Erka Dr. Berhem!
Dr. Berhem gotarek bo rojnameya El Heyatê nivîsiye ku teza xwe ya bo paşeroja Iraqê aniye ziman. Mijara wê jî ew e, ku wek temamkariya wê têza aniye ziman, ku Iraq li ser rawestgeheke dîrokî ya hestiyar rawestiyaye. Iraq li ber du rêyan e ku yek jê berbi pêşerojê vedigere û yek jî berbi paşerojê ye. Pêşerojeke tijî kavilkarî û kuştin û paşerojeke ku Kurdistanî û Iraqî bi hevdu re dikarin nexşeyekê deynin.
Gelo pirsên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Iraqê de çawa dikarin werin çareserkirin? Çawa dikare dawî li vê dewleta neserkevtî were anîn û bibe navenda veguherîna herêmê?
Pêgeha Jeosiyasî ya Iraqê
Kurdistan û Iraq li navenda pelên bejahiyê cih digirin, ku 3 parzemînên Asya, Ewropa û Afrîkayê bi hev ve girêdidin. Mezopotamya qiblegeha Rojhilata Navîn e. Mezopotamya bi herdu beşên dîrokî yên xwe, wate Mezopotamyaya Bakur û Başûr, navenda Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn jî heartlandê (dilê) dîroka cîhanê ye.
Ji berê ve em li gel du Iraqan rûbirû ne: Iraqa Ereb û Iraqa Ecem, ku îro wek Kurdistan û Iraq tên bi navkirin. Her ji serdema dêrîn ve kêşmekêş di navbera Mezopotamyaya Bakur û Başûr de hebû. Di heman demê de di gelek qonaxên yekalîker de jî yekxwazî di navbera herdu Mezopotamyayan de hebû. Di van qonaxan de jî Mezopotamya bû bingeha binyadanîna şaristanî û împaratoriya mezin.
Jeosiyaseta Mezopotamya çarrêyên herêmekê ye. Kurdistan û Iraq navendên pênc herêmên bejahî ne:
Li bakurêrojhilat Qefqasiya cih digire. Ji bakurêrojava ve digihê serzemîna Asyaya biçûk. Ji rojhilat ve bi Felata Îranê ve tê nivîsîn. Ji rojava ve dikeve bi serzemîna Şamê. Ji başûr ve digihê biyabanê Erebî.
Herwiha Kurdistan û Iraq navenda 5 hewzên deryayê ne:
1- Hewzê Deryaya Qezwînê li bakurêrojhilatê wan e. 2- Hewzê Deryaya Reş li Bakurê rojavayê wan e. 3- Hewzê Deryaya Spî li rojavayê wan e. 4- Hewzê Xelîcê li başûrêrojhilatê wan e. 5- Hewzê Deryaya Sor li başûrêrojavayê wan e.
Kurdistan û Iraq di navenda du korîdorên mezin ên veguhastina zemînî de cih digirin. Yek ji wan hêla Bakur – Başûr e ku ji Qefqasyayê digihê Xelîcê. Yek jî hêla Rojhilat-Rojava ye ku ji Felata Îranê ve digihê Deryaya Spî ya navîn û ji wir jî digihê rojava. Vê dawiyê hêla Rojhilat-Rojava di stratejiya Çînê de wek cadeya hermûşa nû tê binavkirin.
Di warê jeokulturî de Iraq piştî Erebistanê navenda duyem a cîhana Îslamê ye. Ji aliyekî ve navenda hemû Şîeyên cîhanê ye. Ji aliyekî ve jî navendeke Sunneyên cîhanê ye. Ji bilî vê Kurdistan navenda ola Kakeyî-Yarsan e û ev ol ji vir li hemû herêmê belav bûye. Ji wê jî wêdetir mezarê sereke û navendên olî yên Êzidî li Kurdistanê ne.
Ji aliyê jeoaborî ve Iraq xwediyên yedekên neft û gazê ye. Herwiha di warê geştiyara olî de piştî Erebistanê, bo cîhana Şîeyan cihê duyem e. Ji hemûyan jî girîngtir Kurdistan û Iraq xwediyê xwecihên ciwan in ku hêza wan a desteberkirina veguherîna şaristaniya mezin heye.
Lê: ev pêgeha jeosiyasî, jeokulturî û jeoaborî, tenê bi serkirdeyekî jêhatî dibe xala veguherînê. Peywendiya vê jî bi hebûna îradeya siyasî, zihniyeta stratejî û plana stratejîk heye. Wate: Serkirdeyatiyekî nû pêwîst e ku dawiyê li qeyranên pey hev bîne. Kilîla vê jî çareserkirina pirsa Kurd e.
