Erebên Kurdistanê û têkiliyên wan bi Erebên Erebistanê re

18-04-2015
Dr. AZAD EHMED ELÎ
A+ A-

 

Di çand û xeyala gelêrî ya kurdî de, hemû xakên ku dikevin başûrê herêmên kurdî, hemû deşt û berriyên ku ji sînorên herêmên kurdî destpê dikin ta Necd û Hîcazê û ta bigihîje xakên pîroz, xaka Erebistanê ye.

Ew ji bilî herêma Xozistan “Ehwaz” e, ya ku bi ''Erebistan'' di çanda xaknîgariya Erebî, bi taybetî ya kelepora nivîskî de hatiye binavkirin. Hemû çiya û deştên ku ji Kendava Erebî ta Lîwayê Iskenderon dirêj dibin, xaka Kurdistanê ye, ango welatê Kurdan e.

Lê sebaretî kesê kurd, taybetmendiya Erebistanê di tîna wargeh û cîgehên pîroz de ye. Tevî hin rûpelên reş di dîroka cîrantiyê de, lê ew pêwendiyên hêmane di navbera Erebistan û Kurdistanê de bi darêjeke siyasî û civakî û hêvîdar xwe nû dikin.

Di van çend salên dawî de, nişteciya gelek ji malbatên Erebî li herêmên têvel ji Kurdistana Iraqê û herêmên kurdî li Sûriyê, nemaze li Hewlêra paytext bilindtir dibe. Hejmara yên ku cîwarbûna li Kurdistanê baştir dibînin, piştî dagîrkirina Mûsilê duqat dibe.

Ji du salan ve, ez li bajarekî li derveyî Hewlêrê cîwar bûme, navê wî “Kurdistan City” e. Tenê piştî du heftiyan ji cîwarbûnê, ji min re hat xuyakirin ku ez di jîngeheke Erebî de dijîm. Gelek ji cîranan ji naverast an ji başûrê Iraqê ne, piraniya wan Ereb û Fileh in ji parêzgehên Iraqê yên têvel in.

Beriya çend rojan, cîranekî ez bi otomobîla xwe gihandim Hewlêrê. Di rê de, axaftin di navbera me de derket. Ev naveroka wê bû: “Cenabê te ji kîjan parêzgehê ye? Ez ji parêzgeha Selahedîn im, em li bajarokekî derdora herêmên kurdî bi cîwar bûn. Li wir ez pêrgî sergêrekê û hin gefan bûm. Min xaniyek li vir kirî. Min zarokên xwe şandin dibistaneke nêzîkî me, li taxa Eyn Kawa, spas ji Xweda re, ew fêrî zimanê Erebî dibin.

Gelo tê timî li vir bimînî? Bi zimanekî nerm û biwêjên rewşenbîrekî li min vegerand: Bira me biryar daye ku em timî li vir bijîn. Dibe ku tu li paşerojê bipirse, dibe ku Kurdistan di paşerojê de cuda bibe yan na, di hemû rewşan de hêviya min ew e ku bajarokê min bi herêma Kurdistanê ve girêdayî bimîne, bi kurtî em bûne Erebên Kurdistanê, ev biryareke kesane ye.

Tu dizanî ku bi milyonan Ereb li Amerîka û Ewropayê hene. Ew bûne Erebên Ewropa û Amerîkayê. Lê em dixwazin li devera em lê bimînin, em Erebên Kurdistanê bin, binavkirin ne pir giring e, ya giringtir ew e ku ew rîsê civakî yê ku hatiye hûnandin û em têde jiyane neçire....ez bawer im em dê di vê heyama hevbeş de bimînin, em zaroyên vî welatî ne, hêvî jî mezin e ku biraderên Kurd dê mafên cîranên xwe yên Ereb biparêzin.”

Vê nerîna ku bi xurtiya xwe, ez matmayî hiştim û nav di min da ku ji nû ve vê rewşê bixwînim, û di ser hin zarewe û prensîbên tund û hişteng re derbas bibim.

Tiştên ku min ji rewşenbîrekî Erebî yê iraqî bihîst, tevî ku rewşeke bêhempa ye, lê diyardeyeke nû bi fireh û zû belav dibe xuyanî dike. Diyardeyeke ku serokên hozan, siyasiyên mezin, xwediyên pîşeyên azad û mamosteyên zankoyan di nava xwe de dihewîne.

Êdî nema plansaz û siyasetmedar dikarin van baweriyan û xwesteka pratîkî ji jiyan, mayina di hundirê sînorên Kurdistanê de ji hêla Erebên derdora wê, bidin mandelê û piştguh bikin. Yên ku cara yekemîn e di dîroka xwe de, bi sûda hevbendî û hevkariyê bi cîranên xwe yên kurd re bawer dibin û di berjewendiya herdu aliyan de ye.

Eger senaryoyên paşerojê çibin, ya ku tekez xuyanî dike, ku bi sed hezaran Ereb û Kurd dê di hundirê dewletin ku nexşeyan wan dibe ku li ber guhestin û guhertinê ne, bijîn. Lê erdnîgariya civakî dê tu guherînên balkêş nebîne.

Ev diyar dike ku wê rola “Erebên Kurdistanê” bilindtir bibe, ku bimînin pira têkilî û pêwendiyê di navbera Kurdistan û Erebistanê de bi wateya herduyan a xaknîgarî û civakî ya berfireh.

Bêguman, bûyer û guhertinên siyasî, hin bîr û baweriyên civakî tînin hole. Dibe ku heyamekê saz bike, ku di pratîkê bibin darêjne pêşketî ji pişkdariyeke civakî û siyasî re, jîngeha civakî- siyasî ya ku li ser keviyên şerê dijî tundrewiyê ava dibe, navtêdaneke ji şopandineke pêşbînî ji Iraq û Sûriyê re, di nav wan de Kurdistan jî.

Rast e, xwendina pêşbînî gelek pirsan bi xwe re gur dike. Ji wan ên ku bi asta misogeriyên pêkvejiyana di navbera netewe û tîreyên Iraq û Sûriyê ve girêdayî ye û yên ku bi bandora bûyerên salên dawî li ser zaviya hevbeş rû didin ji bilî nakokiyên neteweyî yên berê.

Tevî hişkî û dijwariya şerê ku îro li dar e, gelek nîşan û çirûskên nêzîkbûna Erebên Sune bi Kurdan re rû didin û bingehekê ji têgehne siyasî di navbera hêzên Kurdî û Erebên Sune de saz dike, dibe ku darêjne zagonî mîna Fedralî û Konfedraliyê encam bide?

Lê hinek nerînên reşbîn, hîn vê tevlîhevî û sergêrên ku li herêmê diqwemin tenê weke hejekê dibînin, jihevketina sazûmanên siyasî yê berê ne û diyar dikin ku ev nêzîkbûna siyasî-civakî ya berçav, bi sedema hevbeşiya xaknîgarî, bê karînin ku qonaxa bi asteng û hestyar derbas bike û bingehekê ji stratejiyeke nû re damezrîne.

Ev heja xurt ya ku di van salên dawî de li Iraq û Sûriyê xist, dibe ku ne pêwîst e ku hevbendîne siyasî ji rêzê encam bide?

Lê niha em li pêşiya vikirina rûpelek nû ne, ji têgihiştineke siyasî û civakî re, ku bi krîzê ve girêdayî ye, têgihiştina ku bi giringiya xebatê ji damezrandina hevpariyên siyasî û yekîtiyên herêmî digihêje?

Bi wateya ku ji gengazên siyasî ye ku Erebên Sune li IRAQê yan Sûriye û Iraq di hundirê yek Federalî yan Konfederaliyê de bijîn? Dibe ku ev şêweyê sazûmanî yê nû, ku pêwendiyeke vebijartî bi cîranên Kurd re jî darêje û bihûne.

Di rista guhertinan de karîna desettêwerdana hêzên kurdî ji bo gurkirin û çalakkirina van nerînan, û çespandin û gurkirina xalên hevbeş hêmaneke sereke dimîne di rûbirûkirina rêxistina Dewleta Îslamî ya hişkbawer û bersivdana hişkbaweriya wê.

Gelo bizava siyasî ji yekbûna siyasî ji hinek parêzgehên Iraqê bi hin parêzgehên Sûriyê re wê baş be? Gelo sazkirina heyîneke nû ya sînorbir ji IRAQ û SÛRIYÊ yên îroyîn dibe ku genegaz be? Gelo di pratîkê de emê rastî darêje ji hevbendîne ku bi girêbesteke civakî û siyasî ya nû werin?

Cîgehê hêzên têkoşgerî yên ne nermbawer di vê projeyê de wê li kû be?

Paşê ta çi astê ev nerîn û gengaz di serkeftina damezrandin û avakirina dewleteke zagonî, şarewerî, yekgirtû, dînamîkî û mezin ve girêdayî ne, ku dikare kêşe û astengiya desthilatdariyê li Şam û Bexdayê derbas bike?

Tiştên ku nav di me didin û me geşbîn dikin çi ne, da ku em van pêşbînî û nerînan berçav bikin? Bêguman, ya yekê ew e ku têkçûna dewletên ku kolonyaliya rojava di destpêka sedsala borî de saz kiribûn û desthilatdariya rêjîmên navendî, dîktatorî û zorbaz di van dewletan de, yên ku welatiyên van dewletan talan û binpê kirin, ta tu bigihêje komkojî û qirkirinê û berzbûna rêxistinên hişkbawertir ji desthilatdarên berê, bû sedma zayîna têgihiştinke siyasî, wêrek û nû, rêzderî siyaseta ku hatiye naskirin, bijara zorbazî û hişkbaweriyê napejirîne.

Ev hejmara mezin ji qurbaniyên ku pêşengên çalakvanên siyasî di herêma me de pêşkêş kirine, bi wêrekî dikare alfebeya siyasî ya berê derbas bike, ta binyada dewleta kevn bi xwe jî derbas bike.

Di vê herêma zorbazî û desthilatdariyê wêrankirin peyda kiriye. Êdî nema pêwîst e ji mirovî re, navê dewleta ku tê de dijî, ne jî hoz, netewe û tîreya desthilatdar, bi qasî ku ji welatî re giring e, ka ev dewlet û desthilatdarên wê çi ewlekarî, geşedan û wekheviyê ji welatiyên xwe re di pratîkê de pêk bîne.  

Ji hêla din ve, pêwîst e siyasî û serkirdên Herêma Kurdistanê bi asta guhertinên ceosiyasî ya mezin ku li derdora wan de qewimiye bigihêjin, ku kurtasiya wê ya pêşîn ew e ku encamên şerê li dijî terorê û zorbaziyê, bi aliyê pêkvejiyan û hevkariyê bi cîranên xwe yên Ereb re biguherînin, sûdê ji bobelat û ezmûnên borî werbigrin, ji bo avkirina hevbendiyên berfireh ku berjewendiyên hevbeş û mirovî ji qonqxê re bibin sernav.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst