Li ber kêlegorên Qadiyan
Wê roja havînî ji Tebaxa sala 1996ê Mehabad dibawişkiya. Ez taze ji serdana gora seydayê mezin û bavê kurdayetiyê Ehmedê Xanî a li Bazîda jorîn hatibûm, Bazîda ku bi westabûneke romantîk li binaniya Çiyayê Agirî yê bi berfeke xwedayî û ezelî nuxumandî, palda bû. Li wir ji bilî ҫengek hêsir li gel min nebû, min jî ew bi ser wê gorê de reşandin û bû îskeîska min. Gilî û gazinên helbestvanê gewre, dilsozê millet û xebatkarê ji bo serxwebûnê Ehmedê Xanî hatin bîra min, giliyên ji zordariya zemên û nezaniya serekên wê demê û guhlênekirina zimanê kurdî jî.
Dilê min dikeliya, ez pirr bi heyecan bûm û min ji Bazîdê berê xwe da Kurdistana Rojhilat. Min hêvî dikir ku gora Pêşewa Qadî Mihemed bibînim da ku hêsirên xwe yên mayî li ser kêlegora wî ya mermer bibarînim, ku mîna keleheke azadiyê bilind û asê ye.
Ey xwedêyo! Ma gelo ez li ber Qadî Mihemedê di binê axê de me?
Kameraya min di destê min de ye, ez hêdî hêdî ber bi wan têlên rêsayî de diҫim, ewên ku gorên malbata Qadiyan dorpêҫ kirine. Belkî Îraniyan wisa kirine, da ku giyanên wanên pîroz dubare şoreşekê li dar nexin, yan jî rê li pêşiya Mehabadiyan bigirin, da ku dengê wan giyanan nebihîzin, ew giyanên ku ji Kurdan re qedereke ji sêdaran li Meydana Ҫarҫirayê rêsabûn.
Hevrê û rêberê min ê Mehabadî mamoste û lêkolîner Ehmed Şerîfî her li dora xwe dizîvire, ew wisa tevdigere mîna yekî ji ajan û dedektîvan bitirse. Ez jî bi neqişandina wî mekanê pîroz mijûl im, neqişandina hûrgiliyan di hişekî ku ji hêsiran pê ve di binaniya wî de tiştek naҫirise.
Ҫiyayê Mehabadê, Xezayî û Mecîd û Qûlqule kerr û lal li wan gorên xemgîn dinêrin, malên ji kevirên sor avabûyî mêjûyeke ji bêhêviyan bi bayê dihûne, jixwe rojê xwe bi avabûna xwe ya dilêş mijûl kiriye, teşiya xwe ya ronîdar xistiye destê xwe û berî daye pişt ҫiyayê Lendî Şêxan. Hevrêyê min bi rêzgirtin destnîşanî wan hersê gorên mîna sê malikên di helbesteke şîniyê de dikir û digot: “Ev gora Pêşewa Qadî Mihemed e, ev jî gora birayê wî Sedrî Qadî ye û eva hanê ya pismamê wan Seyfî Qadî ye!“
Di wê kêlîkê de pêjna lingê Qadî Mihemed hate min, di wê sola xwe ya Esfehanî de ketiye pêşiya celladan û ber bi sêdaran ve diҫe. Pêncî sal in ew pêjn xewê li Mehabadiyan diherimîne, ew pêjna di wê berbanga buharîn de ku sînorên dawî yê komarekê dineqişandin, komareke ku peymanên bi murekebeke xedar û pênûsên kor ew berbad kirin.
Li ber sêdarê Qadî ji celadan xwesteka dawî kir, wî xwest ku ҫavbendê ji ser rûyê wî hilînin: “Bihêlin ez berbanga Mehabadê bibînin.“
Bi du destên ji ber qerebalixa dîmenên di xeyalistanan de dilerizîn min destpêkir û wêne kişandin, gor bi gor, bi eynî wî awayê ku ew hersê pê hilikişiyan sêdaran, mîna sê malikan di helbesteke şîniyê de.
Gelo kî yê dawiya vê helbestê binivîse?