tevî hemû kêmasiyên xwe, sîstema siyasî û desthilatdarî li Başûrê Kurdistanê li ser asta Kurdistana Mezin a herî kemilî û bêqisûr e!.
 

Divê hemû alî fam bikin ku bi me xweş be yan na, her parçeyekî Kurdistanê taybetmendiyên xwe heye. Beşekî zêde yê van taybetmendiyan ji wê yekê tê ku her parçe li jêr desthilata netewe û desthilateke tam cuda bû ji yên din. Ev nayê wateya ku em ne yek netewe ne, lê tê wateya ku pêwistiya me bi demê heye daku em ji hevûdu fam bikin.

Her kesê ku naxwaze bibe pêkenok û li gotinên wî bê guhdarîkirin, divê wê rastiyê li ber çav bigire ku Başûrê Kurdistanê geş e û kemilîneke fikrî, siyasî û aborî lê peyda bûye. Divê zanibe ku Başûrê Kurdistanê qonaxa çiya û şoreşê derbas kiriye. Pêwistiyên me û xewnên welatiyên Başûr ji xewnên kurdên parçeyên dîtir pirr cudatir in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne hikûmeta rêzeçiyayekî ye, lê hikûmeteke fermî û destûrî ye ku herêmeke mezin birêve dibe û erk û mafên wê li hember civaka navneteweyî û cîranên wê hene.

Beriya her tiştî jî, miletek heye ku bendewariyên wî cuda ne û êdî bi dirûşma (Yan Kurdistan yan neman) tenê razî nabe! Lê li tihêla vê sloganê, daxwaza derfetên kar, ewlekarî û jiyana xweş jî dike!.

Bêguman Başûr hêsir, xwîn û alîkariya parçeyên din ji bîr nake û hembêza wê ji her kurdekî dinyayê re vekirî ye. Lê pêkenokên xwe ji xwe re bihêlin!.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst