Pîşesaziya Îranê piştî 19 rojên şer: Sê rûxînên mezin rû didin

Di dema 19 rojên şer de binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê hat wêrankirin.

Zincîreya dabînkirina xwarinê ketiye nav rewşeke metirsîdar a biyolojîk û pergala bank û bazirganiyê jî di rewşeke gelekî xeternak de ye.

Pîşesaziya Parastinê

Beriya serê sibeya 28ê Sibata 2026an, Îran li Rojhilata Navîn xwediyê jîngeha herî bipêşketî ya hilberîna çekên navxweyî bû.

Ev yek berhema sepandina ambargoyên navneteweyî yên 4 dehsalan bû ku ew welat teşwîq kir da ku ber bi xurtkirina pîşesaziya parastinê ya navxweyî ve gavan biavêje.

Heta destpêka sala 2026an, Îranê mehane nêzîkî 50 mûşekên balîstîk hildiberandin û xwediyê bi dehan hezar dronên Şahidê bû.

Lê di roja 19an a şer de, rewş bi temamî guheriye. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê dibêje, "Ne parastina asmanî, ne hêza asmanî û ne jî hêza deryayî ya Îranê maye."

Hêzên navneteweyî zêdetirî 7 hezar û 600 êriş birine ser 29 parêzgehan ji koma 31 parêzgehên Îranê.

Li gorî zanyariyên rojavayiyan, niha şiyana Îranê ya hilberîna mûşekeke nû ya balîstîk jî nemaye.

Di roja yekem de 167 mûşek û 541 dron arasteyî welatên Kendavê hatin kirin lê di roja 15an de ev hejmar daket 4 mûşek û 6 dronan. Ev jî rûxîneke ji sedî 98,6 e.

Amerîka û Îsraîl dibêjin ku wan zêdetirî ji sedî 70yê platformên avêtina mûşekan û ji sedî 85ê pergalên radar û parastina asmanî yên Îranê ji holê rakirine.

Lê şeva borî (sêşem 17ê Adara 2026an) Îranê êrişa 61emîn bir ser Îsraîlê.

Supaya Pasdaran dibêje ku wan 100 cih kirine armanc û êriş bi mûşeka "Xuremşehr 4" hatiye kirin.

Her wiha pisporên mûşek û dronan dibêjin ku hejmara avêtina mûşek û dronên Îranê kêm bûye lê ew mûşek û dronên ku niha pê êriş dike bihêztir in.

Tevî vê yekê jî herî zêde êriş li pîşesaziya parastinê ya Îranê hatine kirin û di warê jiholêrakirin û rawestandinê de ziyanên herî mezin gihîştine wê.

Qonaxên cuda yên êrişan

Qonaxa yekem: Pekxistina parastina asmanî ye. Wekî mînak, baregeha mûşekî ya Îmam Elî ya li Xuremabadê û baregeha Hacî Abadê ya li Hurmizganê.

Qonaxa duyem: Lêdana kargehan e. Wekî mînak, Komelgeha Xocîrê ya ji bo mûşekên xwedî sotemeniya req û navçeya pîşesaziyê ya Ebas Abadê ya li Tehranê.

Qonaxa sêyem: Wêrankirina navçeya pîşesaziyê ya Şukûhiyeyê ye. Bi taybetî jî kargeha motorên dronên Şahid-131 û 136an û Komelgeha Leşkerî ya Parçînê ye.

Zincîreya dabînkirina xwarinê

Rûxîna duyemîn berovajiyê ya yekemîn bêdeng e û bi rêya biyolojî û hejmaran derdikeve holê.

Îran nîvê pêdiviyên xwe yên xwarinê li navxwe dabîn dike û nîvê din jî bi rêya hawirdekirina ji Tengava Hurmizê dabîn dike.

Garis ji Brezîlyayê, soya ji Amerîkaya Başûr û beşek ji dexl û danên din jî ku berhema navxweyî têra wan nake her bi wê rêyê dabîn dikir.

Her çend Îran bi xwe yek ji hinardekarên gubreya kîmyewî ya nîtrojenê be jî lê ji bo gubreya kîmyewî ya fosfat û potasyumê pişta xwe bi hawirdekirina ji Çîn û welatên din ve girêdaye.

Kargehên alifî tenê dikarin ji bo dema 14 heta 21 rojan bi wî alifê ku niha li embarên wan heye berdewam bikin.

Jiholêrabûna berhemên mirîşkan: Ji ber nemana dexl û danan xwediyên pînikan neçar in bi milyonan mirîşkan pêşwext ser jê bikin û bixin bazarê, beriya ku alifê wan nemîne. Tê pêşbînîkirin ku di çend mehên bê de xwediyên pînikên balindeyan bi neçarî pênikên xwe bigirin.

Krîza genim: Embara genim a Îranê (7-8 milyon ton) li beramberî qebareya bikaranîna mehane ye ku 1,4 milyon ton e, ev jî tenê ji bo 5 heta 6 mehên din têra nan dike. Eger şer raneweste, dê meha Tîrmeh an Tebaxa 2026an nanewaxane rûbirûyî pirsgirêkên mezin bibin.

Rewşa xelkê: Hikûmetê dest bi dabeşkirina "kuponên elektronîk ên xwarinê" kiriye ku mehane milyonek tûmen (nêzîkî 7,50 dolar) ji bo 11 cureyên xwarinê dabîn dike lê ev yek heta ji sedî 2yê pêdiviyên malbatan jî dabîn nake. Bihabûna xwarinê gihiştiye ji sedî 90î.

Bank, bazirganî û aboriya dîjîtalî

Rûxîna darayî ya Îranê beriya şer dest pê kiribû.

Di destpêka sala 2026an de bihayê tûmen wisa bi lez daket ku platform û malperên girêdayî pevguhertina diravan ên li cîhanê, bihayê tûmen li beramberî dolarî wekî sifir nîşan dida.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent li xwe mikur hat ku ew bi qesdî bûne sedem ku dolar li Îranê bibirin da ku di encamê de kerta darayî ya Îranê bikin armanc.

Her ev yek bû sedema îflaskirina "Banka Ayendeyê" ya di Kanûna Pêşîn a 2025an de û girtina Bazara Mezin a Tehranê.

Girtina Bazara Mezin a Îranê di dîroka Îranê de tim bûye haveynê guhertina desthilatê.

Aboriya dîjîtalî: Beriya şer, dahata aboriya dîjîtalî ya Îranê rojane nêzîkî 42 milyon dolarî bû. 500 hezar bazarên online li ser Instagramê dixebitîn û çalak bûn. Ji ber qutbûna înternetê ku tenê ji sedî 4ê wê maye, ev dahat niha rojane daketiye kêmtirî 1,7 milyon dolarî û bûye sedema bêkarbûna milyonek kesî.

Banka Sipehê: Lêdana vê bankê ya di 12ê Adarê de, pergala dabeşkirina meaşên Pasdaran û hêzên çekdar pek xist ku ev yek jî nîşaneya derbasbûna şerê darayî ye ya nav dezgehên ewlehiyê.

Yekane demara ku maye

Aboriya Îranê beriya şer tenê bi ji sedî 39ê şiyana xwe dixebitî.

Di roja 19an a şer de, tenê faktorek maye ku rêgiriyê li rûxîna yekcarekî ya aboriya Îranê dike, ew jî stasyona hinardekirina petrolê ya Girava Xarkê ye.

Ev stasyon ji sedî 90ê hinardeya petrola Îranê pêk tîne û salane 53 milyar dolar dahatê bi dest dixe.

Eger dezgehên petrolê yên Xargê jî wekî dezgehên leşkerî û ewlehiyê bibin armanc, dê her sê rûxîn (parastin, xwarin û bank) bibin yek û dê aboriya Îranê ber bi pekketina yekcarekî ve biçe.

Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê