Şerê sîber û tawanên mirovahiyê

19-01-2017
Selahedîn Çelîk
A+ A-

Ji ber aktûeliya mijarê, ez wergera vê nivîsê di quncikê xwe de diweşînim: 

 

"Dinya dûçarê kompîtur û înternetê bûye. Vê, ramana me, şer û aştî jî têde rengê têkiliya netewan guhertiye. Têgeha "şerên sîber" ketiye ferhenga me. Pîvanên nû, pêwîst in. Divê em li ser binavkirina "tawanên mirovahiyê yên dijîtalê" li hev werin.


Tawana şer, li himberî jiyanê bêrûmetî ye. Di çarçoveya şerê sîber de binpêkirina zagonên şer -bi qestî kuştina sivîlan, rûxandina mal û warên wan, bi çekan birîndarkirin û êşdayîn-, berpirsiyariya kesayetî zêdetir dike.

 

Şerê sîber êdî diyardeyek e

 

2006ê êrişeke sîber a kompîturê a Amerîka (DYA) û Îsraîlê, sîstema nukleer a Îranê rûxand. Heman salê 30 hezar kompîturên Aramcoya Siûdîyê, bi êrişê ji xebatê ketin. 


Li DYAyê dezgehên qerase ên darayî, rastî êrişê hatin. Sîstema kompîturê ya Wezareta Enerjiyê ya DYAyê, di navbera 2010 û 2014ê de ji 150 caran zêdetir rastî êrişê hatin. 


2017ê hikûmeta Estonyayê rastî terorîzma sîber a "Nashi"yê hat. Nashi komeke alîgirê Kremlîn e û ji Transnistriayê ye.


Cotmeha 2013, Wezareta Berevaniya DYAyê, hişyarî da, ku dibe DYA bi êrişeke sîber weke Pearl Harborê re rûbirû bimine. Ew êriş, dikare kompîturên hemû dezgehên bingehîn weke sîstema ragihandinê, santral û xetên elektrîkê, tora fînans û berevaniya leşkerî birûxîne. "Neteweke êrişkar an rêxistineke tundrew, dikare wê bike, ciyên girîng bixe bin kontrola xwe, bibe sedemê rûxandineke mezin û şer."


Wê Berfanbarê, New York Times û Wall Street Journalê nivîsandin ku malper, weşîner û nûçegihanên wan, rastî êrişa hikûmeta Çînê, dezgeh û kesên wê hatine. Mebest, kontrola trafîka serbest a agahiyan bû.


2013 Almanyayê bi fermî ragihand, ku li himberî erîşên sîber di nav dezgeha sîxuriyê BNDê de, "Computer Network Operations Unit" ava kiriye.


Serdema "Şerê droneyan" kurt e. Li Somalya, Sûdana Başûr, Erître, Etyopyayê, di pirsgirêkên herêmî yên teknolojiya pêşveçûyî pêwîst nedikirin de dihatin bikaranîn. Vêga çekên nû hene. Li gorî New York Timesê (4.02.2013), bi mebesta rêlibergirtinê êrişên sîber, înîsiyatîfeke mezin a êrişên sîber dabûn Obama. 

 

Êrişên sîber bi zanebûn zirar didin sivîlan 

 

Hin êrişên sîber ne bi mebesta rûxandinê, lê ji bo propaganda, fesadî û zanyariyên derew dibûn. 2016 hilbijartina serokatiyê nîşan da, ku hêzeke biyanî dikare bi boçûna bûyerên navxweyî bileyize. Kuştî, mal û warên rûxandî tinebûn, lê êrişî serweriya welatekî kiribûn. 


Êrişa sîber, kuştin û rûxandinê nede ber xwe jî, bi xemsarî û bi xeletî dibe bibe sedemê karesatê. Operasyona hevpar a DYA û Îsraîlê, ya ku hilweşandina bernameyê nukleer yê Îranê dabû ber xwe, "zîvan" bû. Zîvan li wir nesikinî, li seranserê dinyayê kete kompîturan. Heke ew zîvana serserî û şûm, rastî dezgeheke nukleer bihata, wê Tehran bûbûya Hîroşîmaya nû. 


Hikûmetan ev rê girtin: "Tu bi me û bi kompîturên me bileyizî, emê jî bi te û bi yên te bileyizin". Gava êriş li emailên Komîteya Neteweyî ya Demokratîk bû, bersiva kevneşop amade bû: Diplomat veder kirin, ambargoyên aboriyî ketin rêzê...

 

Pêdiviya bergiriyên navneteweyî

 

Ji bo rêlibergirtina êrişên li ser sivîlan, divê civaka navneteweyî li himberî şerê sîber bigihê bergiriyên berfireh. Nexwe wê her dewlet bi serê xwe hêza bergiriyê, herwiha hêza xwe ya êrişê zexmtir bike. Di dawiyê de emê bizivirin şerê sar. 


Ev jî heye: Lihevhatinek çêbe jî, dewletên şûm û dekbaz, dikarin wê binpê bikin. Mînak: Koreya Bakur, Îsraîl û Îran, di derbara çekên atomî de biryarên Konseya Netewî ya YNê binpê dikirin.


Şerê Cîhanê yê 2mîn nîşan da, ku mirov nikare tawana hevbeş ceza bike. Mînak: Tevî ku gellekên wan tevlî tawanan bûne jî, em nikarin hemû Almanan bi tawanên şer sûcdar bikin. Ji wêkê divê tawana şerê sîber, bi "berpirsiyariya kesayetî" dest pê bike. 


Min li Den Haagê li Dadgeha Tawanên Navneteweyî bo Yugoslavyaya (ICTY), pênc salên xwe derbas kirin. Min, guhdariya daxuyaniyên tawanbaran kir. Min, belge kontrol kirin. Min, bi şahid û qurbaniyan re hevdîtin çêkirin. Ez bûm têgihiştiyê bûyerê. Berevajiya Dadgeha Nurnbergê, ICTY, "kesayetiya tawanê" dabû ber xwe. Ji wêkê sûcdaran nikarin ji darizandin û cezayê birevin.


Zagona navneteweyî li ser pirsgirêkên sîberê hê negihiştiye "berpirsiyariya kesayetiya tawanê". "Pirtûka Rêberiyê ya Talîn a Navneteweyî bo Şerê Sîber (2013)" heye. Lê ew, "xebateke akademîk e, ji aliyê zagona navneteweyî ve ne girêdêr e." Sponsorê wê, NATO bû. Mijara "berpirsiyariya kesayetî", li ber çav negirtiye. Pêdivî bi helwesteke nû heye.


Heke êrişeke sîber biqewime; serokê dewletê, wezîrê berevaniyê, sererkan, fermandarên parartêşan, şefê buro û tîmê, hackerên binî, ji serî heya binî hemû, bi kesayetî û bi hevparî berpirsiyarê tawana şer in. Ji bo rêlibergirtina êriş û şerên sîberî, ev pêşniyara min e."

 

Çavkanî: http://deyanbrashich.com/home/2017/1/6/war-crimes-in-the-age-of-cyberwars.html

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst