Îran li ber du rêyên lihevkirinê yan girtina qadên xwe yên petrolê ye?

Dirêjkirina rojên agirbestê û daxuyaniyên nezelal ên Îranê yên ji bo vekirina Tengava Hurmizê li ber keştiyan, hêviyek ji bo bazarên petrol û gazê vegerand û bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 10 daxist. Lê daxuyaniya Donald Trump a ji bo hiştina dorpêça li ser keştiyên petrolê, Îran xistiye ber du rêyên lihevkirinê, yan girtina qadên xwe yên petrolê di maweyê kêmtirî 2 hefteyan de. Ev jî ji ber kêmbûna şiyana hinardekirina petrolê li Tengava Hurmizê û tijîbûna embarên wê ye. Ev heman ew rewş e ku wê bi xwe di rojên piştî 28ê Sibatê de ji ber şerê li gel Amerîka û Îsraîlê bi girtina Tengava Hurmizê ji bo Welatên Kendavê û Îraqê çêkiribû. Vê yekê kir ku ev welat bi rêjeyên cuda qebareya hilberîn û hinardekirina xwe bi rêjeya ji sedî 60 kêm bikin.

Roj bi roj zererên şerê 39 rojî yê Îranê, bi taybetî jî girtina Tengava Hurmizê zêde dibin. Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) di rapora xwe ya dawî ya pêşbîniyên asoya aboriya cîhanê de, balê dikişîne ser metirsiyên paşveçûna mezin a aboriya cîhanê û bilindbûna rêjeya enflasyonê ya îsal û sala bê ya ji ber rewşa Tengava Hurmizê.

Li gorî rapora IMFyê, welatên nûbipêşketî yên wekî Îraqê, du qatî welatên pêşketî yên wekî Brîtanyayê ji ber encamên şer û berdewamiya nedilniyayiyên Tengava Hurmizê dinalin. Çimkî heta ku ev rewş bidome, dê aboriya wan rûbirûyî kêmbûna dahatê, zêdebûna deynan û nearamiya siyaseta diravî bibe.

Heta biryara Donald Trump û hatina keştiyên Amerîkayê yên ji bo Kendavê, hat û çûna keştiyan a li Tengava Hurmizê di destê Îraniyan de bû û wan rê dida derbasbûn an jî nederbasbûna keştiyan. Ji ber vê yekê jî wan karîbû di wê demê de rojane 1,85 milyon bermîl petrol bi nirxekî baştirî beriya şer hinarde bikin. Lê ji saet 18:00ê êvara 13ê Nîsanê ve, Amerîkiyan jî kontrol xistiye ser hat û çûna keştiyan. Vê yekê rewş hîn zêdetir aloz kiriye û ne diyar e ka derbasbûna keştiyan a di vê tengavê û Bab el-Mendebê re dê bi razîbûna kê be û dê di rojên pêş de çawa be.

Tengava Hurmizê û hinardeya petrola Îranê

Amarên Kplerê yên ji bo hat û çûna keştiyan a di dema şer de nîşan didin ku Tengava Hurmizê petrol veguhastiye. Ev yek berovajiyê wê daxuyaniya Îraniyan bû ku digotin, "Tengava Hurmizê; yan dê bibe tengaveke aştî û bipêşketinê ji bo hemûyan, yan jî dê bibe tengaveke têkçûn û êşê ji bo şerxwazan." Çimkî di wê demê de qebareya rojane ya petrola hinardekirî ya Îranê gihîştiye 1,85 milyon bermîlî, di demekê de ku beriya şer ev hejmar 1,75 milyon bermîl bû. Ango di dema şer de rojane zêdetirî 100 hezar bermîl petrol ji beriya şer zêdetir hinarde kiriye.

Her wiha ev jî rast e ku ne diyar e ka di saetên borî de hat û çûna keştiyan hebûye yan na. Çimkî Ajansa Reutersê qala derbasbûna keştiyan a bi guhertina radarên wan dike. Li hemberî vê yekê, Financial Times destnîşan dike ku piştî 24 saetan ti keştiyek derbas nebûye.

Berdewamiya vê girtina temamî ya Tengava Hurmizê, Îranê ber bi girtina bîrên petrolê û kêmkirina berhemanîna petrol û gazê ya li qadên cuda ve dibe. Sedema vê yekê tijîbûna embarên petrolê di maweyê 10 heta 15 rojan de ye. Çimkî beriya vê girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Amerîkayê ve, Îraniyan nêzîkî 3,1 milyon bermîl petrol berhem aniye û 1,8 milyon bermîl jî hinarde kiriye.

Eger rewşa Tengava Hurmizê bi vî awayê niha bidome, wê demê dê Îranî jî mîna Îraq û Welatên Kendavê rastî zererên girtina Tengava Hurmizê werin ku di dema şer de nedîtibûn. Çimkî dahata wê qebareya petrola ku di wê tengavê re hinarde kiriye, rojane dike 150 milyon dolarê Amerîkayê. Di wê dema ku Serokê Amerîkayê diyar kiriye de, tengav dê li ber hemûyan were girtin. Bi taybetî jî ji bo Îraniyan, dê koma zererê bigihîje 9 milyar dolarî.

Xaleke girîng a vê rewşa nû ya ku ji bo Îranê di dema şer û niha de derketiye holê, kêmbûna cudahiya navbera bihayê brent û petrola Îranê ya li bazaran e. Bi awayekî ku beriya şer bermîlek petrola Îranê bi 10 heta 15 dolaran ji brentê erzantir dihat firotin. Lê di dema şer de ji ber çavgirtina Amerîkayê û rakirina cezayan, ev cudahî daketiye 2 heta 3 dolaran.

Hilberîn û hinardeya petrola Îranê 1960-2026

Koma hejmara qadên petrol û gazê yên Îranê 145 e. Ji van 102 qadên petrolê û 43 jî qadên gazê ne û piraniya wan dikevin başûrê rojavayê Îranê û Çiyayê Zagrosê. Hejmara wan qadên ku petrol tê de tê berhemanîn 78 e

Li Îranê 12 qadên mezin ên petrolê hene ku wekî mezintirîn qadên Rojhilata Navîn û cîhanê tên dîtin. Wekî mînak; Geçsaran, Ehwaz, Marûn, Aqa Carî, Bîbî Hekîm, Kerenc, Reg Sefîd, Darxuwîn, Karûna Rojava, Furozan, Ebuzer û Dirûd-Xark. Wekî mînak qada petrolê ya Ehwazê sêyemîn qada herî mezin a petrolê ya cîhanê ye û ji sedî 23yê koma yêdega îsbatkirî ya Îranê pêk tîne. Sala 1958an hatiye dîtin û yêdega wê ya îsbatkirî 65 milyar bermîl petrol e. Kalîteya wê jî bi yekeya APIyê di navbera 33-34an de ye ku herî nêzîkî petrola brentê ye û asta berhemanîna wê ya rojane di van demên dawî de 700 hezar heta 800 hezar bermîl petrol bûye.

Di dîroka pîşesaziya petrol û gaza Îranê de, asta berhemanîn û hinardekirina petrola Îranê rojên xwe yên herî baş di dehsala 1960-1970yî de derbas kirine ku wê demê asta berhemanîna rojane li ser 5 milyon bermîlî re bûye. Li hemberî vê yekê, dehsala herî xerab jî salên 1980-1990î bûn ku berhemanîna rojane daketibû 2 milyon û 154 hezar bermîlî.

Di maweyê salên cezayên Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê yên li ser Îranê û di van salên dawî de heta şerê 12 rojî û 39 rojî yê meha borî, Îranê karîbûye asta berhemanîna rojane di navbera 3,6 milyon bermîl heta 4,1 milyon bermîlî de bidomîne.

Li gorî amarên OPEC û Enstîtuya Wizeyê (EI), asta berhemanîna petrola Îranê di maweyê her du xulên serokatiya Donald Trump de, daketin û hilkişînên mezin bi xwe ve dîtine. Sala 2018an bi navînî rojane 4,7 milyon bermîl bû. Sala 2020an ji ber Korona û cezayan bi navînî daket rojane 2,2 milyon bermîlî. Tiştê balkêş ew e ku ji Adara 2021ê ve berhemanîn û hinardekirin heta Hezîrana 2025an ber bi zêdebûnê ve çûye.

Di maweyê şerê 12 rojî de asta berhemanînê daketiye 2,2 milyon bermîlên rojane û di mehên destpêka îsal de û beriya şer, asta berhemanîna rojane 3,1 milyon bermîl bû. Amar nîşan didin ku rojane nêzîkî 1,85 milyon bermîl ji bo derve hatine hinardekirin ku piraniya wê ji bo Çînê bûye.

Grafîk 1: Berhemanîna petrola Îranê 2018 - Sibat 2026

Îranê petrol hinardeyî Çînê kiriye û pereyê wê bi dolar li Îmaratê wergirtiye

Di salên 2018 heta 2026an de, wekî ku di grafîka duyem de hatiye, qebareya wê petrola ku Îranê hinardeyî derveyî welêt kiriye, bi rêjeya ji sedî 80 heta ji sedî 97 ji bo Çînê çûye. Eger qebareya petrola hinardekirî nêzîkî nîv milyon bermîl be wekî serdema Koronayê, yan jî nêzîkî 2 milyon bermîl be wekî maweyê 39 rojên şer, tiştê balkêş ew e ku pereyê wê zêdetir ji Îmaratê vegeriyaye Îranê ne ji Çînê!

Di maweyê wan 9 salan de bi navînî asta berhemanîna petrola Îranê kêm kiriye û ji 4,7 milyon bermîlên rojane daketiye 3,1 milyon bermîlên rojane. Lê asta hinardekirinê zêde bûye û bi taybetî jî ji bo Çînê bûye, wekî ku li jêrê hatiye.

Sala 2022yan xerabtirîn asta hinardekirinê bû ku rojane 992 hezar bermîl bû. Lê di mehên destpêka 2026an de bilind bûye û asta hinardekirina rojane gihîştiye 1,85 milyon bermîlî.

Grafîk 2: Berhemanîn, hinardekirin û hinardekirina ji bo Çînê di maweyê 2018-2026an de

 

Yek ji mînakên diyar sala 2025an e ku koma wê petrola ku hinardeyî derve kiriye, rojane 1,75 milyon bermîl bûye û nêzîkî 1,5 milyon bermîl ji bo welatê Çînê bûye. Lê li gorî Fermangeha Zanyariyên Wizeyê ya Amerîkayê (EIA), koma pereyê vegeriyayî ji petrola firotî ya 2025an a Îranê, 4,4 milyar ji Îmaratê bûye û tenê 721 milyon dolar ji Çînê bûye. Ev şêwaz jî bi awayekî bûye ku petrola Îranê ji aliyê bazirganan ve li Îmaratê hatiye kirîn û piştre arasteya petrola kirî ji Îmaratê ber bi Çînê ve hatiye guhertin.

Tabloya 1: 5 kiryarên sereke yên petrola Îranê di sala 2025an de

Rojên dijwartir li pêşiya bazarên cîhanê ne ji ber zêdetir kêmbûna petrolê. Çimkî eger penabirina Îranê ya ji bo Tengava Hurmizê kiribe ku 9 heta 11 milyon bermîl petrol li cîhanê kêm bibe, wê demê girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Amerîkayê ve dê wê qebareyê zêdetir bike û nirxan ber bi bilindbûneke zêdetir ve bibe.

Berdewamiya vê rewşa Tengava Hurmizê tê wateya zêdetir bilindbûna xerciya wizeyê ji bo niştecihên wan welatên ku pişta xwe bi petrola vê navçeyê girê didin. Li hemberî vê yekê, dê dahata wan welatên ku çavkaniya wan petrol e zêdetir kêm bibe. Hemû ev jî tê wateya zêdebûna nearamiyekê ku bazarên darayî ber bi krîzeke aborî ya mîna ya 2008an ve bibe.

Di dawiyê de, Îran bi wê yêdega îsbatkirî ya petrol û gazê, binesaziya berhemanîn û hinardekirinê û derçeyên ku ji bo derve hene, dikare bibe lîstikvanekî sereke di bazara wizeyê de. Li şûna ku bibe metirsî ji bo girtina tengavan ku ew bi xwe jî ji zererên wê bêpar nîne.