Dr. Şewnim Yehya *
Hindikahî (kemîne) ji pêkhateyeke biçûk di nav pêkhateyeke mezin de pêk tê. Pêkhateya din berovajî ya pêşî, pêkhateya piraniyê di civakê de pêk tîne. Ev herdu pêkhate çi olî yan neteweyî bin, bi awayekî berdewam xwe cuda dibînin. Li vir ne merc e ev hindikahî û piranî li ser hîm û bingeha netewe yan olê bin. Pêkan e di çarçoveya bingeh, hizr û bernameya partiyeke siyasî de jî bin.
Hin caran armanca hindikahiyan bidestxistina mafên civakî, siyasî û aborî ye. Çimkî hesta bêparbûnê motîf e ji bo dozkirina mafên wan û armanca piraniyê mabûn û zeftkirina desthilatê ye. Herwiha di hemû rewşan de piranî hukm nake, lê hukmê hindikahiyê jî li ser piraniyê heye ku jê re dibêjin desthilata olîgarşî, ango kontrolkirina desthilatê ji aliyê desteyeke biçûk a civakê bi saya (saman û serwet, êl an desthilata leşkerî.)
Plato di kitêba “Komar”ê de dabaşa vê cureya desthilatê dike. Li vir ti têkilî bi kemîneya olî û neteweyî re nîne. Lê bêhtir nêzîkî cureya hukmdariya “arîstokrat û dîktator” e. Plutokrasî ango (hukmê dewlemendan), Kleptokrasî ango “hukmê çeteyan” bi wateya birêvebirina dewletê ji aliyê çete, diz, cerdevan û mafyayan ve!
Desthilatdariya piraniyê jî bi heman awayî ew rexneyên ku raberî sîstema (demokratîk) tên kirin, ew jî metirsiyên peydabûna (zordariya piraniyê ye.) Yekem kesê ku ev têgeh bikar anî Alexis de Tocqueville bû di kitêba “Demokrasî li Amerîkayê” di sala 1831ê de. Herwiha wek fîlosofê fransî “Jan Selêm” di kitêba “Hilbijartin xefkek ji ehmeqan re...êdî çi ji demokrasiyê re dimîne” di sala 2012an de.
Jan Selêm mînaka çend hilbijartinan ku bûne cihê bêhêvîtî û şermezariyê di wê kitêba xwe de tîne. Bi ser de jî, ew bawer dike ku divê haya me ji encam û akamên demokrasiyê hebe. Nemaze ku ne merc e her dem piranî di hilbijartinên xwe de rast û li ser heqiyê bin.
Di her rewşekê de ev rewş poşmaniyê bi xwe re tînin. Wek hilbijartina Hitler wek şêwirmendê Almanyayê di adar û nîsana sala 1932an de. Hitler ne bi derbeya leşkerî gihîşt desthilatê, lê bi rêya hilbijartinan ku ji sedî 37.35 ji dengan anî. Yanî bi dengê piraniyê desthilat girt. Ew dipirse gelo ev ne lêdana demokrasiyê ye? Encama desthilata Hitler çi bû ji bilî şer û malwêranî û kuştin û kavilkirin, nijadperestî û şewitandina Cihûyan û dîktatorî û faşîzm bi wateya ku piraniyê faşîzm anî ser desthilatê.
Piranî û kemîne tucarî di qalibekî cihgirtî de namînin, çimkî rewşa siyasî, civakî û demografî di guherandina hevkêşeyan de bi rolekê radibin. Yanî ne merc e piranî her dem wek piranî bimîne û kemîne jî wek kemîne bimîne.
Li vir ez naxwazim daqûlî nav cudahiyên navbera kemîne û piraniyê di aliyên siyasî, aborî, civakî û psîkolojî de bibim. Ya girîng di vê peyamê de ew e ku hukmdarî li ser prensîba kemîne û piraniyê hukmdariya rasteqîn nîşan nade. Lê hukmdariya derewîn e û çewtiyeke dîrokî ye li hember hevwelatîbûn û çavkaniya dirustbûna hestyarî û nedadmendiyê ye.
Desthilatdariya dewlet û hikûmetê berî ku li ser hîmê piranî û kemîneya olî, neteweyî yan siyasî be; girîng e li ser hîmê exlaqên profesyonel û şarezayî û jêhatîbûn û akademîbûn û kesê hêja li cihê hêja be. Eger wiha bê zanîn ku bi parvekirina postên îdarî û siyasî di hukmdariya civakê de li ser piranî û hindikahiyê, maf bi wekhevî li ser hevwelatiyan tên belavkirin û her alî û pêkhate digihîjin mafên xwe, ev tenê wehm û xeyaleke mezin e. Çimkî ew maf û îmtiyazan didin yek du kesên nav kemîneyê lê ne temamiya kemîneyê. Tew pir caran wek pêvek ji hêla desthilatê ve tên bikaranîn (mebesta min kemîneya siyasî ye ango di çarçoveya partiyeke siyasî de.)
Di aliyê kultûrî de ev pirrengî mirovan nêzîkî hev dike. Lê gava sîstema siyasî û desthilat tê û wan dixe nav siyasetê û bername û hişmendiya birêvebirina dewletê li ser vê bingeha cudakar ava dike, hemû şewqa mirovî û kultûrî dibe û xeleka hevrikî û şîdetê di navbera wan de berfirehtir dike. Ecêb e ku ev fikra dûrî aqilmendiyê wiha li hevwelatiyan jî dike ku şanaziyê bi vê cudakariyê bikin û serê xwe pê bilind bikin!
* Dr. Şewnim Yehya: Doktora di felsefeya civaknasiyê de, Zanîngeha Sorbonne, Parîsa Yekê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse