Kurdistan yan Nanistan

17-10-2015
Dr. AZAD EHMED ELÎ
A+ A-

Li van çend salên dawiyê, Kurdistan ji law û gencan tê çolkirin û valakirin. Di vî warî de gellek pirs û pirsyar tên kirin û hin çalakî li dardikevin, lê bersiv ne hêsan e, pêwîstî bi gengeşe û lêkolînê heye.

Piştî ku serhildana gelên Sûriyê li buhara 2011 destpê kir, yekem encamên wê serhildanê koçberî bû. Bi taybetî koçbûna beşê serekî ji civaka Kurd ya li metropol û bajarên Sûriyê, nexasim yên li Şama paytext niştecî bibûn.

Kurd ji nêzîkî hezar salî ve koçî Şamê dibûn, wek warekî pîroz, herdem ji koçberan re rûgeh bû. Lê li van çil salên dawî ew koçberî bi sedemên darayî gellekî berfireh bû. Çima?

Civaka kurdên deverên Kurdistanî yên bûyîn beşek ji dewleta Sûrî di navbera salên 1922-1958 li berxwe didan, xebat dikirin da ku li war û gundên deverên kurdî bimînin, hewl didan kar û xebata cotkariyê bikin, lê dewleta Sûrî piştî wan salan bû sîstemek sade dagîrker, rewşa aborî – civakî ya deverên Kurdistana Sûriyê herifand, zevî ji cotyarên kurd standin, herweha kurd ji aliyê siyasî ve şikandin, dûrî deselat û rêvebiriya dezgehên leşkerî û sivîl kirin.

Encama wê siyaset û rêbaza fermî, civaka kurdan li hemberî erebkirin û birçîkirinê hew xwe ragirt, ber bi bajarên mezin ên Sûriyê ve koçber bûn. Ev koçberiya yekemîn bû û ji ber ku karmend û rêncber ji dezgeh û karxaneyên wan bajaran re gellekî pêwîst bûn, wê koçê berdewam dikir.

Gava serhildana gelên Sûriyê gurr bû û ber bi çalakiyên çekdarî û cenga navxwe ve çû, piraniya wan malbatên ku li Şam û Helebê bicih bibûn ber bi deverên kurdî ve vegeriyan. Lê mixabin li bajar û gundên kurdan ne mal û xaniyên wan hebûn, ne jî derfetên kar û rêncberiyê mabûn. Zû dolab û çerxa aboriyê li Rojavayê Kurdistanê rawestiya. Sere sedî (70%- 80%) ji koçberên kurd  yên ber bi herêma Kurdistana Iraqê û dewleta Tirkiye li herdu salên (2011-2012) de, ji  nav wan  malbatên rêncber bûn.

Li sala 2013 nîvdeselatek li Rojavayê Kurdistanê hat ragehandin. Gellek deskeft cîbicî kirin, lê wê deselatê kar û nan bi tevahî kontrol kiriye, partiyên kurdî yên ji mêjve li ser wê axê xebat dikirin ji xwe cefilandin, xort û lawên kurd yên li zanko û dibistanan dixwendin teriqandin… wek ku diyar e ta roja îro deselat (xweseriya demokrat) di bin sîwana (TEVDEM)ê de nikare hevkariyê digel tu aliyên siyasî bike.

Ev bûyer hemî bûn egera wê yekê ku beşekî mezin ji malbat û kesayetiyên kurd, bi taybetî ciwan ji welat birevin, ta ku ew rêje û hejmar nêzîkî serê sedî (35%) derbas kiriye.

Bi kurtî ew kêmzanîn di warê rêvebirinê de û xemsarî di warê diyalog û hevkarî – hevbeşiya siyasî de bû sedemê pêla diwemîn ji koçberiya ji Rojavayê Kurdistanê îro ber Ewropa ve berdewam dibe.

Li Rojavayê Kurdistanê rewşeke awarte heye, ji ber sedemê cengê li hemî welatên ku ceng lê heye koçberî rûdide, lê ya cihê daxê ew e, çima ji Başûrê Kurdistanê dîsa koçberî çêdibe, roj bi roj law û ciwanên Kurd ji Herêma Kurdistanê û Iraqê direvin?!

