Budceya dahatû ya Îraqê û erkê nûnerên Kurd
Yek ji aboriyên herî sade ku mirov dikare jê fêm bike, di warê darayî û danîna budceyê de Îraq e. Tekçavkanîbûna (hebûna yek çavkaniyê) li Îraqê û girêdayîbûna wê bi dahata petrolê ve, hiştiye ku hejmartina dahatan hêsan be.
Hejmartina xerciyan jî bi heman awayî hêsan e. Ji ber ku karê herî li pêş, dabînkirina mûçeyê wan hemû mûçexuran e ku bi taybetî di çend salên borî de, hejmara wan pir zêde bûye.
Amadekirina budceyê ji bo hikûmetê karekî sade ye, texmînekê ji bo nirxê petrolê datînin, dahat û xerciyan rêz dikin û pêşbîniya kêmasiya budceyê dikin.
Piştî wê, parlamento xwe çend mehan pê mijûl dike ku di bingeh de ne girîng e. ji sedî 90ê dahatên hikûmetê li derveyî desthilata wê ye û girêdayî guhertinên bazara cîhanî ya petrolê ye.
Ew hejmarên ku hatine danîn jî wekî bira xerciyan, ne merc e ku li ser milê hikûmet û Wezareta Darayî werin xerckirin. Li gorî wê dahata ku dikeve destê wan, xercî tên terxankirin, navê vê jî kirine xerciya kirdarî.
Kêmasiya çend trîlyon dînaran heta 10 trîlyon û 20 trîlyon dînaran jî dikarin bi hêsanî bi rêya deynên navxweyî û derve çareser bikin. Her çend ew qasî jî serê xwe pê naêşînin û rêya herî hêsan didin ber xwe.
Hejmarên ku ji bo xerciyên weberhênanê hatine danîn, kêm dikin da ku kemasiya budceyê ji kontrolê dernekeve. Ne girîng e jî di dahatûyê de çi diqewime; ev siyaseta çend salan a hikûmeta niha û hikûmetên berê yên Îraqê bû.
Ev hemû sîstema budcedanîna Îraqê ye. Di vê navberê de kî zerera herî mezin dike? Herêma Kurdistanê, ku salê çend mûçeyên wê tên xwarin, çi bigihêje wê yekê ku para xwe ji budceyê wergire û budceyeke wê ji bo geşepêdan û jêrxanê hebe, da ku qet nebe salên dahatû û nifşê dahatû pirsgirêkên wan kêmtir bin û rêçikek ber bi geşepêdan û werarê ve çêbibe.
Ji ber vê yekê, vê carê baştir e nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdayê, di parlamento û hikûmeta dahatû ya Îraqê de, helwest û siyaseta xwe ya xebatê biguherînin.
Li şûna ku bikevin ber pêla siyaseta şaş a darayî û budcedanîna Îraqê û ji bo terxankirina para Herêma Kurdistanê tika û lavayan bikin, baştir e helwesteke rexnegir û êrîşkar di saziyên Îraqê de nîşan bidin.
Meydanê ji siyaseta şaş a darayî ya hikûmeta Îraqê bixwazin, qet nebe ji bo ku bi kêmanî para dadperwerane ya Herêma Kurdistanê were dabînkirin û mafê xelkê Herêma Kurdistanê neyê xwarin.
Divê ew ti paşekêşiyê nekin di dabeşkirina giştî ya dahata Îraqê de li gorî hejmara niştecihan û daxwaza ji sedî 14ê budceyê wekî para rasteqîn a Herêma Kurdistanê bikin.
Her wiha divê daxwaza rakirina têgiha (fi'lî) yan kirdarî bikin, ku bûye sedem ku yasaya budceya Îraqê bi temamî bê wate be. Hikûmeta Federal a Îraqê sal bi sal bi awayekî kirdarî tê ku bingeha federalbûnê biguherîne û ber bi wê arasteyê ve diçe ku her tiştî bi şêwazê navendî ji Bexdayê kontrol bike.
Danîna sîstema bac û gumrika yekgirtî, yek ji karên herî sade yên hikûmeta Îraqê ye ku bizava bazirganiyê li Herêma Kurdistanê bi temamî nehiştiye.
Erkê herî girîng ê nûnerên Kurd li Bexdayê dibe ku ew be karbidest û aliyên Îraqî têbigihînin ku sîstema siyasî û darayî ya Îraqê, federalî ye û nabe jê bitirsin.
Dibe ku mîna welatên din, sîstema federal a çalak, tevahiya welêt ber bi aboriyeke baştir û xweşguzeraniya zêdetir ve han bide. Hikûmeta Îraqê li gorî datayên fermî yên Wezareta Darayî ji bo xercî û dahatên 9 mehên îsal, nêzîkî 4 trîlyon dînaran ji bo piştevaniya bihayê sotemenî û elektrîkê terxan kiriye.
Zêdetirî 4 trîlyon dînaran jî wekî faîza (sûda) ser deynan daye, ev hemû li ser hesabê para Herêma Kurdistanê di budceyê de ne. Ev tenê hevawa ye bi tevahiya wê pereya ku ji bo Herêma Kurdistanê di wan 9 mehan de terxan kiriye.
Siyasetên darayî yên ku Wezareta Darayî ya Îraqê di salên 2024 û 2025an de pêk anîne, rastiyeke tal eşkere dikin. Aramiya darayî ya niha tenê bi rêya cemidandina xerciyên veberhênanê (bipêşketin û projeyên jêrxanê) û kombûna deynekî zêde yê navxweyî, hatiye misogerkirin.
Şîrovekirina raporên darayî yên fermî piştrast dike ku her çend pêdiviyên darayî yên niha (wekî mûçe û xanenişînî û çavdêriya civakî) hatine dabînkirin jî ev siyaset bûye sedema lawazkirina şiyana welêt ji bo geşedana demdirêj.
Qebareya Kemasîê
Pirsgirêka sereke ya budceya Îraqê di heyama du salên borî de, ew cudahî ye ku di navbera dahatan (xasma dahata petrolê) û xerciyan de dirust bûye. Ev yek di tabloya jêrîn de diyar e.
Tabloya dahat û xerciyan
|
2024 (12 meh) |
2025 (9 meh) |
|
|
140,78 trîlyon dînar |
91,85 trîlyon dînar |
Tevahiya dahatan |
|
150,53 trîlyon dînar |
99,98 trîlyon dînar |
Tevahiya xerciyan |
|
-9,75 trîlyon dînar |
-8,13 trîlyon dînar |
Kemasiya darayî |
Tevahiya giştî ya kemasiya budceyê di heyama 21 mehan de gihîştiye 17,88 trîlyon dînarî, vê yekê jî hiştiye ku hikûmet serî li rêkarên bilez bide, ku ew jî deynkirin (derve û navxweyî) û kêmkirina xerciyan bûn.
Çareseriya navxweyî, cemidandina projeyên veberhênanê
Zûtirîn û hêsantirîn rêkar ku Wezareta Darayî daye ber xwe, kêmkirina peredana projeyên veberhênanê ye. Ev pêngav hevdem ligel kêmkirina giştî ya xerciyan, bûye alîkar ji bo ku kêmasî zêde dernekeve.
Ev datayên li jêr nîşan didin ku projeyên veberhênan û geşepêdanê li gorî xerciyên neçarî (mûçe û...) çiqas hatine paşguhxistin.
Şîroveya xerciyan
|
Sala 2024 (12 meh) |
Sala 2025 (9 meh) |
Encam |
|
|
Xerciyên bikarxistinê |
144,16 trîlyon dînar |
95,78 trîlyon dînar |
Bikarxistinê ji sedî 95ê tevahiya xerciyan biriye |
|
Xerciyên veberhênanê |
6,37 trîlyon dînar |
4,2 trîlyon dînar |
Xerciya veberhênanê bi berdewamî hatiye kêmkirin |
|
Xerciya veberhênanê dabeşî tevahiya xerciyan *100 |
4,23ji sedî |
4,21ji sedî |
Bipêşketin û veberhênan hatiye paşguhxistin |
Xerciya bikarxistinê (teşxîlî): Di sala 2024an de 144,16 trîlyon dînar û di 9 mehên yekem ên 2025an de 95,78 trîlyon dînar bûye. (Vê zêdetirî ji sedî 95ê tevahiya xerciyan biriye).
Xerciya veberhênanê (projeyan): Di sala 2024an de tenê 6,37 trîlyon dînar û di 9 mehên 2025an de tenê 4,20 trîlyon dînar bû.
Rêjeya veberhênanê: Nêzîkî ji sedî 4ê tevahiya xerciyan pêk aniye, ango geşbûn bi tevahî hatiye piştguhkirin.
Pêbendbûna darayî bi xerciyên niha (mûçe, xanenişînî û piştgirî) baskê xwe li ser budceyê vedaye. Di 9 mehên 2025an de, xerciya bikarxistinê 22,8 qatê xerciya veberhênanê bû.
Di sala 2024an de, xerciya bikarxistinê 22,6 qatê xerciya veberhênanê bû. Ev rêjeya nizim a xerciya veberhênanê (tenê ji sedî 4ê xerciyan) belge ye ku hikûmeta Îraqê biryar daye kemasîê li ser hesabê cemidandina projeyan tijî bike. Bi wateyeke din, di her 100 dînarekî ku tê xerckirin de, kêmtir ji 5 dînaran ji bo avakirina paşeroja Îraqê hatiye veqetandin.
Çareseriya derve, hilkişîna deynê navxweyî
Wezareta Darayî ya Îraqê her çend tevahiya xerciyan û nexasim xerciya veberhênanê kêm kiribe jî dîsa jî kêmasiya budceyê bi temamî pê çareser nekiriye û neçar bûye bi awayên din tijî bike.
Di heyama 21 mehan de mekanîzmayeke din ji bo tijîkirina kemasîê, derxistina (qewaleyên darayî) ji bo bankên hikûmî û bazirganî bûye. Wezareta Darayî desthilata xwe ya yasayî ji bo tijîkirina kemasiyan bikar aniye. Ew jî bûye sedem ji bo kombûna deynên navxweyî.
Tevahiya deynê giştî: Tê texmînkirin tevahiya deynê giştî yê Îraqê (navxweyî û derve) heta dawiya sala 2025an, bighîje ser serê 120 trîlyon dînarî (nêzîkî 92 milyar dolarî).
Deynê navxweyî: Beşeke zêde ya kemasîê bi rêya deynê navxweyî, nemaze bi rêya bankên hikûmî û bazirganî hatiye tijîkirin, ku heta nîvê sala 2025an, deynê navxweyî bi zêdetirî 91 trîlyon dînarî (nêzîkî 69 milyar dolarî) hatiye texmînkirin.
Zerera Kombûna Deynan
Deynkirina zêde ji aliyê Wezareta Darayî, bi taybetî deynê navxweyî pirsgirêkê ji bo Banka Navendî çêdike, bi awayekî ku nikaribe siyaseta xwe ya diravî ya serbixwe pêk bîne ku aramkirina bihayê dînar û enflasyon e.
Ger biryar be her careke ku kemasî ji hikûmetê re çêbû, berê xwe bide Banka Navendî (bankên fermî û bazirganî deynê Wezareta Darayî dikirin lê Banka Navendî wan peredar dike) û Banka Navendî jî bi çapkirina pereyan pêk bîne, ev dibe sedem ku Banka Navendî nikaribe enflasyon û nirxê dînar kontrol bike.
Di zanista aboriyê de navê vê têkelkirinê, têkelbûna siyaseta budcedanînê li gel siyaseta diravî ye, ku serxwebûna bankên navendî dixe jêr pirsyariyê.
Qelskirina sektora taybet
Wezareta Darayî nikare rasterast ji Banka Navendî deyn bike, ji ber vê yekê ji bankên hikûmî û bazirganî deyn dike lê di dawiyê de Banka Navendî ye ku proseya peredanê digire ser milê xwe.
Ger biryar be piraniya diravê bankên fermî û bazirganî bi mebesta tijîkirina kemasiya budceyê were bikaranîn, pereyek ji bo sektora taybet namîne. Di rewşeke asayî û standard de, sektora taybet ku haveynê aboriya curbecur e, bi rêya deynê bankan geş dibe.
Baceke giran, aramiyeke demkurt
Rêçareya Wezareta Darayî ya Îraqê ji bo tijîkirina kemasîê, her çend di heyama kurt de pirsgirêka hikûmetê di dabînkirina mûçe û xerciyan de çareser dike jî barekî giran dixe stûyê nifşê dahatû, xasma nifşê dahatû yê Herêma Kurdistanê ku bi berdewamî ji aliyê hikûmeta federal ve pêdiviyên wê yên darayî hatine paşguhxistin.
Pêrewkirina siyaseta kêmkirina xerciyên veberhênan û geşbûnê, rasterast zererê dide geşbûna nepetrolî ku di sala 2024an de bi eşkereyî derdikeve.
Her wekî di rapora xwe ya herî nû de li ser Îraqê, Fona Diravî ya Navneteweyî hişyariyê dide ku geşbûna berhema navxweyî ya nepetrolî li Îraqê ji ji sedî 13,8 a sala 2023yan, sala 2024an daketiye ji sedî 2,5an. Ev jî wer dike ku Îraq bi berdewamî bibe dîlek di destê bazara lerzok a petrolê de.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)