Mewlana û Mesrûr Barzanî

Ano Cewher Ebdoka*

Li rojhilateke ku bahoz û barove dihejînin, dengên bêhêvîtiyê û hêviyê tê de têkel dibin, hinek kes derdikevin holê ku hêviyê diafirînin û tekez dikin ku karê durist û dilsoz dikare xewnan bike rastî. Wekî ku Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje: “Eşq tevgerê çêdike, tevger jiyanê diafirîne û jiyan jî bipêşketinê pêk tîne.”

Ji ber vê yekê, ezmûna cenabê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bêhempa ye. Ev ezmûn, ji bo vê eşqê mînakeke şênber e, eşqa avakirinê û eşqa bipêşketinê, eşqa Kurdistanê, eşqa avakirina mirov û parastina rûmeta mirov û eşqa hûnandina dîtineke niştimanî ji bo paşerojê.

**

Ronahî tariyê napejirîne, ronahî û elektrîka berdewam.

Dema Mewlana gotiye: “Ronahî tariyê napejirîne.” Wekî ku behsa projeya Ronakiyê dike; ew bernameya ku hewl dide dawî li tariyeke bi dehsalan bîne ku ji serdema dîktator û şerên wî yên dîn ve baskê xwe li ser welatê me vedabû.

Projeya Ronakiyê, ronahiyeke bê vemirîn di malên xelkê de diçîne. Elektrîk ne tenê enerjî ye, belkî peyameke zelal e ku dibêje: Kurdistan hêjayî ronahiyê ye û ronahî tê de ji hemû kelemên tariyê bihêztir dibe.

**

Weke avê be: Projeya ava paqij.

Mewlana dibêje: “Weke avê be... paqij dike, vedijîne, bê rawestan diherike.”

Projeyên avê di serdema Kak Mesrûr de bi heman rengî bûn: Ava paqij, torên nû yên gihandina berdewam û santral û kargehên parzûnkirinê, jiyanê geş dikin û rûmetê li welatiyan vedigerînin.

Av, wekî ku di gotina Mewlana de hatiye, ne tenê madeyek e, belkî giyanek e û jiyana niştimanan ji paqijiya çavkaniyên ava wan dest pê dike.

**

Rêya rastiyê lingên hesinî dixwaze: Bendav û rê û otoban.

Di avakirina bendavan û torên rê û otobanan de, gotina Mewlana zindî dibe: “Rêya rastiyê lingên hesinî dixwaze.”

Ew lingên îradeyê ne, ku rêça paşerojê li ser erdê nexş dikin û di çiya, deşt û dolên Kurdistanê de rêyeke ji îrade û polayê vedikolin. Li her cihê ku rêyek vedibe, paceyeke hêviyê vedibe û jiyanek tê avakirin.

Torên nû yên rê û otobanan ên ku Kak Mesrûr bi xwe serpereştiya wan kiriye, bajaran vedijînin, gundan bi navendên bajaran ve girê didin û ruhê geşbûnê belav dikin da ku jiyan tê de bi nermî û hêsanî bidome.

**

Qenciyê biçîne: Çandinî û Kembera Kesk a Hewlêrê.

Mewlana dibêje: “Qenciyê biçîne, her çend îro berhemê wê nebînî jî.”

Her wiha dibêje: “Tiştê ku tu îro diçînî, siberoja te ye.”

Ev bi xwe felsefeya projeya Kembera Kesk a Hewlêrê û çandiniya berdewam a li Herêma Kurdistanê ye: Îro karê çandinê bike da ku sibe zarokên te di jîngeheke paqij, hewayeke zelal û axeke bi ber de bijîn ku nasname û rûmeta wan diparêze.

Kurdistan wê di salên pêş de bibe selika xwarinê ya tevahiya herêmê. Hinarên Helebceyê, sêvên Berwariyan û hingivê çiyayên Kurdistanê ku vêga difiroşin welatên derve, tenê gavên destpêkê ne.

**

Yê ku xwe ava bike, cîhanê ava dike: Teknolojî û avakirina saziyan.

“Tenê ew kes cîhanê ava dike, yê ku beriya wê xwe ava kiribe.” Mewlana wer gotiye.

Va ye Kurdistana dîjîtal, bi zanist û teknolojiyê, bi planên elektronîkirin û avakirina saziyan û bi hêza ciwanan tê avakirin. Înternet li Kurdistanê lezgîntir e, kalîteya wê baştir e û bihayê wê kêmtir e li gorî parêzgehên din ên Iraqê û welatên cîran jî.

