Ne kurdparêzî, ne demokrasî, her bijî berjewendî!

Bi mebesta fêmkirina pêvajoya dawî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ev sê meh in ku ez li ser bûyerê dinivîsim. Min bi gelemperî sedemên siyasî, leşkerî û civakî rêz kirin, lê sedemeke sereke, ango aborî kêm maye. Bi rênîşanderiya mînakên ji dîrokê, min ev kêmayî kir mijara nivîsa xwe.

Hevşibiya serdemên 1950 û 2010ê

Di serdema 1920-1940an de dewleta tirk Kurdistana Bakur bi leşkerî dagir kir. Desthilat leşkeş û partiya wan CHP bûn. Tirk ji herêmên Kurdan, bi destnîşankirinên Enqerê dibûn parlementer. Pîşesaziya dewletê ya hêjayî gotinê tine bû, ji wê yekê berfirehkirina kapîtalîzmê û daxwaza li çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê jî tine bû. Kurdistan di tarîtiyê de bû, axa û şêx jî tê de, qedr û rûmeta ti kesî tine bû.

Piştî Tirkiye ketê NATOyê (1952) û DYA alîkariya aborî û teknolojîk dayê, hilbijartin çêbûn û Partiya Demokrat (DP) bû desthilat. Pîşesazî pêş ket û pêdiviya madeyên xav derket holê. Di polîtîkaya Kurdistanê de hin guhertin çêbûn. Kapîtalîzma tirk li Kurdistanê bi rûberî berfireh bû. Dam û dezgehên hilberîna petrol, hesîn, sifir û çewlîgên mezin yên çanditî û ajelvaniyê ava bûn. Girêgirên kurd bûn berpirsiyarên partiyên tirk û bûn parlementer, rûmet wergirtin. Karkerên kurd di dezgehên navborî de kar dîtin. Zarokên wan dest bi xwendina li zanîngehan kirin.

Ev serdema nû dihat wateya aramî, boşayî û dilxweşiyê. Tirk jî dilxweş bûn, ji ber ku “entegrasyon“ zûtir dimeşî û li ser navê kurdîtiyê tiştek tine bû. Lê guhertinên civakî rê dan vejîna sîyaseta kurd. Bijareyên kurd, bi tirsa ji serdema CHPê, ji rewşa nû dilxweş bûn. Rewşenbîrên kurd dest bi daxwazên demokrasiyê û mafên çandî kiribûn.

Gava PKK derket, bi zêdeyî jî Ocalan, ji koma serdestên kurd re digot “hevkar”, “noker” û “xayîn”. Ji demokrasîxwazan re jî digot “helperest”, “tirsonek” û “reformîst”. Sûcdariyên dijwar gellek caran dibûn sedemên gengeşî, xirecir, êriş û kuştinan.

Em werin serdema 1980-2010an. Tirkiye bû dewleteke qerase û emperyalîst. Ket nav 20 aboriyên herî mezin ên dinyayê. Çekan û teknolojiya biçûk difiroşe. Li herêma xwe bi pergalên aborî, teknolojî, çand, spor û tenduristiyê bûye hêza herî mezin.

Berê hinardeya Tirkiyeyê ber bi rojhilat ve ye. Bazara Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn, Kendava Erebî û Bakurê Afrîkayê ye. Tê de Kurdistana Başûr cihekî navendî digire. Dora 1100 şîrketên tirk li wir in, qewareya karên wan 25 milyor Dolar e, li vir û wir 60 hezar kesan didin şixulandin û bazirganiya wan qasî 8-10 milyar Dolaran e. Pîşesaziya Tirkiyeyê hima hima bi tevahî bi petrolê ve girêdayî ye û petrol bi zêdeyî ji Kurdistana Başûr tê û ev têkilî ji bo herdu aliyan jî benekî jiyanî û bivênevê ye.

Pêdiviya kapîtalîzma Tirkiyeyê bi bazara Kurdistanê

Ji aliyê din, pîşesaziya Tirkiyeyê jî xwediyê pirsgirêkên rojane yên kapîtalîzmê ye. Divê fabrîqe nêzî çavkaniyên xwezayî û bazarê bin, ango cihê Îzmir, Bursa û Stenbolê, wê Dîlok, Mêrdîn û Wan behtir zêdebariyê bînin. Pîşesaziya mezin êdî li bajarên mezin dibe sedema qirêjiya hawirdorê û nerazîbûna civakî. Li Tirkiyeyê zêdebûna Kurdan û bi her awayî pêşdeçûn û zexmbûna wan dibe sedema nakokiyên mezin. Çima êdî rê li ber lehiya koçberiya Kurdan negirin? Ma keda erzan a Kurdan ne li Kurdistanê ye? Bi awayekî awarte pêdiviya kapîtalîzma Tirkiyeyê bi bazara Kurdistanê heye, dixwaze pîşesaziya biçûk li wir deyne, deşt û zozanên Kurdistanê ji hilberîna çandinî û ajelvaniyê re veke. Ango Tirkiye dixwaze vêga kapîtalîzma xwe li Kurdistanê bi kûrbinî pêşve bibe.

Lê şer? Salê 10 milyar Dolar dixwe, 30 salan herî kêm 300 milyar Dolar. Dewletê çi kir nekarî bi leşkerî vîna Kurdan bişikîne. Çima bi pêşkeşkirina berjewerdiyên aborî wan nexapîne, neke hevpar?

Guhertinên civaka kurd jî hêjayî rêzkirinê ne. Hejmara kesên zanîngeh qedandî gihiştiye asteka bilind. Înternet ketiyê her gundê Kurdistanê. Tevî pirsgirêkên heyî jî, bajar modern in. Ango berendamên karkeriyê êdî xwediyê behremendiyên hosteyî ne. Bi bazara Kurdistana Başûr jî, tebeqeyeka zexm a karsaz û bazirganên kurd çêbûye. Lê rewşa şer û helwesta PKK/BDPê astengker dibînin. Bi semyan, hînbûnî û bi awayê jiyanê, koma arîstokrat û bijareyên sazî û komelên PKKê jî di ser de.

Gava mirov rewş û daxwazên herdu aliyan bide ber çavên xwe, pêdiviyeke awarte ya rê, an jî çareseriyeke hevpar tê rojeve. Lê pirsgirêk hene; xwestinên netewî, girtî, gerîllayên biçek, gundên vale û hwd. Wisa dixuye ku bi rêya Ocalan ev pirsgirêk hemû çareser kirine. Bi wî dane qebûlkirin ku di çarçoveya dewletbûn, federasyon, xweserî û heya zimanê kurdî de, ti daxwaz neyên kirin. Jixwe piştî salên xwîndar ên 1990an, bi çi wateyê be jî, civak bi awayekî pîroz pêşwaziya gotinên “aşitî” û demokrasiyê” dike. Bêguman destdirêjahî û bedkarî li tengasî, pirsgirêk û hestên gel tê kirin.

Komên serdestên nû

Çeka mezin a AKPê wê pererazandina li Kurdistanê be. Ji niha ve mizgîniyên vê yekê hene. Amed, Riha, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Wan, Şirnex û Colêmerg û derên din bi guhertinên mezin re rûbirû ne. Eger pêvajo bimeşe, emê di civakê de rastî guhertinên mezin bên. Dibe ku derfetên kar ji bo gellekan vebin, lê bi misogerî wê komên serdestên nû derkevin.

Hewcedariya dewletê bi van hevkarên nû hene. Ne tenê karsaz, bazirgan û bûrokratên li dor AKPê, lê yên PKK/BDPê jî berendamên hevkariyê ne. BDPyî di serî de şaş û metel man, ji ber ku ferhenga kevneşop diguheriya. Lê zû xwe dan hev û bi serserkî xwe avêtin nava gera bûyeran. Dirûşmeyên piroz êdî li paş man.

Bêguman wê mijara netewî bi giranî hebe, lê wê serdest û hevkarên nû bedkariyê li mijarê bikin û wê bikin avala dewlemendiyê. Ji wan re sembol pewîst in, Ocalan êdî serokê wan ê legal e. Ne bes e, dilê min diêşe gava ez dinivîsim, lê wê nirxên weke Egît (Mahsum Korkmaz) jî, weke Che Guevara, ji xwe re bikin navgîna şahiyê. Yê dixwaze dikare Ocalan bi Şêx Îdrîsî Bidlîsî, axayên serdema 1950yan, an jî “reformîstên” 1960-1970yan bide ber hev. Ji bilî kurdparêziyê, hemû jî dibin.

Dîsa jî; jiyana civakê zindî ye, mirov bi pêşwextî nikare guhertinan pêşbinî bike. Divê mirov ji nişkegaviyan re amade be.