Jîtem rêxistina terorkirina Kurdan

 

Ji sala 2006an de doza jîtemê di nav dadgehên sîvîl û leşkerî li Tirkiyê pênc caran diçe tê, û heta niha hîn biryarek derbarê wê dozê de ne hat standin, li dawiyê dadgeha bilind biryar da ku çiqas dozen ku tiliyên rêxistina jîtemê têde hene kirin yek, û ew kar radestî dadgeha sîvîl yê cezayê girana Amedê kirin, dadgehên sîvîl dibêjin, raste kesên ku cînayet kirine sîvîlin, lê ew rêxistin girêdayî artêşa Tirkiyê ye, û dadgehê wan ne xwedîkare div ê doze de, dadgehên leşkerî jî dibêjin, yên cinayet kirine sîvîlin, û dadgehê leşkerî bi sîvîlan re têkildarî nake.

Li sala 2006 û li ser îtîrafa endamê Jîtemê Abdulkadir Aygan, serdozgeriya Amedê wê demê piştî ku pirtûkek bi navê Jîtemê weşand, doz hat vekirin û heta niha bîst û şeş kes têde tên darezandin.

Abdulkadir Aygan ku destpêkê 1980 endamê PKKê û piştî ku reviya û bû îtîrafcî tevlî rêxistina Jîtemê bû, û li gor axaftina wî, wan bi dehan rewşenbîr, xwendevan, siysetmedar û endamên PKKê terror kirine û kuştine.

Aygan piştî reviya ewropa pirtûkek derxist û têde bi ferehî behsa karê Jîetmê dike, û dibêje ku wî nizaninbû Rêxistina Jîtemê yek ji baskên rêxistina Ergenekonê ye lê li sala 2001 dema ku li Enqerê bû fêm kir ku Jîtem girêdayî Ergenekonê ye, û ew raman tekez tirbû dema ku doz li dijî Ergenekonê vebû, û hin endamên wê hatin naskirin, ku ew endam rêveberên jîtemê bûn.

Jîtem kurtasiya navê saloxgêrî û tekoşîna li dijî terorê ya Jendirmane, li sala 1981 ji aliyê serokatiya artêşa Tirkiyê hatî damezrandin, û gelek kes jî dibêjin bi destê rêxistina Ergenekonê di nav artêşê de hatî çêkirin, û heta demekê dirêj artêşa Tirkiyê ew rêxistin înkar dikir ku girêdayî wê bû, lê piştî ku girtiyên doza Jîtemê û yên Ergenekonê li sala 2011 de axifîn, qebûl kirin.

Rêxitina Jîtemê saziyeke sîxurî û çalakiyan li dijî kurdan hatiye avakirin, bi destê vê rêxistinê nivîskarê kurd Mûse Anter, û serokê HADEPê Yê Amedê Wedat Aydin û bi dehan ronakbîrên kurd, û endamên rêxistina PKKê li nav bajaran hatin kuştin.

Herweha gelek komkujiyên ku dewleta Tirkiyê dixist stuyê gerîlayên PKKê derket holê ku endamên Jîtemê pêkanîna wek komkujiya Şirnexê ya di sala 1996 ku yazde welatî têde hatin kuştin û gelek komkujiyên din, û herwisa kuştin û terror kirina serleşgerê Tirk Eşref Bidlisî li sala 1993 ku nîzîkî serokomarê Tirkiyê Turgut Ozal bû, û dîsa kuştina serleşgerê artêşa Tirkiyê li Amedê Bextiyar Aydin, û gelek bûyerên weha her Jîtem li paş wê bûn.