Nimûne: Serdemên Zêrîn
Dîtina formula hilkişîna Kurdistan û Iraqê, wate Mezopotamyaya Bakur û Başûr ne pir zehmet e. Ew formul di vê de xwe dibîne: Her dema ku kertên jor û jêr bi ber hev ketin, ew çavkanî û hêzên Mezopotamyayê vala çûne û dîroka wê berê xwe daye qonaxa dijwar. Her dema ku bûne yek, ew çavkanî û hêza wan vejiyaye û enerjiyên veşartî yên vê herêmê teqiyaye.
Yekem – Nihêniya serdemên zêrîn ên Mezopotamyayê bi gewhereke nayab (kêmdîtî) ve girêdayî bû. Ev gewher ew ruh e ku wek ruhê beşdariya rasteqîn a wan hemûyan tê nasîn û xwe di ruhekî konfederal de dîtiye. Di serdema yekem a Sasaniyan de, ku wek serdema zêrîn tê nasîn, Kurd, Ereb û Pars beşdar bûn. Mîrnişîna Hîre ya Erebî li gel Mîrnişîna Adirbêgan (Kurdistan) û Ermeniyan û Tad hemû berhemên wê serdemê ne. Wate, kerta jor-jêr yekgir bûn.
Duyem – Di xula yekem a serdema Ebbasî de jî ev gewher gihîşitbû lûtkeya xwe. Ev serdema zêrîn di Şerê Zab de bi serkirdayetiya Ebû Muslîn Xorasanî, ku piraniyan wan Kurd bûn, bi cih hat. Binyada wê hikumdariya konfederal bû li aliyekî Mîrnişîniya Kurdên Merwanî û Hesnewî, li aliyekî hukmê Biweyhiyê Dewlemiyan, li aliyekî Tacîkî Samanî û Tahîrî, hemû berhemê vê serdemê bûn.
Serdema zêrîn, ku fikir, felsefe, îrfan û mezhebên Îslamî û dînên din di wê perê azadiyê de geş kir, ku Bexda bû bingeha cîhaniya kevn: Ew serdem e ku her 4 mezhebên Sunne yên Şafiî, Malikî, Henefî û Henbelî jê derketin. Ew serdem e ku herdu mezhebên Şîe yên Ceferî û Zeydî geş kir, ew serdem e ku mezhebê kelamî yê Mutezîle û felsefeya Îslamî ji dayik bûn. Ew serdem e ku tevgerên wergera ji Grekî, Pehlewî, Hîndî û Qîbtî serî hilda.
Sêyem – Di xula yekem a serdema Selçûqî de jî heman gewher derket. Çend îmaratên Kurdî, Erebî, Tirkmenî û Qefqasyî bi hev re şaristaniyên xwe çêkirin. Eger Mela Yehya Mizorî 10 hezar leşkerên Kurd neşandibûya, Alp Arslan d, şerê Melezgîrê de bi ser nediket. Geşekirina vê qonaxê ji yekgirtina kertên jor-jêr ên Mezopotamyayê pêk hat, ku xwe di binyadeke konfederalî de dîtiye. Navê Kurdistanê jî berhema vê serdema zêrîn e ku Siltan Sencer mor kiriye.
Model: Iraqeke çawa?
Di sedsala derbasbûyî de nasyonalîzmeke yek-qewmî ku berhema Îtihad û Teraqî ye û neteweya serdest sepandiye, karesatî berhemanî. Ev pirsyara wê Iraqê ye ku birêz Dr. Berhem jî li dû wê digere.
Modela dewleta navendî ya yek-qewmî di serdema Seddam Husên de gihîşt lûtkeya xwe. Encama dewleta yek-qewmî kuştin, enfal, kîmyabaran, koçberî û aloziyê ye.
Niha Iraq li ser du rêyên dîrokî cih digire: An dê dîsa berê xwe bide modela dewleta navendî ya yek-neteweyî û yek-mezhebî, an jî dê modela xwe ya demokrasî û federalî geş bike.
Eger li ser bingeha ruhê konfederaliya siyasî ya Ebasî û Selcuqî sîstemeke nû were çêkirin, ku Kurdistan û Iraq yekgîr bibin, serwerî di navbera pêkhateyên sereke de were dabeşkirin, modela konfederalîzmê biceribîne, demokrasiya lihevkirî geş bike, projeya geşkirina siyasî, aborî û kulturî bimeşîne, îcar, dibe navenda veguherîna stratejî ya herêmê.
Dibe navenda Şîe, Sunne û Kurdên herêmê.
Di encamê de dibe navenda yekîtiya herêmê li Rojhilata Navîn.