Rihê min, Ehmed Huseynî
Gotina herî zêde Ehmed Huseynî ji bo hevalên xwe digot “rihê min” bû. Ya niha jî di guhê min de olan dide.
Ehmed Huseynî heta ku tu bibêjî mirovekî nefsbiçûk û asayî bû. Mirovekî dilê wî di destên wî de dibû peyv û dilovanî li ser zimanê wî bû.
Peyv, dibûn tîp û deng dibûn zimanê êşê yê evînê û yê jiyan û mirinê. Hosteyê peyvê bû û bi peyvê bend û qesrên ziman û derbirîna Kurdî bilind dikir.
Ne hosteyê zimanekî din, yê millet û welatekî din, yê civak, welat û axa xwe ya li ber talanan bû. Ji ziman û hizrên wî bêhna Amûda şewitî, girê Şermola, ax û toza beriya Mêrdînê difûriya.
Ehmed heta dawiyê fedekar bû. Di hemû çalakiyên wêjeyî de yek yê herî zêde dixebitî û xizmet dikir ew bû.
Min cara yekemîn ew bi rêya bernameya wî ya bi navê Sîmirên Tavsorkê naskir. Paşê ez bûm mêvanê Dengvedana peyvê di bernama û di televîzyonên cûda de beşdar bûn. Ya dawî ya Şeva Hicranê bû ez bawer im. Ya piştî qirkirin û fermana Şingalê bû. Bala min kişand ku çavên wî baş ne didîtin û helbestên xwe bi tîpên mezin û qelema hibrê dinivîsandin.
Lawij û Lavijên Şingalê serî didan ser keviran û li bende dilopeke jiyan, yan mirineke bi rûmet bûn..
Piştê wê ew çû Rojava û li wir ma. Navenda HRRKyê bir Qamîşloyê. Paşê bi nexweşiya penceşêrê ket û hat Swêdê û kemoterapî bû.
Ez jî di heman demê de rûbirûyê kemoterapî bûm. Bi terapiyê re bi xwe ve hatibû û di heman demê de dixwestin Şaxê HRRKyê dîsa li Ewropayê zindî bikin.
Li bajarê Hernê me li salonekê hev dîtibû. Wekî her car me bi germî hev hemêz kir. Û sozê hevdîtinekê da hev. Lê dozê me man ji bayê re, ji pêlên avê re, ji qûma ber pêla bahrê re, ji berfa şevê re, pêl û baranê, nexweşiyê û êşê da ber xwe û bi xwe re birin.
Ehmed Huseynî êş dizeyinand û ji êşê hezkirin diafirand
Ji zarokên Sînema Amûdê û Seîd Axayê Deqorî kilê çavê Zergayê bigire û hetanî bi hezaran xortên binxetê yê li serxetê bûn rêwiyên mirinê û hîn jî ciyê gora wan nediyar û bi hezaran xortên li Kurdistana Sûriyeyê canê xwe di oxira Kurd û Kurdistanê dane û bi xwîna xwe dîrok nivîsandin û tirs kuştin.
Ehmed Huseynî hezkiriyê evîndarê Kurdî û Kurdistanê bû. Lewma peyva Ehmed, dengê Ehmed, derbirîn û birîna Ehmed, girî û axîna Ehmed Huseynî bi Kurdî bû.
Ehmed hoste û hozanê mala Kurdî bû. Wî bi peyvê xwe mal û star di hiş û dilê kurdîhezan de ava kirin. Ne hosteyên mala dagirkerên welat û rihê Kurdî.
Çawa Wittgenstein dibêje, sînorê dinya min, sînorê zimanê min e.
Ehmed Huseynî hemû sînorên zimanê din, bi dîwarê zimanê Kurdî lêkir û bilind kir.
Bi helwesta xwe nîşan da, welathezî û welatparêzî bê ziman nabe. Nîşan da ku tiştê me ji dagirkerên Kurdistanê cuda dike tenê ziman e.
Welat bê ziman, ziman bê welat û serwerî nabe.
Lewma wî digot; Li wir bimîne.
“Li wir bimîne..!!
Li ser keviya gawirane ya demsalên êşê,
Çîrokên min û te
Lêvên xwe dilerizînin,
Mîna dûmanê diçin,
Mîna gumanê vedigerin,
Hinaseyên xweliyê radestî tenhatiyê dikin,
Bêrîkirinê ji gewriya xwe derdixînin
Dayê..!!
Bilûra bavê min ji bageran,
Cigareya bavê min ji bayê bertavan,
Û dilê bavê min ji jinên paytextan biparêze!!
Dayê..!!
Destên min êdî nema hêjayî berbangên xatirxwestinê ne..
Destên min êdî nema hêjayî hilgitina çenteyên seferê ne,
Destên min êdî nema hêjayî pesindayîna lêvên xweşik,
Gerdeniyên xweşik,
Berbiskên xweşik,
Û nema hêjayî pêşwaziya barana xweşik a çavê dilberê ne,..!!
Li wir bimîne..!!
Çîroka dawîn ji min re bibêje,
Û dilê min di nav germahiya destên xwe de,
Bilorîne..!!
Bilorîne..!!
Rast e erdnîgariya Kurdî û Kurdistanî parçe parçe ye û vê yekê bandor li ser nexşeya siyasî jî kiriye. Hêz û aliyên siyasî di nava xwe de me qetqetî dikin.
Bi wê re rewşenbîr û hozan dikarin di bibin aliyek ji van bendên ku me ji hev re dikin “neyar” an qurbaniyên siyasetê. Ango partî û rêxistinên siyasî ne armanc in, tenê alav in, alav û rêgehên serxwebûn û parastina rûmetê û xwe bûnê ne.
Lê çi dibe bila be, ne tenê rewşenbîr û hozan, siyasetmedar jî qurbaniyên siyaseta bindest û yê welatê metîngeh in.
Ehmed Huseynî wekî hosteyê mala xwe, welatê xwe, yê derbirîn û hizirmendiya xwe, di dilê Kurdî, Kurd û Kurdistanê de bijî.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)