Xwendina Êzidayetiyê û çi xwendin?

“Meriv nikare arîşeyan tucara bi heman têgehê çareser bike, ya ku di rêya wê re ew arîşe peyda bûne”

Albert Einstein

“Perwerdehî çeka herî bi bandor e ya ku mirov dikare pê cîhanê biguhere”

N. Mandela

Di dîrokê de meriv nikare perwerdeyê, yan dibistana û olê ji hev dûr bike, ew tim bi hev re hebûne. Lewma olên nebûne yên fermî û fêrkirinê tune bûne yan tune dibin. Ol û zimanê nebûne yê pirtûk û xwendinê heliyane, yan kêm bûne.

Ne tenê ol, xwendin di heman demê de navê duyem û sêyem e. Di Êzidayetiyê de dunav weke navê duyem ê Şêx û Pîra tê naskirin lê mixabin ew bi rêya zayînê re he ne, ne bi ya xwendinê û perwerdeya olî re.

Berê Êzidî di heman gund û şêniyî de bi hev re dijiyan lê ew pergala berê li Ewropayê pêk nayê. Ne tenê dunav, mirîd jî bi heman arîşe û wendakirina nasnameya olî re rû be rû ne.

Êzidiyên akademîkar jî di mijarên olî de qels in û gelek car ji rewşenbîriyeke Êzidayetiyê dûr in.

Di vir de divê meriv bipirse, xwendina çi? Di kîjan mijarê û beşê de? Yê bi pêt û pêla zanînê ne pijiya be, nikare bibe hosteyê mijarekê û pê re jî yê civakê.

Xelkê ji demên berê de girîngî dane xwendin û perwerdehiyê. Ne bi rêya zayînê, bi rêya perwerdeyê mirovên xwe kirine hoste û pispor.

Bi perwerdeyê pişavtin û qeliband pê anîne. Îro bi hêsanî nîvê Tirkiyê ne Tirk in lê xwe Tirk dibînin û ji Tirka jî Tirktir in. Nîvê erdnigariya Erebî lê serdest ne Ereb bûn lê îro Ereb in. Rûsan jî bi şoreşa Bolşevîkan re, Rûsîhezî û bergeha xwe ya mîsyoner fireh kir.

Mirovên perwerdekirî, dikarin civakekê û welatekî bi pêş ve bibin û dibin jî.

Oldarên di mijara olê de hoste û perwerdekirî dikarin ne tenê civakê, olê jî bilind bikin. Bawerî hêz û hunereke dilsoziyê ye. Dibe em şertên baweriyê pêk neynin lê divê em ola xwe û olên din jî bizanibin û binasin. Xwenasîn gerdûnî ye. Ne berevajî.

Sumeriyan beriya zayînê bi texmînî 4 heta bi 5 hezar sal dibistanên an malên lewha, yan yê tableta hebûne. Ji berê de mirovên xwedî hebûn û wek girîngî dane perwerdeyê, yê ne ji tebeqeyên serdest nekarî bûn bixwînin jî.

Mixabin îro jî li gelek welatan ev yek didome. Tevî ku divê xwendin wek nan û avê ji mafê her mirovî be.

Yê ne olî jî nekarî bûn olê ji bermahiyên xwe yên perwerdehiyê derxînin.

Olên bûne yên perwerdehiyê, şagirt, qutabî, pispor û mamosteyên xwe yên olî û bi olê re di beşên cuda yên weke felsefe, fîzîk, kîmya û di beşên wekî din de jî zanîn li ser zanîna bingehîn a yekemîn zêde kirine.

Erdê dereng bête çandin beriya tov, nebatên din jî ciyê xwe digirin. Lewma êdî çandinî û zexelî ji hev cuda nabin.

Xwendina mirov a di mijarekê nebe meriv nabe pisporê wê mijarê û meriv nikare wê mijarê bi asteke hêja binirxîne.

Êzidayetî nebûye ola xwendinê, şagirt û pisporên Êzidayetiyê ne bi rêbazên xwendin û perwerdeyê bûne Êzidnas. Raste Êzidî hatine jiyanê û ji yek tebeqeyên olê ne lê ne xwedî xwendin û perwerdeya olî ne.

Ew kes bi zayînê re xwedî wesfên olî û endamên wê olê ne. Lê ne xwedî xwandineke olî ne. Xwendin dibe nav û nasnameya duyem. Ger xwendin û ezmûnên xwendinê nebin meriv nikare bibe xwedî erk û nav jî.

Min rêz û hurmeteke bêdawî heye ji bo dunav û ilimdarên ola Êzî. Bila şaş neyê fêmkirin. Rast e Şêx, Pîr û Feqîrên Êzidiyan bi zahmetî û corê ev erk heta niha pêk anîne. Ew erka wan pêkanîne û heta vê rojê anîne ciyê rûmet û qîmetê ye.

Lê mixabin û sed mixabin heta niha me xwendineke Êzinasiyê, Êzidnasiyê tune ye. Mirov li gorî derfetên xwe û çavkaniyên cuda fêrî olê û nasîna olê dibin.

Ji ber ku mirov xwe bi xwe ola xwe nasnakin, nikarin ji olê fêm bikin û gava meriv hev fêm neke nikare bibe heval û dilsozê erk û kesên xwe.

Ne tenê dunav kesên xwedî dîplomayên akademîk jî di heman mijarê de pata ne. Êzidî gelek caran dibêjin; me mamoste, doktor, profesor, endezyar, sportmend  û rojnamger hene.

Baş e çi peywendiya wan kesan bi Êziditiyê û Êzidînasiyê heye? Ez hin hevalan dizanim, mirov nikare peyveke tekûz bi mûçinkê ji ser zimanê wan rake. Îcar ew mirov û yên bi Êzidiya û Êzidatiyê re ne mijûl bin, dê çi karibin ji Êzîdatiyê re bikin.

Dev ji wê jî berde Êzidîtî çi qas ji bo Almanekî girîng be, ji bo wan kesên nema bi zimanê xwe dizanin jî heta radeyekê girîng e.

Çima wê girîng be? Ma xwendineke wan ya Êzidînasiyê hebû? Yan bi zimanê xwe ola xwe xwendine, pê re fêrî olê, dîrok û çanda xwe bûne? Helbet na!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)