Dilê min ji bo Rûdawê dilerize
Heke tu di meydaneke 100 metrî de rahênanê bikî, tu nikarî di pêşbirkeya mawedirêj de beşdar bibî. Çiqasî meydana te berfirehtir be, şiyan û jêhatîbûna te jî zêdetir dibe. Ev rêgezek e ku Tora Medyayî ya Rûdawê peyrew dike. Her kes meydanê li gorî şiyan û jêhatîbûna xwe diyar dike, ji ber vê yekê tu dikarî ji Rûdawê şiyan û jêhatîbûna xwe bipîvî.
Asta navneteweyî ya niha ku Rûdaw tê de ye ku navê wê li kêleka brandên mezin ên ragihandina cîhanî ye û bûye yek ji logoyên naskirî yên medyaya navneteweyî, ne bi dilê me ye, ji ber ku me ew qonax ji mêj ve derbas kiriye ku em logoya xwe li kêleka medyayên navneteweyî bibînin. Niha rikberî li ser asta cîhanê ye.
Carinan dilê wergirên me ji me dimîne, rexneyan dinivîsin û dibêjin: "Nabe û nedibû Rûdawê filan berhema medyayî belav bikira yan jî bêvan nûçe ne layiqî Rûdawê ye."
Ev zêdetir cihê kêfxweşiyê ye, ji ber ku asta wergirên me wisa bilind bûye, bi berhemên qels û nûçeyên kêmgirîng razî nabin. Ew Rûdawê bi pîvana Rûdawê dipîvin, ji ber vê yekê çaverêtiya ku îsal ji Rûdawa dikirin, ji bo sala bê pê razî nabin.
A ku em di vê bîranînê de ji zimanê balyoz û konsulan dibihîzin, berpirsiyariyeke mezin e. Ew tenê gihandina nûçe û zanyariyan li ser asta Kurdistanê naxwazin, lêbelê dibêjin ji bo nûçeyên herêm û cîhanê jî vedigerin ser Rûdawê. Ev cihê kêfxweşî, hestkirina bi berpirsiyarî û erkeke mezin e ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê.
Bala xwe bide gotina balyoz û konsulan di dema pîrozbahiyên wan ên li Tora Medyayî ya Rûdawê de. Dema ku qal dikin, ji bilî aliyê rojnamegerî, nimûneya yekê ji wan karan tînin ku bala wan kişandiye.
Wekî nimûne: Balyozê Japonyayê qala berhemekê dike ku derbarê sîstema erdhejê li Japonyayê hatibû amadekirin, konsulê Ermenistanê nimûneya belgefîlmê "Mistefa Paşayê Yamulkî" li bîrê maye, balyozê Bulgaristanê rola Rûdawê li foruma navneteweyî ya Bulgaristanê li bîrê maye, konsulê Çînê wekî destkeft ji bo welatê xwe dibîne ku ofîsa Rûdawê li Pekînê heye û dibêje: "Ev têgihiştina hevpar û peywendiya di navbera gelên Çîn û Herêma Kurdistanê de xurttir dike."
Dema ku çiyayek ji bawerî, çaverêtî û ezmûnan li pêşber te hebe, divê destê te li ser dilê te be û tu bizanî çi pêşkêş dikî. Ez bi xwe, her dema ku hevokekê ji bo bernameya xwe dinivîsim û diçim pêşber kamerayê da ku pêşkêş bikim, dilê min dilerize; ji ber ku ez dizanim ku ew hevok digihîje mîlyonan wergir (bîner, bîser û xwîner) û demildest bi şiyana Rûdawê dipîvin. Wan hemû kêliyan ew yek li bîra min e ku çi berpirsiyariyeke mezin e dema tu hevokekê, peyvekê yan jî tewra tîpekê jî ji Rûdawê pêşkêş dikî.
Niha Rûdaw li pêşber kêfxweşî û dilfikariyeke mezin e. Ji aliyekî ve, kêfxweş e ku heyama 12 salan e bi awayekî berdewam asta medyaya Kurdî ber bi pêş ve biriye û bi ser xistiye û di vî karî de berdewam dibe.
Ji aliyekî din ve, nîgeran e dema dizane çi çaverêtiyeke mezin li pêşber heye, ew jîngeha medyayî û ew firehiya ku di nav xwe de ye, heman jîngeh li derve jî pêwîst e da ku dahênanên wê û modela wê li cîhanê zêdetir deng bidin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)