Lêkoler diyar dikin ku dewleta Iraqê di şêst salên bûrî de (Dewleteke Mêjok) bû, çawa? Wek  rengê dewleta  ku welatiyan xwedî dike hatibû damezrandin. Ew sîstem geş bû digel şer û cengê bi şoreşên Kurdistanî re, ta em dikarin bêjin: ku beşek ji xelkên Kurdistanê berî her karî helwesta xwe difirotin dewlet û deselata Iraqê, ev li demek dirêj sedema tembelî û hezkirina bêkariyê bû, bi ser vê diyardê de pênc hezar gundên Kurdistanê hatin wêran û kavilkirin, bingeha gundevanî û abûriya resen (traditional economy) hat wêrankirin.

Piştî serhildana gelê Kurdistana Başûr li sala 1991 û deselata Herêma Kurdistanê çêbû, wê sîstema (mêjok û xwedîkirina welatiyan) berdewam kir, ango deselatdarên Kurdistanê gellek kes wek mûçewergir destnîşan kirin, ta rewş aloztir bû, hejmara mûçewergiran li gor hin amaran (600) hezar kes derbas kiriye. Ev hejmar li gor Herêma Kurdistanê pir bilind e. Gava dahata petrolê ket destê deselatdarên Herêma Kurdistanê, kar hemî li ser avakirina  bajaran hat kirin,  bi hezaran xanî li derdora şarên serekî bilind bûn. Lê avakirina gundan gereke li pileya yekê bûba, avakirin û geşkirina gundan pêwîstir bû?

Bi ser de jî sîstema avakirina bajarên Kurdistanê şaş û kêm kalîte bû, ne sîstemek li gor rêbaza geşkirina berdewam (sustainable development) bû, wek avakirin ji bo reklamkirinê bû, avakirin tenê ji bo bazirganî û firotinê bû. Em vê yekê di bin çavan re derbas dikin, ji ber ku avakirina bajaran kêşeya bêkariyê li Kurdistanê çareser nekir.

Ji ber bêkariyê îro genc ji Kurdistanê derbider dibin, bêomîdî belav bûye, rewş nearam e… vêce çareserî çi ye û çawa ye? Li ser çi rêbazê û bi çi awayî li hember dê rawestin?

Diyardeya van çend heyvên dawî li Kurdistanê diyar bûyî encama siyaseta deh salan e ji xemsarî û planên abûrî yên şaş in.

Li gor bawerî û dîtina min, çare di bin yek gotar û navî de ye, divê (Kurdistan bibe Nanistan), lê çawa?

Ew dema ku xelkên Kurdistanê stran û sirûd li ser Kurdistanê digotin çû. Kurdistan li dar e, nema xewnek romantîk e, Kurdistan avahî ye, mal e, war e, wargeh û dibistan e, amana jiyanê ya fireh e. Divê Kurdistan atmosfêreke gunacaw ji jiyana nifşên nû re peyda bike, divê mirov bigihîje asteke rêzê li war û welatê xwe bigire, divê li rastiyê û di praktîkê de jê hez bike. Li serdema Globalîzmê hemî aliyên jiyanê hatine guhertin, cîhan bû wek gundekî biçûk.

Ta xelkên Kurdistanê bi rêz li welatê xwe binêrin, ta bi axa xwe ya dîrokî ve bên girêdan, divê ev ax mercên jiyana serfiraz ji wan re amade bike, pêwîst e li yasayê mafê jiyanên serekî dabîn bike, wek: mafê kar, xwendin, serbestiya bîr û baweriyan, azadiya çalakiyên abûrî-civakî û herweha rewşenbîrî. Ya gellekî pêwîst ew e ku em bizanin  erc û pêdiviyên jiyana îroyîn nema wek yên berî bîst seh salên berê ne, jiyan piralî û piraloz bûye, li dawiyê pirmesref û pirdaxwaz bûye.

Eger hat û deselatdarên kurd û serkirdên partiyên Kurdistanî ev yek neşopandin, ev arîşe û astengiya mezin çareser nekirin, dê koçberî ji her çar parçeyîn Kurdistanê berdewam bibe, ta ku welat vala, çolkirî û kavil bibe. Piştre bila ew deselatdar bi tenê di Kurdistana bê welatî de bijîn, deselata xwe ya şêrîn li ser serê hev berdewam bikin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst