Hikûmeta teknokrat an kabîneyeke koyle
Şîe weke tayifeke olî ji ber ku ji dema damezrandina dewleta Iraqê ve di sala 1921 de heta ketina rejîma Sedam Hisên di sala 2003 de roleke wan nebû û bindestê kêmîneya Sunne ya desthilatdar bûn, lewma di iraqa nû de ku derfet ji wan re çêbû ku bigihin desthilatê, bi awayekê bêsînor dest bi kontrolkirina navendên giring kirin û di demeke kurt de dest bi ser tevahiya navendên desthildatdariya Iraqê de girtin, lê belê ku heta niha ew acendaya Şîeyî ya ku bo desthilatdariyê hene, cîbicî nekirin, sedema wê ne ew e ku naxwazin ji wê zêdetir hikûmet rengê şîetiyê bi xwe ve bigire, belku ew yek girêdayî qonaxbendiya armanca stratejîk a wan a bo desthilatdariya li Iraqê ye.
Niha tevî ku desthilat bi awayekî reha di destê wan bi xwe de ye û beşdariya pêkhateyên din di desthilatdariyê de hevseng nîne, lê belê hêj bi dilê wan nîne û meyla hikûmeta piranî bi ser hizirkirina wan de zal e, û dixwazin ku bikarin bi tenê desthilatdariya welat bikin. Di çend salên bihorî de çend caran ew xwestek ji zarê serkirdeyên siyasî yên Şîe ve ber guhê Kurd û Sunniyan ketiye, ku em weke Şîe xewneke me ya wisa heye û em bo pêkanîna wê dixebitin. Lê belê hêj negihîştine wê qonaxê ku weke Îranê nasnameya dewletê bikin Şîe û wê yekê yekalî bikin û Kurd û Sunne jî bi qasî Sunne û Kurdên li Îranê di rêvebirina dewletê de xwedî rol û pêgeh bin.
Piştî hatina DAIŞê û encamên wê li Iraqê, herwiha piştî kûrbûna nakokiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê, heta meseleya referandumê û bûyerên 16ê Cotmehê û encamên wê, bi taybet jî piştî vekişîna Amerîka ji rêkevtina etomiya li gel Îranê, niha rewşeke nû li Iraqê çêbûye ku Şîe nikare di vê qonaxê de hikûmeta piranî rabigihîne, lê belê dest ji wê armanca xwe jî bernedane. Ya ku tê gotin, eger armanceke te di qonaxekê de pêk nehat, dest ji armanca xwe bernede, belku amraza xwe bow ê biguere, Şîe niha wê pêk tîne.
Ya ku em niha li Iraqê dibînin, guherîna amrazê pêkanîna armancekê ye, ku di esas de weke desthilatdariya Piranî ye ku Şîe dixwaze, lê belê bi awayekê rûkeş wêneyeke din ji wê vîzyonê tê nîşandan. Ew mekanîzma ku mala Şîe li navenda biryarê ya li pişt diyarkirina serokê parlamentoyê û serokkomar û di pêkanîna kabîneya hikûmetê de tînin cih, bi qasî desthilatdariya piranî û heta zêdetir xizmeta armanca Şîeyan dike. Çimku bo rewşeke weke ya niha, pêkanîna hikûmeta piranî ya Şîe hinek astengî û girift û neyaran bo desthilatdariya Şîe çê dike, lê belê ew mekanîzm a niha berovajiya çêbûna neyar, alîgriya siyasî ya Sunnî û Kurd dide Şîe, di nava Kurd û Sunneyan de nerîteke siyasî têne holê, ku hêzên siyasî û karakterên girêdayî Şîeyan çê bibin û hêz û karakterên siyasî yên resen di nava wan herdu pêkhateyan de jî bêne piştguhxistin.
Temaşe bikin, hemû mala Şîe tevî hêzên siyasî û merceiyet û navendên destûrî û yasayî li hember wan mekanîzmên ku bo pêkanîna hikûmeta nû hatine diyarkirin, bêdeng in, di demekê de ku li gorî nerît (urf) û rêkarên destûrî, divê hêza yekem a serkevtî di hilbijartinan de yan jî mezintirîn fraksyona parlamentoyê ji bo pêkanîna hikûmetê were erkdarkirin, lê ya ku niha heye, berovajiyê wê bingeha destûrî ye. Ne ti fraksyoneke mezin a parlamentoyê hatiye ragihandin û ne jî ji hêza yekem a hilbijartinan kesek bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin, kesatiyek hatiye diyarkirin û ew erk spatine wî, ku xwediyê yek kursiyê parlamentoyê jî nîne.
Armanc ji êvê proseyê ev e , ku hikûmet li ser bingeha encamên hilbijartinan neyê pêkanîn û rê bi Kurd û Sunneyan jî weke nûnerên pêkhateyan neyê dan, ku di vê qonaxê de beşdarî hikûmetê bibin. Pirs ev e, êdî hilbijartin ji bo çî ye? Li kudera cîhanê ew modela siyasî heye ku hilbijartin were kirin û hêzên serkevtiyên hilbijartinan mafê avakirin û beşdarîkirina di hikûmetê de nedin wan? Ev çi model e ku bi hinceta teknokratî û dûrketina ji pişkpişkanê, rewatî bi pêkhateyekê were dank u destê wê vekirî ve bi kêfa dilê xwe ji nav pêkhateyên din, pişk û mafên wan diyar bike. Ev ji bilî wê yekê ku di vê qonaxê de wan pêwîstî bi kabîneyeke koyle heye li şûna hikûmeta piranî, ti wateyeke din a wê nîne.
Adil Ebdulmehdî kesatiyekî siyasî yê hevseng û rewşenbîr e û ji hemû siyasiyên din ên şîeyên Iraqê vekirîtir e, ji piraniya siyasiyên din guncawtir e ku serokwezîr be û helwestên wî di panzdeh salên bihorî de şahidiyê didin ku ew dûvik nebûye. Niha heq nebû ku ew jî rê bide xwe ku bibe amrazê lîstikeke cihê gumanê bo tepeserkirina pêkhateyên din ên Iraqê. Ya ku niha di navenda biryara şîeyan de tê dîtin, avkirina nav aşê bidûvikkiirna Kurd û Sunne û bikoylekirina siyasî ya wan e. Ji ber ku eger her karaktereka/î wna herdu pêkhateyan sibê bi wê mekanîzmê birin nav civata wezîran, ji wî re zelal û aşkere ye ku ew bi piştgiriya ti fraksyoneke siyasî neçûye û ti pabendiya wê/î ne ji bo milletê xwe û ne jî bo ti aliyekî siyasî jî nabe, tenê dibe robotek di destê ewên ku ew hilbijartine.
Armanc jî ew e, ku di wê xûla çar salî de bi wan karakterên rehînegirtî, Sunne zêdetir ji hev veqetînin û eger ji wan re here serî, bi mekanîzmeke din statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê jî nehêlin.
Bila em bînin ber çavê xwe ku Kurdekî bêyî nûneratiya Kurdan, bêyî nûneratiya ti hzêeke siyasî, bêyî mafê hilbijartinî, li ser bingeha wê yekê ku bi rêya emailekê şahnameyeke cuwan ji xwe re nivîsiye, bikin wezîr, çi bendewariyek jê heye ku weke kurdekî hestê girêdayîbûna wî bi Kurdistanê hebe û xwe li hember xwestek û mafên xelkê Kurdistanê bi berpirsyar bibîne? Ew ku bi deng û hêza Kurd negihîştibe wê postê, êdî çima xwe deyndarê Kurd bizane? Ew dê deyndarê wan kesan û aliyan ve, ku wî dikin wezîr yan her posteke din didin wî. Ew yek bo Sunniyan jî rast e, ez ne di wê baweriyê de me, ku ew yek bêyî lêkolîneke hûr û nirxandina encamên wê û li berçavgirtina qazanca Şîe, biryar li ser hatibe dan.
Divê hêzên Kurdistanî yên beşdar di proseya siyasî ya Iraqê de, bi kêmanî bo pişk û rêjeya beşdariya Herêmê li Bexdayê bi wê mekanîzmê razî nebin. Pêwîst e Kurd li gor qebareya xwe li Iraqê, ji hemû posta pişk jê re bihê diyarkirin û hêzên Kurdî xwe serpişk bin di diyarkirina her karakterekê, ji bo ku nûneratiya Kurdan bike, neku ew serpişk bin ku bixwe di nava Kurdan de kê/î bi dilê wan e û kê/î amade ye zêdetir xizmeta wan bike, bikin nûnerê xelkê Kurdistanê.