Li ‘Rojhilatê Welêt’ agir dibare…
Ev çend meh in bayekî ku agir jê dibare, ji rojhilatê welêt derketiye û bi ser Enqerê de tê. Ev bayê di ser hev de dicemide û hey dicemide, ji serî heta binî bajar xistiye bin bandora xwe. Wek nexweşiyeke bi nahlet xwe bera ser mejiyê mirovên normal û heta yên ‘birêz’ daye. Xûyê vî bajarê ku ji çaran yek jê karmend e, wilo ye. Fêr bûye hişbûnê, fêrî nefikirînê bûye. Ku ‘birêzo’ çilo bivê, herkes eynî meqamî di lingê wî de lêdixe. Li gor vî meqamî, manşetên rojnameyan tên nivîsandin, bernameyên televîzyonan dirûv digire û malperên ragihandinê pozîsyona xwe hildibijêrin. Yên mayî jî yan tên binçavkirin yan jî ji tirsan di kerriyê de avê li ser xwe zelal dikin.
Lê ji biharî de tiştek diqewime li rojhilatê welêt. Tiştekî wisa diqewime ku dewletmedar û peyayên wan dikin û nakin nayê veşartin.Tiştekî ku tu pozê xwe bigirî bêhn dide, ku tu guhê xwe bigirî ji dengê hahogazî û hewarê kerika guhê meriv diqete. Li rojhilatê welêt wek kafirsitanî rabûbe, xelk paçê spî bi serê darekî ve girêdide û Ji nav bajar û bajarokan direve. Li rojhilatê welêt term li erdê dimîne bi rojan, bi hefteyan. Bêhna mirinê bi şîmaqan êrişî wîjdana însanetiyê dike. Kuçe û kolanên jiyangehên rojhilatê welêt bi bêhna mirinê ya cemidî mişt bûye. Li bajar û bajarokên rojhilatê welêt dîwarên xaniyan meriv nasitirîne ji mirinê. Li ser sifra taştê, di nav zar û zêçan de roket ruhê dayîkan distîne. Extiyarên hew ruh di canê wan de mane, dibin armanca nîşangirên ku xwe xef kirine li ser banan. Zarokên hê di pêçekê de bi tevî mijmijoka xwe xatir dixwaze ji me û ji vî şerê me yê serxwir û kirêt.
Li metropol û bajarên gewre yên rojhilatê welêt, qedexeyên derketina derve seraqet digihê meha dudan. Bi deh hezar leşker têra rojhilat nake loma leşkerên xurtandinê bi rê û resm ber bi rojhilatê welêt de tê birêkirin. Leşkerên ‘di warê xwe de jîr’ tên neqandin bo erka pîrozwer. Çekên nuh î pêşketî li ser can û malê gelê rojhilatê welêt tên ceribandin. Mirin yan jî kuştin her du jî bi serbilindî tê pêşwazîkirin li Enqerê. Rojhilatê welêt her diçe berê xwe ji Enqerê ve diguhere û ji Enqerê bi dûr dikeve.
Bûye wek pizotê agir, rojhilatê welêt. Ku tu bi xeletî jî bîne ser zimên wê zimanê te bişewitîne rojhilatê welêt. Tu nikarî bibêjî bila şer raweste, bila kes di vî çileyê zivistanî de li derve ber sermayê nemîne. Tu nikarî bibêjî ‘bila zarok nemirin’ jî tew lêlê! (gidî bila dengê min neçe saziyên edaletê yên ji berê de mane).
Bayekî ji rojhilatê welêt dest pê dike û Enqere xistiye bin bandora xwe digobile li Enqerê. Wek li ser hatibe xwendin, bayekî barê wî yê giran ku hemû kezebreşî ye. Ev çend heyv in di ser hev de dicemide û hey dicemide dilê Enqerê… Mejî û wîjdana Enqerê. Ji hewa hişk î hola Enqerê pejna rehmê nayê..