Ev şoreşeke nerm e, naveroka wê bîr û behre ye û berhema wê dewleteke bihêz e ku bi zanist û zelaliyê tê birêvebirin û astengiyên rûtîn û burokrasiyê tê de kêm dibin.

**

Dadperwerî bingeha rabûnê ye: Çaksazî.

Mewlana vê gotina jîrane dipeyitîne: “Netewe ne bi hêzê, bi dadperweriyê geş dibin.”

Projeya çaksaziyê, rûbirûbûna gendeliyê, parastina samanê giştî û nûkirina yasayan, ji vir çavkanî girtin. Çaksaziyeke ku sazişê nas nake, ji ber ku paşeroj tenê li ser bingehên dadperweriyê tê avakirin.

**

Nûbûna rojane û rêça jiyanê: Vîzyoneke ku ranaweste.

“Em her roj ji nû ve ji dayîk dibin: Lewma divê rojeke nû û ramaneke nû hebe.”/ Mewlana.

Ev felsefe, ruhê vîzyona Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye: Her roj projeyek, her roj ramanek, her roj gavek ber bi niştimaneke pêşketîtir û xwedî serweriyeke zêdetir.

Her qeyranek derfetekê diafirîne. Ji zibilgeh û Siyanawê, projeya “Rêça Jiyanê” ji dayîk bû ku rewşa herêmeke piştguhkirî diguhere û wê dike navendeke ku her kes ji bo geştyarî û derbaskirina demê berê xwe dide wê.

**

Kar û sebir: Peymana axê ye ji bo wî yê ku çandiye.

Mewlana gotiye: “Yê ku îroya wî ji duhê wî ne çêtir be, ew kes ziyandar e.” Her wiha gotiye: “Eger te tovê xwe çand, sebir bike heta ku kulîlk vede.”

Ew binesazî, projeyên stratejîk û guhertinên aborî û îdarî yên ku em îro dibînin, tovek in ku her roj bi sebir û karkirinê tên avdan, da ku paşerojeke rêzdar ji bo nifşên Kurdistanê şîn bibe û kulîlk veke.

***

Mewlana bi zimanê ruh diaxive, Mesrûr Barzanî vî zimanî dike kiryar.

Wekî ku Kek Mesrûr Barzanî di vekirina projeya Kembera Kesk a Hewlêrê de, xwe dispêre gotineke Mewlana û dibêje: “Asta axaftina xwe bilind bike, ne dengê xwe. Ew baran e ku gulê geş dike, ne berq û birûsk.”

Di navbera helbesta eşqê û xwêdana kar de, çîroka Kurdistana hevçerx tê nivîsandin: Ronahiyeke ku tariyê têk dibe, aveke ku jiyanê dibexşe, dadperweriyeke ku dewletê ava dike û sebreke ku xewnê diparêze.

Ev ne tenê projeyên hikûmetê ne, geşteke evînî ne ber bi niştimaneke ku hêjayî zarokên xwe be.

Tişta ku Mewlana gotiye, li karwanê me tê: “Ew tiştê ku tu li dû digerî... li dû te digere.”

Çîroka Kurdistanê, çîroka lêgerîna li dû niştimanekî ye ku aştî, pêkvejiyan, dadperwerî, hevparî û hevsengî tê de serwer be. Çîroka Kurdistanê di têkoşîna ji bo mirovekî azad û birûmet de, di bin sîbera niştimaneke geş a ku aştî û aramî tê de serdest e, xwe raber dike.

Ji serdema Şehîd Şêx Ebdulselam û Şêx Ehmedê Barzanî (Xudan) ve, ku gotibû: “Eger ez bibim xwediyê tevahiya cîhanê, ez ê bikim qurbana parastina jiyana yek mirovî.”

Ji hingê ve, Kurdistan jî mirov wekî mercê yekem û dawî datîne. Ev kurteya bîr û rêbaza Serok Mesûd Barzanî û hemû ewên ku bawerî bi vê rêbazê heye ku Kurdistan ji hinavê wê derketiye.

Ji vê vîzyona mirovî ya bilind, Kurdistanê hin kes afirandin ku xwedî dîtinahî û îrade ne. Lewma rê çêbûn, ronahî hat û Kurdistan bi serkêşiya Barzanî aram û geş bû.

*Ano Cewher Ebdoka di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Veguhastin û Gihandinê ye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)