Dîroka rewşenbîrê me, dîroka şikestineke mezin di warê diyalogê de ye. Di wê dîroka kurt de, em tu nîqaş, guftûgo û pevguherîneke rewşenbîrî ya berhemdar nabînin. Wekî din, ev dîrok tije pevçûn, devjenî, êriş û bezînhev, hev riswakirin, redkirin û mihadin, dijûndan û bersivdan e.
Eger dabeşbûna me ya rewşenbîrî di sedsala bîstan de, dabeşbûneke îdeolojîk a têkdayî bû, tu aliyekî îdeolojîk ê dabeşbûna rewşenbîrên sedsala bîst û yekê tune. Rewşenbîrê me yê niha, li ser binemaya cudahiya îdeolojîk an cîhanbînî û îdea kar nake, lê li ser binemaya dabeşbûna partî û ajendayên siyasî yan hin caran li ser binemaya peristina takekes an grûpeke biçûk kar dike.
Li ba me tiştek bi navê diyalog û guftûgoya giştî tune. Li dibistan û mizgeft û zanîngehan, em li ser guhdariya bêdeng û sêrkirina korane tên fêrkirin. Em tên hînkirin rastî çi ye, lê em nayên fêrkirin çawa gumanê ji rastiyan bikin, çimkî guman yek ji tawanên mezin e!
Cîhana me li ser dost û dijminan dabeş dibe. Em tên fêrkirin çawa şer li ser rastiyên xwe bikin û çawa êrişî nerastiyên neyaran bikin. Guftûgo ligel neyarên me ne tiştekî wiha ye ku pêwistiya me pê hebe. Bi kurtî sîstema me ya perwerdeyê sîstemeke ne zanistî ye û mirovekî berhem tîne ku li dijî fikirîna zanistî ye.
Ji hinava vê civakê tiwêjeyek ji dayik dibe, çend hêviyên mezin dide û xwîneran bi raman û projeyên xwe yên rexneyî mitûmat dike. Ev tiwêje xwe dike xwediya çend îmtiyazan, çend efsaneyan li dora xwe ava dike û şer li ser bidestxistina parêzbendiyê (hesaneyê) dike. Ev ruhber navê wî rewşenbîr e û kesên ku xwe bi berhemanîna ramanan di warên giştî de mijûl dikin lixwe digire.
Pêwist e em pêşî wê pênaseya nepêkan red bikin ku dibêje divê rewşenbîr di yaxîbûn û dijberiyeke herdemî de be li hember hemû formên desthilatê. Çimkî ev jî yeke din e ji wan efsaneyên ku rewşenbîran ava kirine ji bo bertengkirina xeleka tiwêjeya xwe, piştî ku rengekî ji pîroziya civakî bidest xistin.
Di salên borî de, şerekî dijwar li ser wê yekê hebû ka kê rewşenbîr e û mercên rewşenbîrbûnê çi ne. Desteyeke pir biçûk ji hevrê û hevşar, warê rewşenbîrî zeft kiribûn û rewşenbîr li gor xisletên xwe yên taybet pênase dikirin.
Niha beşek ji wan rewşenbîrên kevn û hinên din, şerekî dijwar dikin, li ser ka kê rewşenbîr e, dîsa pênase li gor xisletên xwe yên taybet dikin. Bi kurtî şerê wan ê berê li ser wê yekê bû ku tenê ew rewşenbîr in, lêbelê şerê wan ê vêga li ser wê yekê ye ku ew ne rewşenbîr in, lê tuxmekî nû di nav kurdan de derketî ne: Lêkolînvan an akademîst in!
Lênihêrîna hûrbîn li nivîs û helwestên vê tijwêjeyê, nîşan dide ku ew ne cuda ne ji tevahiya rewşenbîrên vî welatî, cudahiya wan tenê ew e ku bangewaziyeke mezin dikin û xwedî cemawerekî ne ku ji xeynî wan kêm kesên din û tiştên din dixwînin! Lewra em dikarin vê tiwêjeyîê, ku xwe wek dijîrewşenbîr û rexnegirê rewşenbîr dibînin, wek (rewşenbîrên dijîrewşenbîr) binav bikin ku, berê û di nav rewşeke cuda ya bizavên rewşenbîrî yên Rojava de (Dick Pels) bikar aniye.
Rewşenbîrê dijîrewşenbîr ku xwe bi akademîbûnê qurre dike, her pêlekê, têzekê, teoriyekê, têgehekê, têmayekê û…hwd, dixe bazara rojnamegeriya krudî. Ev têz û têgeh û teorî, di baştirîn rewş de piştî deh salan, ji Rojava ji me re tên veguhastin. Lê ev akademîst ne amade ne diyalog û guftûgoyê bikin li ser van babetan û bi awayekî ji awayan, mafê monopolekirina wan babetan û axaftina li ser wan ji xwînerên xwe distînin.
Xwîner li ba rewşenbîrê dijîrewşenbîr, tenê berxurekî bêdeng û çepiklêder e. Di demekê de ku ev têz û teorî, li welatê xwe yê rasteqên ku Rojava ye, ji dawa guftûgo û nîqaş û komîserhevbûneke sedsalane ya marîefî pêk hatine.
Rewşenbîrê pîroz ê berê û akademîstê nûwaze yê vêga, gava rûbirûyî hewldaneke rexneyî dibin, li şûna gotûbêjan dibêjin: “Tu kî ku ez diyalogê bi te re bikim? Pêwist e tu hemû pirtûk û gotarên min bixwîne. Ez bersiva her kesî nadim û ez rê nadim tu bi riya min navdar bibî!”
Ev behane û bi dehên din ji bo xwevedizîna ji guftûgoyê, yek ji dirûvên akademîstê Kurd e, wek ku cêwiyê rewşenbîrên Kurd bin! Ezezî û xwedîtineke balkêş di nav van herdu tiwêjeyan de xisletên hevbeş in. Tiştê ku ji her tiştî bêtir aramiya wan têk dide, ne stemkarî û ne belavkirina efsaneyan bi navê zanistê ye, lê rexne ye dema li wan tê kirin!
Bi rastî li derveyî armanca hewldanên ku tên dayîn ji bo cêwîkirina van rewşenbîr û akademîstan, li derveyî sadeyî û giştîbûna rexneyan, diviyabû ev rewşenbîr û akademîstên me yên mezin, ewqasî sade bûna û beşdarî guftûgoyên giştî bikirana. Ev core guftûgo û nîqaş, girîngtirîn hokarên pêşxistina her bizaveke rewşenbîrî ne, nebûna wan jî hokarekî sereke ye li pişt paşketin û hilweşîna bizava me ya rewşenbîrî.
Rewşenbîrên me li ser asta nûnertîkirinê rastî şikestineke mezin hatin û nikarîbûn nûnertiya tu grûp û desteyeke civakî yan neteweyî bikin. Herwiha ji ber ku rewşenbîrên me dijberiya rexne û xwerexneyê dikin, bûne kujerên guftûgo û nîqaşîn rasteqîn û bûne kelem li pêşiya berhemanîna xwînerên hizrker û rexnegir.
Niha rewşenbîrê dijîrewşenbîr, ji xeynî vejandina heman şikestinên rewşenbîran, mijûlî tîrkirina heman wehm û xeyalan e. Tenê ji ber ku angaşta akademîbûnê dikin, divê xwîner bê pirs têzên wan qebûl bikin, tenê ji ber ku angaşta lêkolînvaniyê dikin, divê em gotarên wan ên rojnamevanî, wek lêkolînên kûr bibînin. Eger pirseke me hebe jî, nabe em aramiya wan têk bidin, lê divê em vegerin berhem û kitêbên wan û bersivê di wan de bibînin.
Rewşenbîrê dijîrewşenbîr kelemeke rasteqîn e li pêşber geşeya hizra rexnegir û diyalogê, pêwist e bi valakirina tilismên wan, bi pûçkirina angaştên wan, em wan derbas bikin û amade bin diyalog û guftûgoyê bikin, tew eger kesê li hemberî me çewt jî be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse