Newroz cenjeke ku di 21ê Adara hemû salekê de ji aliyê netewên cihê ve li welatên Rûsya, Iraq, Îran, Efxanistan û welatên din ve tê pîrozkirin. Ji bo Kurdan jî cih û pêgeheke taybet heye. Ya ku Newrozê ji cejnên din cuda dike, ev e ku demsala biharê ye û wek hemû kes dizanin, demsala biharê li hemû cîhanê wek demsala keskayî û gulan tê naskirin û zêdebarî wê yekê keş û hewa di biharê de guncaw dibe, bi taybet jî li Herêma Kurdistanê, lewma jî ev yek rêxweşkerek e bo Kurdan ku bikarin di vê bîranînê de geştan bikin û seyranan bikin.
Newroz, wek cejneke netewî bo Kurdan, dîrokeke kevnar heye. Ew cejn dikeve yekemîn roja sala nû û destpêka biharê, wate demsala nûbûna jiyanê ku em xatir ji zivistanê, demsala dijwar a berf û baranê dixwazin û ronahiya rojê li gel biharê tê. Newroz bi wateya "roja nû" hatiye, lewma wek cejna biharê û vejîna xwezayê tê naskirin û şitla hêvî û geşbîniyê di dilê me hemûyan de şîn dike.
Em wek nûner û Konsulxaneya Rûsyaya Federal li Hewlêrê, pîrozbahiyên herî germ li xelkê Kurdistanê dikin li seranserê cîhanê, bi taybet li Herêma Kurdistanê. Ez wek Konsulê Giştî li Hewlêrê, xwe kêfxweş û bextewer dibînim ku bo cara duyem vê cejna mezin li Hewlêrê bi bîr tînim. Sala bihorî ku min ev bîranîn ji nêzîk ve dît, bi rastî ez matmayî mam, ku min dît xûşk û birayên me yên Kurd bi coşeke mezin beşdariyê di vê cejna mezin de dikin û diçin seyranê, û ji bo nanxwarinê û paşê xweşî û şahiyê derdibirin bi encamdana hin lîstokên biharî, çalakiyên cesteyî, şahî û govenda Kurdî. Ji ber cihê avahiya Konsulxaneya me ku li ser rêya Pîrmamê ye û ev rê bo dehan cihên geştyarî yên wek Henare, Dilope, Şêre Suwar, Şêx Turab û çendîn cihên din ên xweş diçe, lewma em ji nêzîk ve dibînin ku xelk xwe dixemilînin û bi hejmareke mezin bi otomobîlên xwe ve tevî malbatên xwe berê xwe didin wan cihên bedew û xweş.
Di vê dema hestyar de em piştgiriya pêngavên bi bandor û hevseng ên Hikûmeta Herêma Kurdistan – Iraqê yên ji bo rûbirûbûna Koronayê li Komara Iraqê dikin. Îro tevahiya dinyayê di qonaxeke dijwar re derbas dibe, lê belê em piştrast in ku em bikarin bi hewlên me hemûyan bi ser bandor û pêşhatên COVID-19 de biserkevin.
Îro piştî derbasbûna 32 salan bi ser kîmyabarana Helebceyê re ku ji aliyê rejîma Sedam Hisên ev hatiye encamdan, em rêz li qurbaniyên wê karesata mezin a di dîroka nû ya Iraqê de digirin, ku di Adara sala 1988an de pênc hezar hemwelatiyên bêtawan ên bajarê Helebceya aştîxwaz têde bi awayekê hovane hatin kuştin.
Di vê roja bi êş û xem a bo tevahiya welat de, Konsulxaneya Rûsyaya Federal li Hewlêrê li gel xelkê Kurdistana Iraqê, wan qurbanî, birîndar û zirardîtiyan bi bîr tîne. Em sersaxiyê ji xizm û kesûkarên qurbaniyên kîmyabarana Helecbeyê re dixwazin û hêviya başbûnê jî bo wan kesan dixwazin, ku piştî derbasbûna 32 salan hêj jî bandora encamên wê bûyera dilêş li ser rewşa tendirustiya wan heta niha berdewam e.
Em piştgirî û hevxemiya xwe arasteyê hemû hemwelatiyên Iraqê dikin, ku hertim mala Ereb, Kurd û pêkhateyên cuda yên olî û netewî û mînaka jiyan û aştîxwaziyê bûye.
Kesên pêşkevtinxwaz li seranserî cîhanê ji wê karesatê ders wergirtine û divê hemû alî hewlên xwe bidin, ku ev corên ji kiryarên dijî mirovahiyê qet dubare nebin, ku di paşerojê de bi awayekî bêalî û dadmend tên nirxandin û tên şermezarkirin.
Têkildarî vê yekê, em dixwazin careke din pîrozbahiyê li xelkê Helebceyê bikin ji ber biryara hikûmeta federal a Iraqê ya ji bo bi fermî naskirina Helebceyê wek çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistan-Iraqê.
Ez li ser navê Rûsyaya federal tevî pîrozbahiya li xelkê Iraqê û rêzgirtina li vê cejnê, ji hemû aliyan re daxwaza paşerojeke geş dikim. Bi hêviya ku hemû salekê ev cejn bi kêfxweşî û bextewerî were pîrozkirin. Newroza we pîroz be.
Konsulê Giştî yê Rûsyaya Federal li Hewlêrê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse