Rêjîm serkeftinan dijimêre rikberî jî civînan

Di van çend mehên dawiyê de rewşa Sûriyê bûye çavkaniya paradoks û nakokiyan. Rejîmê hevalbendiya xwe ya bi hêzên navneteweyî yên mîna Rûsyayê re, bi hêzên herêmî yên mîna Îranê û bi hêzên çekdar yên mîna Hizbullaha libnanî re xurt kiriye û dest bi şerekî dijwar kiriye. Li ser erdê serkeftin li dûv serkeftinê bidestdixîne. Piştî Telkelex, bajarê Qisêr bû, niha jî dixwaze bi temamî dest deyne ser hemû bajarê Himsê, ku bibû sembola berxwedana li dijî hêzên rejîmê û çavê her kesî lê bû ku bibe mîna Benxazî ya Lîbyayê, yekem bajarê ku bi temamî ji bin desthilatdariya rejîma Qeddafî derketibû û ji wir tevgera rizgarkirina Lîbyayê destpêkiribû. 

Van rojan ew xewna dijberên rejîma Sûriyê û hemû hêzên rikberiyê, ku Himsê rizgar bikin û ji xwe re bikin palpişta rizgarkirina hemû Sûriyê, hêdî hêdî têk diçe. Ji aliyê din ve jî, helwesta hêzên navneteweyî yên bi bandor bi temamî eşkere bû, ku ewê rasterast tevlî rewşa Sûriyê nebin û wê ti destêwerdaneke leşkerî çênebe. Bipêşdetirîn helwest ew bû ku çekan bidin hin aliyên rikberiya çekdar ku bi navê Artêşa Azad kar dike. 

Bûyerên Misrê jî hatin û rewşa Sûriyê ber bi aloziyeke din ve bir. Ji hêlekê de çav hemû çûn ser Misrê û kirinên rojane yên rejîma Sûriyê hatin paşguhkirin, ji hêla din ve jî tirsa li cem Îsraîl û Amerîkayê ji guhertina rejîma Sûriyê ji berê mezintir bû. Ev pêşketin hemû bi hev re barê rikberiya Sûriyê girantir dike. Nexasim ku hêzên Hevpeymaniya Guherandinê û Şoreşê, wekî mezintirîn rêxistina rikberiyê, ev çend meh in ku di nav krîza hilbijartina serokekî nû û avakirin û neavakirina hikumeteke demkî û berfirehkirina rêxistinê de ye û herwisa ketiye nav rêzecivînên wisa ku xuyaye wê dawiya wan neyê. Ji bilî çûn û hatina wan ya di nav her sê dewletên li ser wan xwedî bandor, yên mîna Tirkiye, Qeter û Siûdiyê. 

Bi vî awayî di navbera komcivîna Jenev ya yekem û ya diduyan de roj bi roj rejîm şûna lingên xwe li ser erda Sûriyê xurttir dike. Wisa jî hema hema bi temamî alên reş yên yekîneyên îslamî, ku di bin sîwana Artêşa Azad de şer dikin, şûna ala serxwebûna Sûriyê ya sêstêrk girtine. Dîmenê Sûriyê yê giştî bi vî awayî tê xuyakirin. Di nav de jî Kurd û rêxistinên wan ên siyasî ketine nav lezûbezeke seyr û ji bo bicihkirina desthilatdariya xwe ya li ser herêmên Kurdan, ku rêjîm ji hinekan ji wan bi temamî derketiye, ketine pêxêla hev û hem rejîm û hem jî rikberî jibîrkirine. Ev kuştina ku li Amûdê jî rû da, nîşaneke berbiçave ji têkçûna jihevnêzîkbûna Kurdan û desteya wan a bilind. 

Dil hebû ku bajarekî mîna Amûdê aram bikaribe bibe hêlîna rengekî ji rengên yekîtiya Kurdan û xurtkirina eniya wan, lê bi vê rûdanê re û bi bûyerên girtin û tevliheviyên ku bi xwe re anîn re, têkiliyên aliyên kurd bi hev re xistin bin gefxwarineke mezin. Ev rewş zirareke mezin dide cihê Kurdan di dîmenê giştî yê Sûriyê de û helwesta wan di nav hêzên rikberiyê de jî qels û lawaz dike. Li Sûriyê dengên kuştin û kînên mezhebî û tariyê zora dengên ku ji bo azadî û rûmeta mirovan diqîriyan birine. Di nav Kurdan de jî dengên kuştinê, kîn û nefreta li hember hev û şerê rêxistin û partiyan rê ji dengên ku doza mafên Kurdan yên rewa hem li rejîmê û hem li rikberiyê dikirin, nehiştine.

 Rejîm şerê xwe dike, rikberî bi civînan mijûl e, Kurd jî bi hev ketine. Azadî jî li wê dera han, bê xwedî, bê kes û kûs maye.