Ziman wek parek ji nasnameyê

18-03-2014
Jan Dost
A+ A-

Di jiyana milletan de, ziman roleke girîng di avakirina bîrmendî û hişê netewî de dilîze. Pêşiyên me jî ev qayde nas dikirin, herçendî ku têgihiştina wan ne mîna ya me be jî, lê wan dikarîbûn pirsgirêka ku neteweya kurd di bin barê wê de ye nas bikin, bi teşxîseke dirust nêzîk bibin û heta çareyê jî bibêjin. 

Melayê Cizîrî mesele; wî doz li xwendevanên kurd, li feqî û melayan dikir ku helbestên wî bixwînin û dev ji Şîrazê yan jî ji Hafizê Şîrazî û helbestên wî berdin. 

Li ba Ehmedê Xanî (1651-1706) êdî teoriya kurdayetiyê (dewlet= nasname+netewe+ziman) kemilîbû û gihiştibû asteke bilind. Xanî bingeha ekola kurdayetiyê danî û sînorên wê ekolê çi di helbestên xwe de be, çi jî di Mem û Zînê de resim kirin. Wî dixwest beriya her tiştî ziman rizgar bibe, ji ber ku eger ziman rizgar nebe, xak jî nikare rizgar bibe. Rizgarkirina ziman, yanî ya hişmendiyê ye. Tu bibêjî ez Kurd im, ev gellekî cuda ye ji gotina bi tirkî “ben Kürdüm“. Yan bi erebî: ena kurdî. Yan bi farisî: men kurdem. Axaftina bi kurdî bi rengekî otomatîk te pê dihesîne ku tu endamekî vî milletî yî, axaftin yan jî ziman girêdana kulturî ya takekesekî bi komê re ye. Ji dengê afrîdeyekî mirov nas dike ku ew ji kîjan grûpa afrîdeyan e, çûk çîveçîvê dikin, mêş dikin vingînî, seg direyin, hesp dikin hîrehîr. Mirov jî diaxivin.

Li vir ez dixwazim bibêjim ku ev hewldanên avakirina bingeheke neteweyî ji bo milletê kurd, tekane (îndîvîdûel) bûn. Desthilata kurdî bi pirranî dûrî wan projeyan bû, mînakin biçûk hene ku mîrên Kurdan nêzîkî sînorên wêje, dîrok û projeyên kulturî dibûn (Şerefxanê Bedlîsî / 1543-1503). 

Mela Mehmûdê Bayezîdî (1797-1867) û Aleksander Jabayê qonsûlê Rûsyayê li Erzerûmê projeyek lidarxistin, ku berhema wê ji bo Kurdan bi kêmanî çend kitêbên hêja bûn derbarê civaknasî, ziman, ferheng û folklora kurdî de. Di wê demê de Bedirxan paşa jî hebû, Nûrullah begê hakimê Hekariyê jî hebû û hwd. lê wan mîrên Kurdan nikaribû Mela Mehmûd û projeya wî bigirin ba xwe û guh lê bikin. Nikaribûn têbigihijin ku kurdîkirina çand û civakê ne tenê bi şerê li himber dewleta Bab-i Alî ye. Bi gulleya tifingekê serbazek dihate kuştin, lê bi dilopeke hibra pênûsa şairekî, peyveke kurdî zindî dibû. Loma jî Ji bo milletê kurd, hê jî ziman eniya herî germ e di şerê xweîsbatkirinê de, di şerê bicihkirina stûnên neteweyê de, di hewldana sazkirina nasnameyê de. Divabû Kurd ji zû de di vî şerî de bi ser ketibana, yan jî ew mesele li pey xwe hiştibana û qonaxên zimanê standard yan zimanê neteweyî (national language) û yek alfabe li pey xwe hiştibana û derbasî qonaxên din bibana. Divabû niha berhema ku li Sinê yan Mehabadê çap dibe, li Kobaniyê, li Amedê û Duhokê jî bihata xwendin û famkirina, di eynî demê de berhema ku li Amedê yan li Stembolê tê çapkirin li Silêmaniyê, Hewlêrê û Mehabadê bihata xwendin û famkirin.

Nasnameya milletekî zimanê wî ye, ziman beşekî girîng e ji desthilatdariyê. Loma jî, mîna gaveke stratejîk, divê kampanyayên herî mezin ji bo parastin û pêşdexistina zimanê me bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst