Şer û şokên enerjiya cîhanî: Gelo alternatîva Hurmizê heye?
Van rojan bazara enerjiya cîhanê û dan û standina made û keresteyan tûşî şokeke bêmînak bûne. Bi awayekî ku niha Tengava Hurmizê nêzîkî girtina bi temamî bûye, ev yek ne tenê bazara enerjiyê li xwe digire çimkî nîvê çûn û hatina keştiyan ji bo veguhestina madeyên xwarinê, berhemên çandiniyê û keresteyan e.
Di demekê de ku rêjeya ji sedî 20ê petrola bikarhatî ya cîhanê li bazaran ji ber girtina tengavê kêm bûye, welatan ji bo kêmkirina bihayê petrolê rêyên cuda dane ber xwe. Wekî mînak, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) 400 milyon bermîlên petrolê xistine bazarê lê belê tiştê ku dê di rojên pêş de bandora xwe zêdetir nîşan bide, nebûna alternatîvê ye ji bo wan keştiyên ku kel û pel û madeyên cuda vediguhêzin.
Niha hejmara wan keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin rojane ji tiliyên destekê kêmtir e. Li gorî rapora dawî ya Fona Diravan a Navneteeyî û Zanîngeha Oxfordê ya ji bo çavdêriya bazirganiya deryayî, rojên beriya vî şerî -wekî mînak roja 27ê Sibata 2026an- hejmara wan keştiyên ku di tengavê re derbas bûbûn 95 bû. Roja din ev hejmar daket 76 keştiyan û 8ê Adarê bû 6.
Ev kêmbûna petrolê ya li bazarên enerjiyê di dîrokê de bê mînak e û bi temamî ji wan qeyranên berê cudatir e ku rûbirûyî bazara enerjî û petrolê bûne. Wekî mînak: Qeyrana dorpêçkirina hinardekirina petrolê ya ji bo Amerîkayê ya sala 1974an, qeyrana Şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1979an, dagirkirina Kuweytê ya ji aliyê Îraqê ve ya sala 1990î, qeyrana darayî ya sala 2011an, qeyrana belavbûna Koronayê ya sala 2020î û êrişa Rûsyayê ya ser Ukraynayê ya sala 2022yan
Yek ji van jî ne weke vê ya van rojan e ku rû dide. Ji ber ku hem rêyên veguhastinê hatine girtin û dibin armanc hem jî metirsî li ser rêyên alternatîv ên wekî Fûceyreyê ya li Îmaratê û armanckirina binesaziya enerjiya welatên berhemdêrên petrolê yên wekî parzûngehên petrolê yên Îraqê heye.
Niha cîhan li li peravên metirsiyeke mezin e. Bi berdewambûna girtina Tengava Hurmizê û nebûna veguhastina keştiyan a di vê tengavê de, em dê ne tenê bilindbûna zêdetir a bihayê petrol, gaza xwezayî û enerjiyê bibînin, em dê di heman demê de bilindbûna bihayê madeyên xwarinê, berhemên çandiniyê û kel û pelên din jî bibînin.
Derbasbûna keştiyan û alternatîva Tengava Hurmizê
Li gorî amarên Fona Diravan a Navneteweyî û Oxfordê yên ji bo çavdêriya bazirganiya deryayî, rojane çar cureyên cuda yên keştiyan di vê tengavê re çûn û hatin kiriye ku petrol, madeyên xwarinê û çandiniyê, kel û pel û keresteyên din vediguhêzin.
Li gorî daneyên ku ji 1ê Kanûna Paşîn a 2019an ta 8ê Adara 2026an berdest in, hejmara herî zêde ya keştiyên ku di tengavê re derbas bûne, 6ê Hezîrana 2023yan e ku 138 keştî bûne. Ji wan 82 keştiyên petrolê bûn, 29 keştî yên konteyneran bûn, 19 keştî yên madeyên hişk bûn û 8 keştî jî yên keresteyên cuda bûn.
Li hemberî vê, 4ê Adara 2026an, ango rojên destpêkê yên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, tenê 3 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûn. Ji wan 2 keştî yên konteyneran bûn û 1 jî keştiyeke veguhastina madeyên hişk bû. Ango ji 1ê Adara 2026an ve ew keştiyên ku petrolê vediguhêzin hejmara wan sifir e.
Şer berdewam dike û armanckirina binesaziya veguhastinê û rêyên veguhastina petrolê li derveyî Tengava Hurmizê jî heye. Bi ser van hemûyan de êrişên li ser Tengava Babûlmendebê hene lê belê ji roja yekem a şer ve veguhastina keştiyan ji vê deriyê ji sedî 50 zêde bûye. Wekî mînak, 28ê Sibata 2026an hejmara keştiyên ku di Babûlmendebê re derbas bûne 20 bû lê 8ê Adara 2026an gihîştiye 43yan.
Ji destpêka vî şerî ve, du hilberînerên mezin ên petrolê yên wekî Erebistana Siûdî û Îmaratê, alternatîvên xwe ji bo hinardekirina petrolê ji derveyî Tengava Hurmizê hebûn ku dikarîbûn rojane derdora 3,5 heta 5 milyon bermîl petrolê -ji wan 20 milyon bermîlên ku li bazarê kêm bûne- veguhêzin lê belê armanckirina bendergeha Fûceyreyê û metirsiya li ser xeta Siûdiyê ber bi Deryaya Sor ve karesatê kûrtir dike.
Bihayê petrolê dibe çend û bandorên wî bihayê bilind çi ne?
Ji roja yekem a şer ve ta îro bihayê petrolê ji sedî 70 bilind bûye. Ew qebareya petrolê ya ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) jî xistiye bazarê, tenê dikare valahiya sê hefteyan a ku Tengava Hurmizê çêkiriye dagire. Ango heger ji destpêka şer ve rojên borî neyên hejmartin, ew 400 milyon bermîlên ajansê, tenê 22 rojan dikarin bihayê petrolê wekî niha -ji 100 dolarî zêdetir e- bihêlin.
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê di rapora xwe ya Adara 2026an a derbarê daxwaz û xistina bazarê ya petrolê de, amaje bi wê yekê dike ku di vê mehê de wê 8 milyon bermîlên petrolê li bazarên cîhanê kêm bibin ne ku 20 milyon bermîl çimkî welatên weke Qazaxistan û Rûsyayê hinardeya xwe ya petrolê zêde kiriye.
Lê belê berdewambûna şer û girtina Tengava Hurmizê di vê salê de -dihat pêşbînîkirin xistina bazarê li gorî daxwazê zêdetir bibe- dê pêşbîniyan berevajî bike.
16ê Adara 2026an beriya vebûna bazarên Amerîkayê bermîla petrolê bi 105 dolaran bû. Pişt re ku bazarên Amerîkayê vedibin, nîşane ji bo wê yekê ne ku careke din biha ber bi bilindbûnê ve biçe ta ku dakeve. Ev jî ji ber zêdebûna gefan û armanckirina zêdetir a binesazî û serxana enerjiyê ya li Rojhilata Navîn e.
Banka Goldman Sachsê di rapora xwe ya dawî de ku tê de pêdaçûn ji bihayên petrolê re kiriye, pêşbînî kiriye ku heger şer berdewam bike, dibe ku bihayê petrolê bigihe 150 dolarî.
Bandoreke metirsîdar a girtina Tengava Hurmizê bi vî awayî ku niha heye û berdewamiya metirsiyên li ser keştiyan -bi taybetî jî li ser wan keştiyên ku petrolê vediguhêzin- di paşerojê de dê pir mezin be. Bi awayekî ku dema bihayê petrolê zêde dibe, bi heman qebareyê û zêdetir jî bihayê madeyên xwarinê dê zêdetir bibe.
Wekî mînak li gorî Neteweyên Yekbûyî, dema di mehên destpêkê yên sala 2022yan de bihayê petrolê bi giştî meha Kanûna Paşîn a 2022yan dibe 85 dolar û di meha Hezîrana 2026an de digihe 120 dolarî, hingî nîşaneya (îndeksa) bihayê xwarinê ji 135an digihe 155 pileyan (ji bo selika xwarinê). Lewma ev bilindbûna bihayan tê wateya zêdebûna birçîtî û hejariyê.
Encam
Girtina Tengava Hurmizê û kêmbûna hilberîn petrol û gazê ya li welatên wekî Îraq û Qeterê, ji bo dema şer bandoreke mezin li ser hiştina bihayê enerjiyê datîne. Ji ber ku heger şer bi dawî bibe, dê tijikirina rezerva bikarhatî û destpêkirina hilberînê ya ji nû ve pir zehmet be, bi taybetî jî piştî armanckirina parzûngehên petrol û gazê dê zehmettir bibe.
Her wiha tiştê ku niha di encama girtina Tengava Hurmizê de ji bo bazara enerjiyê û dan û standina bazirganî li cîhanê çêbûye destpêk e û wekî ku dibêjin "hîn tenê pêhesîn e", ta ku bi temamî êşê bikişînin. Ji ber ku alternatîv qels in û nikarin cihê Tengava Hurmizê ji bo petrol, gaz, kereste û madeyên xwarinê tiji bikin.
Di encamê de, ew tiştê ku em niha di bazara enerjiyê û bi taybetî jî di petrol û gazê de dibînin, bi temamî cuda ye û ne mîna bûyerên berê ye ku tê de hilberînerek an bikarhênerek tenê bibûya armanc lê belê deriyê 20 milyon bermîlan hatiye girtin û çûn û hatina rojane ya dehan keştiyên din jî nîne ku dan û standinên xwe yên bazirganî di vê tengavê re dikirin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)