Tirkên şovenîst, her weha erebên şovenîst jî karê wan e ku “Kurdistan”, wek welatekî û navekî dîrokî jî inkar bikin û iddia bikin ku “Kurdistan” naveke vê dawiyê peyda bûye, di gel ku bi dehan belgeyên dîrokî hene isbat dikin ku ew navekî kevn e. Ka werin niha em ҫavên xwe ji wê yekê bigrin ku navê Kurdistanê di helbestên Melayê Cizîrî de di serê sedsala hivdemîn de derbas dibe, her weha em ҫavên xwe jê bigrin ku ew nav di jêderên mêjûyî yên antîk de jî derbas bûye, mîna pirtûka Cami `ul Tewarîx a Reşîduddîn Fedlellah El Hemedanî (1310 zayînî) û paşê jî pirtûka Nuzhet ul Qulûb a navdar ku Hemdullahê Mistewfiyê Qezwînî ew sala 1339an nivîsye, lê emê xwe bisipêrin nexşeyên antîk ku kesên gerrok û nexşesazên (kartografên) ewropî ew afiarndine û navê Kurdistan bi awayekî ji awayan têde derbas dibe.
Nexşesazî wek hunereke zanistî ji mêj ve heye û pêşî li Mezopotamyayê peyda bûye û her weha li ba kevnemisriyan û grîkan û ҫîniyan jî hebûye. Dema ku Islam jî berfereh bû, nexşeyên erebî islamî derketin meydanê wek pêdiviyeke dagîrkeriyê û bidestxistina erd û welatên nû û naskirina sînorên imperatoriya islamî ya nûsazbûyî. El Idrîsî (1100-1166) ji cografyanasên pêşeng bû ku nexşe kişandin, û di pey wî re piraniya cografyanasan ku navê wan bi erebî “Buldanî” ye anku bajarnas, dane pey wî. Kurdistan di nexşe û jêderên van Buldaniyan de bi navê Iqlîm El Cibal yan El Cebel tê nasîn ku wateya wê: herêma ҫiyan e. ji nexşesazên kevn yên ku destnîşanî erdê Kurdistanê kirine, Mehmûd Kaşgerî ye (1008-1102) ku mêjûnas, cografyazan û zimanzanekî navdar bû. Ewî di pirtûka xwe Dîwan Luxat El Turk de (dîwana zimanên tirkan) ku bi erebî ye, nexşeyeke balkêş belav kir û têde destnîşanî Kurdistanê kir, lê ewî navê Erd ul Ekrad yanî xaka kurdan nivîsî bû û sînorên wê ev welat bûn: Erd ul Iraqeyn “wate herdu Iraq, ecemî û erebî” ûErd Xurasan, Azerbaycan, Şam û Misr. Wateya Erdul Ekrad jî Kurdistan bi xwe ye. Erd erebî ye (kurdî ye jî) û stan farisî ye û wateyên herdu peyvan yek in anku xak û welat. Mehmûd kaşgerî kesekî tirk bû, lê ne şovenîst û neteweperest bû, eger wa ba ewê navê Erd ul Ekrad nexistiba pirtûka xwe. Lê ji bextê spî re ku ewî şîrê Etaturkîzmê nemêtibû û ne jî dersên şovenîzmê li ser destên Contirkan û Ittihad Terreqî stendibûn, ewî tenê bi wijdanê kesê lêkolînerê zanist rastiyeke dîrokî li pêşiya me danî û ji wî re tenê rastî û rewşa li ser erdê pêwist bû. Lê navê Kurdistan bi lefzê “Kurdistan” bi qasî ku ez dizanim û min lêkolaye, di nexşeyên buldanî û cografyazanên ereb û misilmanan de, mîna Idrîsî, Meqdisî, Ibn Hewqel û xeyrî wan, nehatiye danîn. Gerrokên ewropî di vî warî de pêşeng bûn û yekemîn bûn ku destnîşanî welatên kurdan bi navê Kurdistan kirin.
Nexşeyek heye bazirgan, gerrok û cîhannasê holendî Jan Huygen van Linschoten (1563-1611) sala 1596an belav kiriye, ku têde herêmek li binaniya Ermenistanê de li rojavayê gola Wanê ye bi navê Curdi heye (ez guman dikim ku mebest jê Kurdî ye). Ev nexşe ji kevintirîn nexşeyên ku ev nav têde derbas dibe. Di nexşeyên beriya vê û di hinên ku piştî wê jî hatine de, navê Mesopotamya derbas dibe wek navekî ku Kurdistan jî beşekî mezin e jê lê bêyî ku navê Kurdistan hebe.
Dibe ku ev işareta yekem be derbarî kurdan de ku di nexşeyên ewropiyan de derdikeve. Yanî em dikarin bibêjin ku ji beriya ҫar sedsalan ve navê kurdan di nexşeyên ewropiyan de derbas dibe û emê vê tesbîtê bigrin dest xwe heta ku tesbîtin nû bi rêya belegene nû derdikevin meydana zanistê.
Navê Kurdistan wek welatê kurdan yan jî herêmekê ku kurd lê niştecih bûne, vedigere sala 1680, anku beriya sêsed û sî û sê salan dema ku nexşesazê holendî Frederick de Wit (1630-1706) nexşeyek kişand û têde welatê osmaniyan, Îran, Ermensitan, Gurcistan û welatên din ên li rojhilata navîn.
Di vê nexşeya du Wit de Kurdistan bi şêwazê latînî, Churdistan hatiye nivîsîn, ev jî awayekî ecêb û kêmpeyada ye ji navê Kurdistanê re ku zêde nehate bikaranîn ҫiku em di nexşeyên din de van forman dibînin: Kurdistan, Kurdesran, û heta Curdistan jî her wekî ku li ba nexşesazê ingilîzî yê navdar Emanuel Bowen (1714-1767) derbas dibe.
E. Bowen nexşeyekî welatê osmaniyan kişandibû û navê Kurdistan tê de bi cih kiribû. Tiştê ku bala mirovan di nexşeya Bowen de dikişîne ew e ku, sînorên Kurdistan”a” Bowen ê ingilîzî cudaye ji “ya” du Wit ê holendî.
Em di nexşeya Bowen de ku sala 1680 hatiye kişandin, dibînin ku gola Ormiye di nava Kurdistanê de ye, lê di nexşeya du Wit de hinekî Kurdistan bi aliyê rojavayê golê de ҫûye û ew herêmeke mezin e ji rojavayê gola Ormiye dest pê dike û heta bi sînorên ҫemê Dicle diҫe.
Sala 1711an kartografê ferensî Henri Chatelain nexşeyek kişand wî jî navê Curdistan danîbû û sînorên Kurdistanê di wê nexşeyê de eynî sînorên ku di nexşeya Bowen de bûn.
Lê li nexşeya ku zanyarê matematîkê û kartografê frensî Rigobert Bonne (1727-1795) sala 1771 kişandibû êdî Kurdistan zelaltir xuya dike, ew êdî Kerkûk û Mûsilê jî heta sînorên Hemedanê dixe nav sînorên Kurdistanê. Her weha em li ba vî zanyarî nexşeyeke din dibînin ku wî piştî şanzde salan kişandibû, têde êdî sînorên Kurdistanê digihîje devera ku ҫemê Dicle û zapê têde li hev diqelibin.
Bi baweriya min cudahiya di sînorên cografîk yên Kurdistanê de, vedigere cudahiya jêderên ku van gerrok û nexşesazan (kartografan) disipartinê li gel nezelaliya navê Kurdistanê û ka gelo ew tenê herêmeke Kurd lê dijîn yan jî navҫeyeke bi navê Kurdistanê ye? Mesela hemû nexşesazan Diyarbekir (Amed) û hin dever ji başûrê Kurdistana rojhilat nexistibûn nav sînorên Kurdistanê, lê wek tê zanîn ev dever ji kevin de warên kurdan in û êlên kurdan tenê lê dijîn.
Em dikarin bibêjin jî ku gelek caran agahiyên wan gerrok û nexşesazan şaş bûn û bêtir xwe disipartin xeyaleke erdnigariyê bêyî ku gerrok yan nexşesazan herêm bi ҫavên xwe dîtibin û sînorên wan naskiribin û netewe û êlên wê ji nêzîk ve dîtibin. Mesela hinekan ji wan Yemen di nîvê Erebistanê de kişandibû û ew li rex Qeter û Behrênê danîbû!
Ev nexşeyên ku me behsa wan kirî, belgeyên dîrokî ne ҫu gumanan nahêlin ku welatek bi navê Kurdistanê hebû (û heye), ew rê li ber iddiayên şovenîstan jî digre û dide xuyakirin ku ew li ser bingehên zanistî nehatine avakirin û pûҫ in, ew tenê ji ber nakokiyên xwe yên li gel gelê kurd û ji ber inkara mafên kurdan û dewletek kurdî van iddayan her carê tînin meydanê. Hêvî ew e ku Instîtû û zanîngehên kurdan li vê mijarê xwedî derkevin û van nexşeyên giranbuha bikirin û baş guh lê bikin, ҫiku ew dikarin bibin bersiveke zanistî ji her kesê ku heqê kurdan û dewletek serbixwe inkar dike re.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse